Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Samûêl II, 18 - Kurmanji Încîl


Mirina Avşalom

1 Dawid kesên li ba xwe hejmartin û kirin sersed û serhezar.

2 Piştre artêş, di bin çavdêriya birayê Yoavê kurê Serûya, Avîşay û Îttayê Gatî de, wekî sê milan şand. Padîşah ji leşkeran re got: “Ezê bi we re bêm.”

3 Lê belê leşker wiha got: “Divê tu bi me re neyî Çimkî heke em neçar bimînin birevin, dijminên me, guh nadin me. Nîvê me jî qir bibe ne xema wan e. Tu beramberî deh hezar kesên wekî me yî. Baştir e tu li bajêr bimînî û alîkariya me bikî.”

4 Padîşah got: “Di çavên we de çi baş be, ezê wê bikim.” Padîşah, dema ku zilamên wî mîna yekîneyên ji sedan, hezaran, ji bajêr derdiketin, li ber dergehê bajêr disekinî.

5 Padîşah, emir li Yoav, Avîşay û Îttay kir û got: “Ji bo xatirê min, li dijî Avşalomê ciwan bi dijwarî tevnegerin.” Hemû leşkeran bihîst ku padîşah derbarê Avşalom de ev emir da fermandaran, hemû leşkeran bihîst.

6 Artêşa Dawid ji bajêr derket ku li dijî gelê Îsraêl şer bike. Şer li Daristana Efrayîmê destpê kir.

7 Artêşa gelê Îsraêl li ber zilamên Dawid têk çû. Qireke mezin çêbû. Wê rojê bîst hezar kes mirin.

8 Şer li seranserê herêmê belav bû. Wê rojê kesên ku di daristanê de tunebûn, ji kesên ku bi şûr hatin kuştin zêdetir bûn.

9 Avşalom jinişkave rastî zilamên Dawid hat. Ew siwarê hêstirê bû. Hêstir dema ku di bin çiqlên darberûyekê re derbas dibû, serê Avşalom bi çiqlên darê ve asê ma. Dema ku hêstir riya xwe domand, Avşalom li hewayê daleqandî ma.

10 Mirovekî ew dît. Xwe gihand Yoav û jê re got: “Min Avşalom, bi darberûyekê ve daleqandî dît.”

11 Yoav jê re got: “Te ew dît? Te çima ew li wir nekuşt? Minê deh perçe zîv û kemberekê bida te.”

12 Lê zilêm got: “Tu hezar perçe zîvî jî bidî min, ez dest li ber kurê padîşah ranakim. Ji ber ku me jî bihîst, padîşah ji te re, ji Avîşay û Îttay re wiha gotiye: ‘Ji bo xatirê min Avşalomê ciwan biparêzin.’

13 Lê min Avşalom bikuşta –û em dizanin tu tişt ji padîşah veşartî namîne– wê gavê te jî nedikarî ez biparastama.”

14 Yoav got: “Ez nikarim serê xwe bi te re biêşînim.” Rahişt sê rimên kurt û li dilê Avşalom xist ku bi darberûyê ve daleqandî bû û hê sax bû.

15 Li ser vê yekê, deh ciwanên ku çekên Yoav hildigirtin, Avşalom dorpêç kir û ew kuşt.

16 Dema ku Yoav borî da lêxistin, leşkeran dev ji şopandina Îsraêliyan berdan û bi paş ve vegeriyan. Yoav li ber domkirina şerê wan bû asteng.

17 Gelê Îsraêl ber bi konên xwe ve reviya. Di vê navberê de leşkerên Yoav, Avşalom rakirin û birin daristanekê, avêtin bin çaleke kûr. Paşê komeke kevirên mezin danîn ser wî.

18 Avşalom di saxiya xwe de, stûnekê hildabû û li Deşta Padîşah daçikandibû. Çimkî wiha digot: “Kurekî min tuneye ku navê min bidomîne.” Navê xwe li stûnê danîbû. Ew stûn hê jî bi navê Stûna Avşalom tê zanîn.


Dawidê Padîşah şînê dike

19 Ahîmaesê kurê Sadoq ji Yoav re got: “Destûr bide ez herim xeberê bidim padîşah ku Xudan ew ji destê dijminê wî xilas kiriye.”

20 Yoav got: “Nabe, îro yê ku xeberê dibe ne tu yî. Demeke din tê xeberê bidî, lê ne îro, kurê padîşah mir.”

21 Piştre ji yekî Kûşî re got: “Here, te çi dîtiye ji padîşah re bêje.” Yê Kûşî, li ber Yoav xwe deverû avêt erdê, piştre baz da û çû.

22 Lê Ahîmaesê kurê Sadoq dîsa got: “Çi dibe bila bibe, destûr bide, ez li pey yê Kûşî herim.” Yoav got: “Tê herî çi lawo? Kurê min, tu çima dixwazî herî? Xebereke ku te xelat bike tê de tuneye!”

23 Ahîmaes got: “Çi jî bibe bihêle ez herim.” Yoav got: “De here.” Bi vî awayî Ahîmaes, di riya Deşta Şerîayê re beziya û ji yê Kûşî borî.

24 Dawid di navbera dergehê sûrê de rûdinişt. Nobedar derket ser dergehê sûrê. Gava serê xwe rakir, wî dît ku kesek bi tena serê xwe baz dide.

25 Bangî padîşah kir û tiştê dîtî jê re got. Padîşah got: “Heke bi serê xwe ye, nexwe xebereke baş tîne.” Zilam her ku diçû nêzîk dibû.

26 Nobedar, dema dît ku yekî din jî tê, ji dergevan re wiha got: “Va ye zilamekî din jî dibeze û bi vir ve tê.” Padîşah got: “Ew jî xebera baş tîne.”

27 Nobedar got: “Bawer im beza zilamê yekê, dişibe beza Ahîmaesê kurê Sadoq.” Padîşah wiha bersiv da: “Ahîmaes zilamekî baş e, wê bi xeberê baş bê.”

28 Ahîmaes bang li padîşah kir û got: “Silav ezbenî!” Li ber padîşah deverû çû erdê û got: “Şikir ji Xwedayê te Xudan re ku kesên destê xwe li ber xweyê me padîşah bilind kirine, dane destê te!”

29 Padîşah pirsî: “Avşalomê ciwan çawa ye gelo?” Ahîmaes wiha bersiv da: “Yoav dema ku ez bi xizmetkarê padîşah Kûşî re şandim, min tevliheviyeke mezin dît, lê min fêm nekir çi diqewime.”

30 Padîşah got: “Xwe bide aliyekî û li vir bisekine.” Ahîmaes jî xwe da aliyekî û li wir sekinî.

31 Di wê navberê de yê Kûşî hat û got: “Mizgînî ji xweyê min padîşah re! Îro Xudan, te ji destê hemû serhildêrên li dijî te rizgar kir.”

32 Padîşah ji yê Kûşî re got: “Avşalomê ciwan çawa ye gelo?” Yê Kûşî got: “Xweyê me padîşah! Bila aqûbeta hemû dijminên te û kesên ku li dijî te serî hildane, wekî aqûbeta vî ciwanî be.”

33 Padîşah lerizî, hilkişiya odeya ser dergeh, kir nalenal, giriya û got: “Lawo Avşalom lawo! Ax lawo Avşalom! Avşalom lawo! Xwezî ji dêla te ve, ez bimirama lawo! Ax lawo Avşalom lawo!”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan