Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Samûêl II, 2 - Kurmanji Încîl


Dawid diçe ku bibe Padîşahê Cihûdayê

1 Piştî vê yekê Dawid ji Xudan pirsî û got: “Gelo ez neçim bajarekî Cihûdayê?” Xudan got: “Here.” Dawid pirsî: “Ez herim kîjan bajarî?” Xudan got: “Here Hevronê!”

2 Li ser vê yekê, Dawid bi herdu jinên xwe re çû wê derê, bi Ahînoema Yîzreyêlî û Avîgayila ku ji Navalê Karmelî bî mabû.

3 Tevli malbatên xwe, zilamên xwe jî birin. Ew li bajarê Hevronê û derdora wê bicih bûn.

4 Gelê Cihûdayê çûn Hevronê û li wê derê li ser Mala Cihûda Dawid wekî padîşah bi rûnkirinê kifş kir. Wan ji Dawid re got ku kesên Şawûl veşartine, Yavêş-Gîladî ne.

5 Dawid ji wan re qasid şandin û got: “Ji ber qenciya ku bi gorkirina wî, we ji xweyê xwe Şawûl re kir, Xudan we pîroz bike.

6 Xudan niha bila bi dilsozî û qencî bi we re tevbigere. Ji ber ku we ev yek kiriye, ezê jî bi eynî awayî qenciyê bi we bikim.

7 Xweyê we Şawûl mir. Niha hêzdar û mêrxas bin. Mala Cihûda ji bo bibim padîşah ez kifş kirim.”


Şerê di navbera Cihûdayê û Îsraêla Bakur de

8 Avnêrê kurê Nêr ê ku fermandarê artêşa Şawûl bû, Îşboşetê kurê Şawûl girtibû û bi xwe re biribû Mahanayîmê.

9 Avnêr ew li wê derê kir Padîşahê Gîladiyan, Geşûriyan, Yîzreyêliyan, Efrayîmiyan, Binyamîniyan û tevahiya gelê Îsraêl.

10 Gava Îşboşetê kurê Şawûl bû padîşah çil salî bû. Wî li ser gelê Îsraêl du salan padîşahî kir. Lê Mala Cihûda piştgiriya Dawid kir.

11 Dawid li Hevronê li ser Mala Cihûda heft sal û şeş mehan padîşahî kir.

12 Avnêrê kurê Nêr, bi zilamên Îşboşetê kurê Şawûl re ji Mahanayîmê çû Gîvonê.

13 Yoavê kurê Serûya û zilamên Dawid gihîştin ber Hewza Gîvonê û pêşwaziya wan kirin. Beşek ji wan li aliyekî hewzê, beşê din jî li aliyê din ê hewzê rûnişt.

14 Avnêr ji Yoav re got: “Lava dikim, bila ciwan rabin, li ber me şer bikin.” Yoav got: “Baş e, bila rabin şer bikin.”

15 Bi vî awayî, duwanzdeh mêrên ji aliyê Îşboşetê kurê Şawûl ku ji eşîra Binyamîn in û duwanzdeh zilamên ji aliyê Dawid in rabûn ser xwe.

16 Her yek ji wan, bi serê neyarên xwe girtin û xencerên xwe li kêlekên wan xistin, bi hev re li erdê ketin. Ji ber vê yekê, navê wê derê Helqat-Hassûrîm danîn.

17 Wê rojê şer gelekî dijwar derbas bû. Zilamên Dawid Avnêr û Îsraêliyan têk birin.

18 Sê kurên Serûyayê Yoav, Avîşay û Esahêl jî li wê derê bûn. Esahêl ku bi qasî xezaleke çolê bi lez baz dida.

19 Wî bêyî ku li çep û rastê xwe binêre, da pey Avnêr.

20 Dema ku Avnêr li pişt xwe nihêrî, jê pirsî: “Esahêl, tu yî?” Esahêl got: “Erê, ez im.”

21 Avnêr got: “An li milê rastê, an jî li milê çepê vegere. Ji ciwanan yekî bigire û çekên wan ji bo xwe bistîne.” Lê Esahêl nexwest ku dev ji Avnêr berde.

22 Avnêr careke din ji Esahêl re got: “Dev ji min berde! Çima ez te bikujim? Ezê paşê çawa li rûyê birayê te Yoav binêrim?”

23 Dema ku Esahêl nexwest dev jê berde, Avnêr bi nîçikê paşiya rima xwe li zikê wî xist. Rim di pişta wî re derket. Esahêl li wir ket û mir. Tevahiya kesên ku gihîştin cihê Esahêl lê ket û mir, li wir sekinîn.

24 Lê Yoav û Avîşay careke din da pey Avnêr. Gava roj çû ava, gihîştin Girê Ammayê ku li hember Giyahê ya li ser riya herêma çoltera Gîvonê ye.

25 Binyamînî li dora Avnêr civiyan. Ew bûn yek û li ser girekî sekinîn.

26 Avnêr bang li Yoav kir: “Ma wê şûr her û her mirovan tune bike? Tu fêm nakî ku ev bûyer wê bi jan bidawî bibe? Tê kengê fermanê bidî leşkerên xwe ku dev ji birayên te berdin?”

27 Yoav wiha got: “Bi navê Xwedayê Jîndar dibêjim ku heke te bang nekira, wê leşker heta sibehê dev ji dana pey birayên te bernedana.”

28 Paşê Yoav li boriyê xist û her kes sekinî. Ji wê gavê û pê vê, wan ne da pey gelê Îsraêl, ne jî li dijî wan şer kir.

29 Avnêr û zilamên wî, tevahiya şevê ber bi Geliyê Eravayê ve meşiyan. Ji Çemê Şerîayê derbas bûn û di ser riya Bîtronê re gihîştin Mahanayîmê.

30 Piştî ku Yoav dev ji Avnêr berda, artêş kom kir. Ji bilî Esahêl, ji zilamên Dawid nozdeh kes kêm bûn.

31 Wê rojê, zilamên Dawid Binyamînî yên ku pişta Avnêr digirtin têk biribûn û sê sed û şêst kesan kuştibûn.

32 Yoav û zilamên wî Esahêl birin, li Bêtlehemê di gora bavê wî de veşartin. Paşê tevahiya şevê meşiyan û şeveqê gihîştin Hevronê.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan