Samûêl II, 13 - Kurmanji ÎncîlAmnon û Tamar 1 Xwişkeke bedew a Avşalomê kurê Dawid hebû. Navê wê Tamar bû. Amnon jî kurê Dawid bû û dilê wî ketibû Tamarê. 2 Amnon bi qasî ku nexweş bikeve çav berdabû Tamara xwişka ji dêmariya xwe. Tamar keçeka navmalê bû û zehmet bû mêr nêzîkî wê bibin. Amnon ji ber vê rewşê nikaribû tiştekî pê bike. 3 Hevalekî fenek ê Amnon hebû ku navê wî Yonadav bû. Ew kurê Şîmayê birayê Dawid bû. 4 Yonadav ji Amnon pirsî: “Ya kurê padîşah, tu çima wisa roj bi roj dihelî? Ji min re nabêjî?” Amnon got: “Min dil berdaye xwişka ji dêmariya xwe Tamarê. Tu jî dizanî ew xwişka birayê min Avşalom e.” 5 Yonadav rabû jê re got: “Here bikeve nav nivînan û xwe li nexweşiyê deyne. Dema ku bavê te hat, jê re bêje: ‘Lava dikim bila Tamar were, xwarinê ji min re çêke. Bila li ber min çêke ku ez lê binêrim û ji destên wê bixwim.’” 6 Amnon bi ya wî kir, ket nav nivînan û xwe li nexweşiyê danî. Gava padîşah hat, Amnon got: “Lava dikim bila xwişka min Tamarê were, ji min re kulîçeyan çêke ku ez ji destê wê bixwim.” 7 Tamar li qesrê dima. Dawid ji Tamarê re xeber şand û got: “Rabe here mala Amnonê birayê xwe û jê re xwarinekê çêke.” 8 Tamar çû wir. Amnon di nav nivînan de dirêjkirî bû. Wê hevîr kir û jê re çend kulîçe çêkirin. 9 Tamarê kulîçe danî ber wî, lê Amnon nexwest bixwe û got: “Her kesî derxin derve.” Her kes derket. 10 Paşê Amnon ji Tamarê re got: “Kulîçeyan bîne odeya min a razanê ku ez ji destê te bixwim.” Tamarê kulîçe birin odeya razanê. 11 Gava wê kulîçe danî ber Amnon, wî ew girt û got: “Were bi min re razê xwişka min!” 12 Lê Tamarê got: “Na, birayê min, zorê nede min! Nabe ku li welatê Îsraêl tiştekî wiha bibe? Lava dikim vê kirêtiyê neke! 13 Ezê vê şermê çawa ji ser xwe rakim? Tê jî wekî ehmeqên li welatê Îsraêl bibî. Qet nebe! Ji padîşah re bipeyive, wê min ji te texsîr neke.” 14 Lê Amnon guhdariya wê nekir. Ew jê xurtir bû. Rabû bi zorê pê re raza. 15 Piştî vê yekê Amnon ji Tamarê nefret kir. Wisa bû ku nefreta wî ji dilxwaziya wî mezintir bû. Amnon ji Tamarê re got: “Biqeşte here!” 16 Tamarê got: “Na! Qewitandina te xerabiyek e û ev ji xerabiya te ya te kir mezintir e.” Lê Amnon guhdariya wê nekir. 17 Gazî xulamê xwe kir û got: “Vê jinikê derxe derve, derî jî li pey wê bigire.” 18 Xulam Tamar derxist derve û derî li pey wê girt. Tamarê kirasekî mildirêj li xwe kiribû. Keçên xama yên padîşah, kirasên wiha li xwe dikirin. 19 Tamarê xwelî li xwe kir û kirasê xwe çirand. Bi herdu destan li xwe da giriya û çû. 20 Avşalomê birayê wê jê pirsî: “Kesê bi te re raza birayê te Amnon bû ne wisa? Xwişkê, tu dengê xwe neke. Ew birayê te yê ji dêmariyê ye. Tu xema nexwe.” Tamar li mala Avşalomê birayê xwe bi tena serê xwe û gelekî xemgîn ma. 21 Dawidê Padîşah bi bûyerê hesiya û pir hêrs bû. 22 Avşalom jî, ji Amnon re behsa tiştekî baş an xerab nekir. Ji ber ku destdirêjiya Tamara xwişka wî kiribû, wî ji Amnon nefret dikir. Avşalom Amnon dikuje 23 Piştî du salan, Avşalom şand pey hemû kurên Dawid ku werin Baal-Hasora nêzîkî Bajarê Efrayîmê ku pezbirên wî li wê bûn. 24 Avşalom hat ba padîşah û jê re got: “Ez pezên xwe didim qusandin. Hêvî dikim bila peywirdarên padîşah jî beşdarî vî xulamê te bibin.” 25 Lê Dawid got: “Nexêr kurê min, em tev neyên, ji te re nebin bar.” Avşalom her çiqas li ber geriya jî, padîşah nexwest here, lê wî ew pîroz kir. 26 Li ser vê yekê Avşalom wiha got: “Nexwe destûrê bide, bila birayê min Amnon bi me re were.” Padîşah got: “Amnon çima bi te re were?” 27 Avşalom pir li ber padîşah geriya, loma jî wî Amnon û tevahiya kurên xwe pê re şandin. 28 Avşalom ji xizmetkarê xwe re got: “Guhdarî bikin! Li bendê bin heta ku Amnon ji şerabê serxweş bibe. Gava min got: ‘Li Amnon bixin’ lêxin û wî bikujin. Netirsin! Fermanê ez didime we. Hêzdar û wêrek bin.” 29 Bi vî awayî xizmetkarên Avşalom Amnon kuşt, çawa ku wî li wan emir kiriye. Piştre hemû kurên padîşah li hêstirên xwe siwar bûn û reviyan. 30 Gava ew di rê de bûn ji Dawid re xeber hat û got: “Avşalom, tevahiya kurên padîşah kuştine, yek jî wan sax nemaye.” 31 Padîşah rabû cilên xwe çirandin, xwe avêt erdê. Hemû xulamên wî jî, cilên xwe çirandibûn û li ber wî sekinîbûn. 32 Yonadavê kurê Şîmayê birayê Dawid, wiha got: “Ezbenî nebêje ku tevahiya kurên te hatine kuştin, bi tenê Amnon mir. Ji ber ku Avşalom ji roja Amnon destdirêjiya xwişka wî Tamarê kiribû biryar dabû ku wî bikuje. 33 Ya xweyê min padîşah, li ser xebera dibêje ku tevahiya kurên te nemirine nefikire, bi tenê Amnon miriye.” 34 Di vê navberê de Avşalom jî reviyabû. Nobedar dît ku ji riya qûntara girê li rojhilat qelebalixek tê. 35 Yonadav ji padîşah re got: “Va ye kurên te tên! Çawa ku xulamê te gotibû.” 36 Gava wî gotina xwe qedand, kurên padîşah gihîştine wir û bi dengekî bilind giriyan. Padîşah û peywirdarên wî jî bişewat giriyan. 37 Avşalom reviya ba Padîşahê Geşûrê Talmayê kurê Emmîhûd. Dawid şîna Amnonê kurê xwe dikir. 38 Avşalom li Geşûrê sê salan ma. 39 Dawidê Padîşah, pir dixwest here ba Avşalom. Çimkî piştî mirina Amnon dilê wî aş bûbû. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey