Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Samûêl II, 20 - Kurmanji Încîl


Şeva serî hildide

1 Di wê navberê de yekî ji eşîra Binyamîn mirovekî xerab bû, navê wî Şevayê kurê Bikrî bû. Ew bi awayekî rasthatinî li Gîlgalê bû. Şeva li boriyê xist û got: “Ne para me li ba Dawid heye, Ne jî mîrasa me li ba kurê Yêşa! Ya gelê Îsraêl, bila herkes vegere konê xwe!”

2 Li ser vê yekê, Îsraêliyan Dawid hiştin û dan pey Şevayê kurê Bikrî. Lê Cihûdayî bi padîşahê xwe ve girêdayî man û ji Çemê Şerîayê heta Orşelîmê pê re hevalbendî kirin.

3 Gava Dawidê Padîşah gihîşt qesra xwe ya li Orşelîmê, wî deh cariyeyên ku li qesrê binêrin li wir hiştibûn, hildan bin çavdêriya xwe û xweyî kirin. Lê bi wan re raneza. Heta mirina xwe, wekî jinebî li wir man.

4 Dawid ji Emasa re got: “Di nava sê rojan de gazî Cihûdayiyan bikin bila werin ba min. Tu jî li vir be.”

5 Emasa çû gazî Cihûdayiyan bike. Lê di dema xwe de venegeriya.

6 Paşê Dawid ji Avîşay re got: “Niha Şevayê kurê Bikrî wê xerabî bi me bike ku ji xerabiya Avşalom zêdetir dibe. Zilamên xweyê xwe hilde û bide pey wî. Yan na wê ji xwe re bajarên bisûr bibîne û ji me bireve.”

7 Bi vî awayî zilamên Yoav bi tevahiya Kerêtî û Peletiyan re ku mêrxas bûn, di bin berpirsiyariya Avîşay de dan pey Şevayê kurê Bikrî û ji Orşelîmê derketin.

8 Dema gihîştin ber zinarê mezin ê li Gîvonê, Emasa çû pêşiya wan. Yoav cilên xwe yên şer li xwe kiribûn. Li ser cilên xwe, kemberek girê dabû, li ser kemberê jî şûrekî di kalên de girêdayî bû. Dema ku Yoav meşiya, şûr ji kalanê xwe derket.

9 Yoav ji Emasa pirsî: “Çawayî bira?” Ji bo ku wî ramûse bi destê xwe yê rastê bi rihê wî girt.

10 Emasa şûrê di destê Yoav de nedît. Yoav şûr li zikê wî xist û ûr û roviyên Emasa rijiyan erdê. Hewce nema ku cara diduyan lê bixe, Emasa di cih de mir. Piştî vê yekê Yoav û birayê xwe Avîşay, careke din dan pey Şevayê kurê Bikrî.

11 Zilamekî Yoav li kêleka cendekê Emasa sekinî û got: “Her kesê alîgirê Yoav û dildarê Dawid e, bila bide ser riya Yoav.”

12 Cendekê Emasa li nava rê, di nav xwînê de li wir disekinî. Zilamê Yoav dît ku her kesê nêzîkî mirî dibe, li wir disekine. Rabû Emasa ji wir hilda, bir nav zevî û kincek avête ser.

13 Piştî cendek ji ser rê hildan, her kesî da ser riya Yoav ku bidin pey Şevayê kurê Bikrî.

14 Şeva ji nav eşîrên Îsraêl û herêma Bikriyan derbas bû û hat Avêl-Bêtmaexayê. Bikrî jî kom bûn û li pey wî ketin bajêr.

15 Yoav û hemû zilamên xwe gihîştin bajarê Avêl-Bêtmaexayê û li wir dor li Şeva girtin. Bi axê li ber sûra bajêr, palek çêkir û dest bi hilweşandina dîwaran kirin.

16 Di vê navberê de jineke zana ji nav bajêr gazî kir: “Guhdar bin! Guhdar bin! Bêjin Yoav bila were vir, ezê pê re bipeyivim.”

17 Gava Yoav nêzîkî jinikê bû, jinik pirsî: “Yoav tu yî?” Yoav got: “Ez im.” Jinikê got: “Guh bide gotinên xulama xwe.” Yoav got: “Keremke, ez guhdar im.”

18 Jinikê berdewam kir û got: “Berê dihat gotin: ‘Bi bajarê Avêlê bişêwirin’ û pirsgirêk wisa çareser dikirin.

19 Em mirovên baş in û silametiya gelê Îsraêl dixwazin. Lê tu bajarekî ku wekî diyeke welatê Îsraêl hembêz dikî. Çima dixwazî mîrasa Xudan bikujî?”

20 Yoav got: “Xwedê neke! Ne dixwazim hilweşînim, ne jî dixwazim qir bikim.

21 Rewş ne wiha ye. Ji herêma çiyayî ya Efrayîmê, zilamê bi navê Şevayê kurê Bikrî, li dijî Dawidê Padîşah serî hilda. Tenê wî bidin, ezê jî, ji bajêr herim.” Jinikê got: “Wê serê wî ji ser sûran bavêjine ber te.”

22 Piştre jinik bi zanebûn û şîreta xwe bang li tevahiya gel kir. Gel jî serê Şevayê kurê Bikrî jê kir û avêt ber Yoav. Li ser vê yekê Yoav li boriyê xist. Zilamên wî dev ji bajêr berdan, vegeriyan konên xwe. Yoav jî vegeriya Orşelîmê ba padîşah.


Peywirdarên Dawidê Padîşah

23 Yoav li ser artêşa gelê Îsraêl bû. Benayayê kurê Yehoyada jî fermandarê artêşa Kerêtî û Peletiyan bû.

24 Adoram ji suxrevanan berpirsiyar bû. Yehoşafatê kurê Ahîlûd, qeydnivîsê padîşahiyê bû.

25 Şewa nivîsende, Sadoq û Aviyatar kahin bûn.

26 Îrayê Yayîrî jî kahinê Dawid bû.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan