Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Samûêl II, 12 - Kurmanji Încîl


Natanê Pêxember erzê Dawidê Padîşah dişikêne

1 Xudan Natan şand ba Dawid. Natan hat û jê re got: “Li bajarekî du kes hebûn. Yek ji wan dewlemend, yek ji wan jî feqîr bû.

2 Gelek pez û dewarên kesê dewlemend hebûn.

3 Lê kesê feqîr, ji bilî berxekê pê ve tiştekî wî tunebû. Wî ew berx ji xwe re kirîbû û xweyî dikir. Berx li ba wî, tevî zarokên wî mezin bû. Ji xwarina zilam dixwar vedixwar, di paşila wî de radiza. Wekî keçika wî bû.

4 Paşê, rojek rêwiyek hat ba mirovê dewlemend. Zilam ji bo ku ji merivê xwe re xwarin amade bike, dil neda ku ji pêz an jî dewarên xwe yekî serjê bike, çû berxa feqîr anî û ji mêvanê xwe re serjê kir.”

5 Dawid li mirovê dewlemend pir hêrs bû, ji Natan re got: “Bi navê Xudanê Jîndar, kesê ku wiha kiriye mirinê heq dike!

6 Ji ber ku wiha kiriye û li ber neketiye, divê ji dêla berxê ve, çar qatê wê bide.”

7 Li ser vê yekê Natan ji Dawid re got: “Ew mirov tu yî! Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Min te li ser gelê Îsraêl wekî padîşah kifş kir û ji destê Şawûl rizgar kir.

8 Min mala xweyê te da te, min jinên wî jî xist paşila te. Min Mala Îsraêl û Cihûda jî da te. Heke ev hindik bûna, minê hê jî bida te!

9 Te çima ew tişt di çavê Xudan de xerab e kir û te peyva wî kêm dît? Te Ûriyayê Hîtîtî bi şûr kuşt, te bi şûrê Emmoniyan ruhê wî stand. Te jina wî jî, ji xwe re anî.

10 Loma jî wê tu caran şûr ji ser mala te kêm nebe. Çimkî te jina Ûriyayê Hîtîtî ji xwe re anî û ez bêrûmet kirim.’

11 “Xudan wiha berdewam kir: ‘Ezê ji ziriyeta te xerabiyê li te bikim. Ezê li ber çavên te jinên te ji te bistînim û bidim cîranê te. Wê nava rojê bikevin paşila jinên te.

12 Belê, te ew kar bi dizî kir, lê ezê vê yekê li ber çavê hemû gelê Îsraêl di nava rojê de bikim!’”

13 Dawid got: “Min li ber Xudan guneh kir.” Natan jê re got: “Xudan gunehê te efû kir, tê nemirî.

14 Lê tu bi vê yekê bûyî sedem ku dijminên wî Xudan kêm bibînin. Loma jî ev kurê te yê bûye, wê bimire.”

15 Piştre Natan vegeriya mala xwe. Xudan li wî zarokî xist. Kir ku zarokê ji jina Ûriyayê ku ji Dawid bû nexweş bikeve.

16 Dawid ji bo zarok, lavayî Xwedê kir û rojî girt. Ew çû mala xwe û şevên xwe bi raketina li erdê derbas kir.

17 Rîspiyên qesrê hatin ku wî ji erdê rakin. Lê Dawid nexwest ji erdê rabe, xwarinê jî bi wan re nexwar.

18 Roja heftan zarok mir. Peywirdarên Dawid tirsiyan ku xebera mirina zarok bidin Dawid. Ji ber ku digotin: “Hê zarok sax bû em pê re axivîn, lê guhdariya me nekir. Niha emê çawa jê re bêjin zarok miriye? Wê tiştekî bîne serê xwe.”

19 Gava Dawid dît peywirdar di nav xwe de dikin pistepist, fêm kir ku zarok miriye. Ji wan pirsî: “Ma zarok mir?” Gotin: “Belê, mir.”

20 Li ser vê yekê Dawid ji erdê rabû. Xwe şûşt, bêhnên xweş li xwe kir û cilên xwe guhertin. Çû Mala Xudan û perizî wî. Paşê zivirî mala xwe û xwarin xwest û xwar.

21 Xizmetkarên wî jê pirsîn: “Tu çima wiha tevdigerî? Dema ku zarok dijiya te rojî digirt, digiriyayî. Lê piştî ku mir tu rabûyî dest bi xwarinê dikî.”

22 Dawid wiha bersiva wan da: “Dema ku zarok dijiya min rojî digirt û digiriyam. Ji ber ku, min digot: ‘Ma kî dizane, dibe ku Xudan keremê bide, ew ji min re bibexişîne û zarok bijî.’

23 Lê zarok mir. Êdî ez çima rojiyê bigirim? Ma ez dikarim wî vegerînim? Ezê herim ba wî, lê wê neyê ba min.”

24 Dawid jina xwe Bat-Şevayê aş kir. Çû ba wê û pê re raza. Wê kurek anî û navê wî Silêman danî. Xudan jê hez kir.

25 Xudan bi riya Natan xeber şand û navê kurik Yedîdya danî.

26 Di vê navberê de Yoavê ku li dijî bajarê Rabbayê yê Emmoniyan şer dikir û taxa qesrê desteser kir.

27 Paşê Yoav qasid şandin ba Dawid û got: “Min li dijî bajarê Rabbayê şer kir û kaniyên avên wan bi dest xistin.

28 Niha tu bermayiyên artêşê bide hev, bajêr dorpêç bike û bi dest bixe. Wisa bike ku ez bajêr bi dest nexim û bajar bi navê min neyê bibîranîn.”

29 Dawid hemû leşkerên xwe berhev kirin û çû bajarê Rabbayê, li dijî bajêr şer kir û bi dest xist.

30 Wî taca Padîşahê Emmoniyan ji serê wî hilda. Taca ku bi kevirên hêja hatibû nexşkirin û giraniya wê bi qasî telantek zêr bû da serê Dawid. Dawid ji bajêr gelek talan bir.

31 Gelê ku li wê derê dijiya, ji malên wan derxist ew di karên ku bi birek, tevirê hesinî û bivirê hesinî dihatin kirin de, di çêkirina kelpîçan de da xebitandin. Dawid ev yek li hemû bajarên Emmoniyan pêk anî. Paşê bi artêşa xwe re vegeriya Orşelîmê.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan