Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Samûêl II, 17 - Kurmanji Încîl

1 Ahîtofêl ji Avşalom re wiha got: “Destûr bide ku ez duwanzdeh hezar kesan hilbijêrim û îşev rabim bikevime pey Dawid.

2 Hê ku Dawid qels û bêqewet e, ez êrîşî wî bikim û çavê wî bitirsînim. Wê kesên li ba wî tev birevin, ezê jî tenê Dawidê Padîşah bikujim.

3 Dawiyê ezê tevahiya gel ji te re bînim. Vegerîna gel, girêdayî mirina wî kesî ye ku tu dixwazî wî bikujî. Bi vî awayî wê gel jî di nav aştiyê de be.”

4 Ev gotin bi dilê Avşalom û rîspiyên gelê Îsraêl bû.

5 Avşalom got: “Gazî Huşayê Arkî jî bikin, wê çi bêje em bibihîzin.”

6 Gava Huşay hat, Avşalom got: “Ahîtofêl wiha got. Gelo em gotina wî bikin? Heke na, tu ya xwe bibêje.”

7 Huşay ji Avşalom re got: “Vê carê şîreta Ahîtofêl ne baş e.

8 Tu dizanî ku bavê te Dawid û zilamên wî şervanên gelek xurt in. Wekî hirça ku li çolê ji ferxika xwe hatiye veqetandin, bi hêrs in. Bavê te şervanekî serhatî ye, şeva xwe bi leşkerên re derbas nake.

9 Vê gavê, yan di şikeftekê de yan jî li cihekî din, xwe veşartiye. Dema ku Dawid êrîşa xwe ya yekê li dijî leşkerên xwe bike, her kesê ku vê yekê bibihîze, wê bêje: ‘Di nav kesên ku piştgiriya Avşalom dikin de, qirkirin heye.’

10 Wê gavê mêrxasên mîna şêran jî wê bikevin nav tirsê. Ji ber ku tevahiya gelê Îsraêl dizane ku bavê te hêzdar e, yên li ba wî jî leheng in.

11 “Loma ev e şîreta min li te: Ji Danê heta Beêr-Şevayê, Îsraêliyên bi qasî sêlaka li ber deryayê zêde ne, bila li dora te kom bibin, tu jî tevli şer bibe.

12 Wê gavê bavêjin ser cihê ku Dawid xwe lê veşartiye. Wekî xunava li ser rûyê erdê, emê bi ser wî de herin. Em nahêlin ew jî û yên li ba wî jî sax bimînin.

13 Heke ew xwe li bajarekî veşêre, emê tevî Îsraêliyan bajêr hilweşînin û bavêjin nava gelî. Kevir li ser kevir nehêlin!”

14 Avşalom û Îsraêliyan got: “Şîreta Huşayê Arkî, ji şîreta Ahîtofêl çêtir e.” Çimkî Xudan, ji bo Avşalom têk bibe, pîlan kiribû ku şîreta Ahîtofêl vala derxe.

15 Huşay, ji Sadoqê Kahin û Aviyatarê Kahin re wiha got: “Ahîtofêl şîreteke wiha li Avşalom û rîspiyên gelê Îsraêl kir. Lê min şîreteke wiha kir.

16 Niha ji Dawid re vê xeberê bişînin û bêjin: ‘Şevê li cihê bihorê çemê li çolê derbas neke, bilezîne û derbasî aliyê din bibe. An na wê padîşah jî, yên li ba wî jî hemû qir bibin.’”

17 Di vê navberê de Yonatan û Ahîmaes li Eyn-Rogêlê diman. Keçikeke xizmetkar radibe hal û mesele ji wan re dibêje. Ew jî diçin tiştê ku bihîstine ji Dawidê Padîşah re dibêjin. Çimkî çavê wan nedibirî bikevin bajêr û kes wan bibîne.

18 Lê xortekî ew dîtin û ji Avşalom re got. Li ser vê yekê Yonatan û Ahîmaes bi lez ji wir reviyan çûn Bahûrîmê, xwe avêtin mala zilamekî. Li hewşa malê bîrek hebû. Yonatan û Ahîmaes, ketin bîrê.

19 Jina zilêm rahişt paçikekî û li ser devê bîrê raxist. Ji bo ku kifş nebe, li ser paçikê jî simbilên genim, belav kirin.

20 Peywirdarên Avşalom, dema ku gihîştine malê, ji jinikê re got: “Ahîmaes û Yonatan li ku ne?” Jinikê wiha bersiv da: “Derbasî aliyê din ê çem bûn.” Peywirdarên Avşalom çûn li wan geriyan. Dema ku ew nedîtin, vegeriyan Orşelîmê.

21 Piştî ku zilam çûn, Ahîmaes û Yonatan ji bîrê derketin û çûn hal û meselê ji Dawidê Padîşah re gotin: “Padîşah! Lazim e tu bi lez ji çêm derbas bibî! Çimkî Ahîtofêl ji dijî te fen û fût kir.”

22 Li ser vê yekê, Dawid û hemû gelê li ba wî, bi lez, ji Çemê Şerîayê derbas bûn. Heta ber destê sibê seranserê Çemê Şerîayê derbas kirin.

23 Dema Ahîtofêl dît ku şîreta kiriye pêk nehatiye, kerê xwe palan kir, berê xwe da bajarê xwe û çû malê. Piştî ku tevdîra mala xwe kir, xwe xeniqand. Rabûn wî di gora bavê wî de veşartin.

24 Gava Dawid gihîşt Mahanayîmê, Avşalom û leşkerên Îsraêlî yên pêre ji Çemê Şerîayê derbas kirin.

25 Avşalom, di şûna Yoav de, Emasa kiribû fermandarê artêşê. Emasa kurê Yîtrayê ji Îsmaîliyan bû. Diya Emasa Avîgayila keça Nahaş bû. Avîgayil xwişka Serûyaya diya Yoav bû.

26 Avşalom û Îsraêliyan, li herêma Gîladê artêşgehek danî.

27 Dawid dema gihîşt Mahanayîmê, Şoviyê kurê Nahaşê ji bajarê Rabbaya Emmoniyan, Maxîrê kurê Emmiyêlê ji bajarê Lo-Devarê û Barzîllayê Gîladî yê ji bajarê Rogelîmê hatin.

28 Wan jê re nivîn, tas, firaxên ji axê, genim, ceh, arvan û genimê qelandî, baqil, nîsk anîn.

29 Herwiha ji Dawid û civata pê re jî hingiv, nivişk, pez û penîr anîn. Çimkî digotin: “Gel li çolê westiyaye, tî û birçî ye.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan