Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Samûêl II, 16 - Kurmanji Încîl


Dawidê Padîşah û Sîva

1 Dema ku Dawid hinek serê gir derbas kir, Sîvayê xulamê Mefîboşet pêşwaziya wî kir. Sîva li ser pişta du keran bi barê du sed nanî, sed weşî mêwîj, sed heb fêkiyên teze û meşkek şerab hat.

2 Padîşah ji Sîva pirsî: “Te ev ji bo çi anîn?” Sîva got: “Ker ji bo malbata padîşah lê siwar bin, nan û fêkiyên teze jî, ji bo xwarina xulaman, şerab jî, ji bo dema kesên ku westiyan vexwin!”

3 Padîşah pirsî: “Neviyê xweyê te Şawûl li ku ye?” Sîva got: “Li Orşelîmê dimîne. Ew difikirî ku Mala Îsraêl wê îro padîşahiya bapîrê min paş ve bide min.”

4 Padîşah got: “Her tiştê Mefîboşet yê te ye.” Sîva got: “Ez li ber te xwe ditewînim, xweyê min padîşah! Bila dilê te hergav bi min xweş be.”


Dawidê Padîşah û Şîmî

5 Dema Dawidê Padîşah gihîşte Bahûrîmê, yekî bi navê Şîmiyê kurê Gêra ku ji Mala Şawûl bû hat. Wî naletê dibarand.

6 Hemû leşker û parêzvan bi Dawid re bûn. Şîmî dîsa jî kevir davêtin wan.

7 Wî nalet dibarand û digot: “Ji vir here lo zilamê destbixwîn, belqitiyo!”

8 Te li ser xwîna Mala Şawûl, padîşahî stand. Loma jî Xudan tu ceza kirî. Xudan padîşahî da kurê te Avşalom. Ji ber ku tu destbixwîn î, ev têkçûn hat serê te.

9 Kurê Serûyayê Avîşay ji padîşah re got: “Ev kûçikê mirî, çima wê ji xweyê min padîşah re nifiran bike? Bihêle ez herim serê wî jê bikim.”

10 Lê padîşah got: “Ev ne karê we ye, kurên Serûyayê! Madem Xudan jê re gotiye: ‘Ji Dawid re nifiran bike,’ kî dikare jê re bêje: ‘Tu çima wisa dikî?’”

11 Piştre Dawid ji Avîşay û leşkerên wî re got: “Kurê min bixwe dixwaze min bikuje, loma li tiştê ku ev Binyamînî dike, şaş nemînin! Dev jê berdin hema bila nifiran bike! Çimkî Xudan wisa xwestiye û ew jî dike.

12 Dibe ku Xudan tengasiya min bibîne û nifirên li min hatine kirin ji min re bike qencî.”

13 Dawid û zilamên wî riya xwe berdewam kirin. Şîmiyê ku li dijî Dawid, li qûntara çiyê dimeşiya dema ku diçû nifir lê dikirin. Wî kevir diavêtê, ax û xwelî lê direşand.

14 Padîşah û gelê li ba wî qels û bêqewet hatin Çemê Şerîayê. Wan li wir bêhna xwe veda.

15 Avşalom û gelê Îsraêl ketibûn Orşelîmê, Ahîtofêl jî bi Avşalom re bû.

16 Hevalê Dawid Huşayê ji Arkê, dema ku gihîşt ba Avşalom, wiha qîriya: “Bijî padîşah! Bijî padîşah!”

17 Avşalom ji Huşay pirs kir: “Girêdayîna te bi hevalê te re ev e? Tu çima bi hevalê xwe re neçûyî?”

18 Huşay got: “Ezê alîgirê wî kesî bim ku ji aliyê Xudan, vî gelî û tevahiya gelê Îsraêl ve hatiye hilbijartin. Ezê li ba wî bimînim.

19 Ma ezê ji bilî Avşalomê kurê Dawid, xizmeta kê bikim? Min çawa ji bavê te re xizmet kiribe, ezê ji te re jî wisa xizmetê bikim.”

20 Avşalom ji Ahîtofêl re got: “Divê em çi bikin? Şîretekê li me bike.”

21 Ahîtofêl wiha got: “Bi wan cariyeyan re razê ku bavê te ji bo xweyîtiyê li qesrê bikin hiştibû. Bi vî awayî, wê tevahiya gelê Îsraêl bibihîze ku te nefreta bavê xwe qezenc kiriye û kesên ku piştgiriya te dikin, wê tev xwe bêtir bihêz bibînin.”

22 Li ser banê qesrê ji Avşalom re konek çêkirin. Avşalom li ber çavê hemû Îsraêliyan bi cariyeyên bavê xwe re raza.


Huşay şîreta Ahîtofêl xera dike

23 Di wan rojan de şîretên ku Ahîtofêl dikirin, wekî şîretên zilamekî wiha bûn ku gotina Xwedê belav dikirin. Dawid jî, Avşalom jî, şîretên wî wisa qebûl dikirin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan