Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Samûêl II, 15 - Kurmanji Încîl


Avşalom li dijî Dawidê Padîşah serî hildide

1 Avşalom ji xwe re erebeyeke şer, hesp û ji bo ku li pêş wî baz bidin pêncî mirov amade kirin.

2 Serê sibê zû radibû, li kêleka riya ku diçe dergehê bajêr disekinî. Ji kesên ji bo doza xwe diçûn ba padîşah dipirsî: “Tu ji ku yî?” Ji kîjan eşîra gelê Îsraêl bûna digotin.

3 Avşalom jê re wiha digot: “Tiştê ku tu dibêjî baş û heq e, lê belê bi navê padîşah kesekî ku li te guhdarî bike tuneye.”

4 Piştre wî berdewam kir: “Xwezî li ser vî welatî ez bûbûma desthilatdar! Kesên doz an jî meseleyên wan hebin bila bihatana ba min. Min jî mafên wan bida wan.”

5 Gava kesek nêzîkî wî bibûya û xwe li ber wî deverû bavêta erdê, Avşalom destê xwe dirêj dikir, bi zilam digirt û ew maçî dikir.

6 Li hemû Îsraêliyên ku ji bo doza wan binêre dihatin ba padîşah, wisa dikir. Bi vî awayî ket dilê Îsraêliyan.

7 Piştî çar salan Avşalom ji padîşah re got: “Destûr bide ez herim Hevronê û soza xwe pêk bînim ku min dabû Xudan.

8 Ji ber ku ez li bajarê Geşûra xulamê te Aram dijiyam, min soz dabû û gotibû: ‘Heke Xudan dîsa min vegerîne Orşelîmê, ezê herim û li Hevronê biperizim wî.’”

9 Padîşah got: “Bi xêr û silamet here.” Lê gava Avşalom diçû Hevronê,

10 ji eşîrên Îsraêl re bi dizî qasid şandin û wiha got: “Çawa ku we dengê boriyan bihîst, bêjin: ‘Avşalom li Hevronê bû padîşah!’”

11 Ji Orşelîmê du sed kesên ku gazî wan kirine, bêyî ku ji bûyeran agahdar bin, bi niyeta baş, bi Avşalom re çûn.

12 Avşalom dema ku qurban serjê dikirin, şêwirmendê Dawid Ahîtofêlê Gîloyî jî, ji bajarê Gîloyê anîbû. Bi vî awayî serhildan xurt bû. Çimkî civata dida pey Avşalom her diçû zêdetir dibû.


Dawidê Padîşah ji Orşelîmê direve

13 Qasidek hat ba Dawid û got: “Gelê Îsraêl bi dil û can baweriya xwe bi Avşalom anîn.”

14 Li ser vê yekê Dawid tevahiya peywirdarên xwe yên li ba wî li Orşelîmê diman re wiha got: “De em rabin û birevin! An na emê ji destê Avşalom xilas nebin. Em bilezînin! An na, Avşalom wê bi lez li pey me bê, me tune bike. Wê bajar bide ber şûran.”

15 Peywirdarên padîşah wiha got: “Xweyê me padîşah çi biryarê bide, em amade ne pêk bînin.”

16 Bi vî awayî padîşah, bi tevahiya malbata xwe ya ku pê bawer bûn re da rê. Lê ji bo ku xweyîtî li qesrê bikin deh carî li wir hiştin.

17 Padîşah û kesên li ba wî li ber avahiya herî dawî ya li bajêr sekinîn.

18 Kerêtî û Peletiyên ku parêzvanên Dawid bûn, di ber padîşah re derbas bûn. Şeş sed leşkerên Gatî ku ji Gatê dabûn pey wî jî, di ber padîşah re derbas bûn.

19 Padîşah ji Îttayê Gatî pirsî û got: “Tu çima bi me re têyî? Vegere û bi padîşahê nû re bimîne. Çimkî tu yekî xerîb î ku ji welatê xwe hatiye nefîkirin.

20 Tu hê nû hatî. Ez bixwe nizanim ezê îro bi ku ve herim, ezê çawa te bi xwe re bigerînim? Bi birayên xwe re vegere. Bila dilsozî û dilovaniya Xwedê li ser te be!”

21 Lê Îttay wiha got: “Xweyê min padîşah, bi navê Xudanê Jîndar û bi serê xweyê xwe padîşah sond dixwim, sax an mirî, tu li ku bî ez xulamê te jî, ezê li wir bim.”

22 Dawid got: “De baş e, derbas be!” Li ser vê yekê Îttayê Gatî, bi hemû zilamên ba xwe û zarokên wan re derbas bûn.

23 Dema gel derbas dibû hemû kesên wir bi dengekî bilind digiriyan. Padîşah Newala Qîdronê derbas kir. Gel jî ber bi çolê ve meşiya.

24 Sadoqê Kahin û Lêwiyiyên ku Sindoqa Peymana Xwedê digerandin jî li wir bûn. Sindoqa Xwedê danîn erdê. Heta ku hemû gel ji bajêr derkeve Aviyatar qurban pêşkêş kirin.

25 Piştre padîşah ji Sadoq re got: “Sindoqa Xwedê vegerîne bajêr. Heke dilê Xudan bi min xweş be, wê min vegerîne û sindoqa di cihê xwe de nîşanî min bide.

26 Lê heke ew bêje: ‘Ez ji te ne dilxweş im,’ va ye ez li vir im. Dilê wî çawa dixwaze, bila wisa bi min bike.”

27 Padîşah bi Sadoqê Kahin re gotina xwe wiha berdewam kir: “Ma tu ne zanyar î? Kurê xwe Ahîmaes û Yonatanê Aviyatar hilde û pê re bi xêr û silamet vegere bajêr.

28 Heta ku min ji we agahiyek baş wergirt, ezê li çolê li bihora kêleka çêm bisekinim.”

29 Sadoq û Aviyatar Sindoqa Xwedê birin Orşelîmê û li wir bicih bûn.

30 Dawid bi girîn hildikişiya Çiyayê Zeytûnê. Serê wî nixamtî bû û pêxwas diçû, her kesê pê re jî sernixamtî bû û ew jî digiriyan.

31 Di wê navberê de yekî ji Dawid re got: “Ahîtofêl di nav fesadên alîgirên Avşalom de ye.” Li ser vê yekê Dawid wiha dua kir: “Ya Xudan şêwra Ahîtofêl vala derxe.”

32 Dawid dema gihîşte ser girê perizînê ku gel ji bo perizînê diçû wir, Huşayê Arkî, ser û guhê wî di nav toz û telazê de, bi cilên xwe yê qetiyayî, ew pêşwazî kir.

33 Dawid jê re got: “Heke tu bi min re werî, tê bibî bar ji min re.

34 Lê heke tu vegerî bajêr û ji Avşalom re bêjî: ‘Ya padîşah, ezê bibim xulamê te! Berê min çawa ji bavê te re xulamî kiribe, niha jî ezê ji te re xulamiyê bikim,’ bi vî awayî tê ji bo min şêwra Ahîtofêl vala derxî.

35 Sadoqê Kahin û Aviyatarê Kahin wê li wir tevli te bin. Te li qesra padîşah çi bihîstibe, ji wan re bêje.

36 Kurên wan Ahîmaesê kurê Sadoq û Yonatanê kurê Aviyatar jî li wir in. Her tiştê we bihîstin, bi riya wan ji min re bişînin.”

37 Bi vî awayî hevalê Dawid Huşay çû Orşelîmê. Di wê demê de Avşalom jî gihîşte bajêr.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan