Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Samûêl II, 11 - Kurmanji Încîl


Dawidê Padîşah û Bat-Şeva

1 Di biharê de, gava padîşah diçin seferê, Dawid artêşa gelê Îsraêl şand seferê. Wî Yoav, fermandarên xwe û tevahiya artêşê şandin. Dema wan Emmonî helak kirin û bajarê Rabbayê dorpêç kir, Dawid li Orşelîmê dima.

2 Carekê Dawid berê êvarê ji nav nivînên xwe rabû, çû ser banê qesrê li wê derê geriya. Dît ku jinek li ser bên serê xwe dişo. Jinik pir xweşik bû.

3 Dawid kesekî şand ku bipirse ew kî ye. Zilêm got: “Jinik Bat-Şevaya keça Êliyam û jina Ûriyayê Hîtîtî ye.”

4 Dawid ji bo ku jinikê bînin, qasid şandin. Jinik hat ba Dawid. Dawid bi jinikê re raza ku demek berê ji adet pak bûbû. Dawiyê jinik vegeriya mala xwe.

5 Jinikê fêm kir bi zaro maye. Ji Dawid re xeber şand û got: “Ez bi zaro me.”

6 Li ser vê yekê, Dawid, bi Yoav re xeber şand ku Ûriyayê Hîtîtî were ba wî. Yoav Ûriya şand ba Dawid.

7 Ûriya hat ba wî, Dawid pirsa Yoav, artêşê û rewşa şer, jê kir.

8 Paşê ji Ûriya re got: “Here mala xwe, li kêfa xwe binêre.” Ûriya ji qesrê derket, Dawid xelatek li pey şand.

9 Lê belê, Ûriya neçû mala xwe, li gel hemû zilamên padîşahê xwe, li ber dergehê qesrê raza.

10 Gava Dawid pê hesiya ku Ûriya neçûye malê, jê pirsî: “Ev demeke dirêj e tu ne li malê yî, westiyayî çima neçûyî mala xwe?”

11 Ûriya bersiv da û got: “Sindoq jî, Îsraêlî û Cihûdayî jî, li çardaxê dimînin. Fermandarê min Yoav û zilamên xweyê min li çolan dimînin. Di vê rewşê de, ezê çawa karibim bikevim mala xwe ji bo ku ez bixwim vexwim û bi jina xwe re razim? Bi serê te ezê qet tiştekî wiha nekim.”

12 Li ser vê yekê Dawid got: “Îşev jî li vir bimîne, ezê sibe te bişînim.” Ûriya wê rojê û roja din jî li Orşelîmê ma.

13 Dawid şand pey Ûriya. Heta ku ew serxweş kir, pê da xwarin û vexwarin. Dema bû êvar Ûriya ji bo ku razê, bi zilamên xweyê xwe re çû cihê razanê. Dîsa neçû mala xwe.

14 Serê sibê Dawid nameyek ji Yoav re nivîsand û bi Ûriya re şand.

15 Di nameyê de nivîsand: “Ûriya di eniya herî dijwar a şer de bi cih bike û xwe ji berê bide alî ku bê kuştin.”

16 Dema Yoav bajar dorpêç kir, Ûriya li cihê ku dizanibû zilamên egîd li wê derê ne bi cih kir.

17 Xelkê bajêr derketin li dijî leşkerên Yoav şer kir. Ji leşkerên Dawid hin kes hatin kuştin. Ûriyayê Hîtîtî jî, di nav kuştiyan de bû.

18 Yoav ji bo ku hal û meseleyên şer ji Dawid re bêje, qasidekî şand.

19 Ji qasid re got: “Hal û mesela şer ji padîşah re bêje.

20 Heke xezeba padîşah rabe û ev pirs ji te bike: ‘Ji bo ku şer bikin, hûn çima evqas nêzîkî bajêr bûn? Ma we nizanibû ku wê ji ser bircan tîran bavêjin we?

21 Ma nayê bîra we ku Avîmelekê kurê Yerûbbeşet çawa hat kuştin? Li Têvêsê ji ser bircê, jinikek kevirê destêr neavêt ser û ew nekuşt? Madem wisa bû hûn çima ewqas nêzîkî bircê bûn?’ Wê gavê tê bêjî ‘Xulamê te Ûriyayê Hîtîtî jî mir.’”

22 Qasid rabû çû. Dema hat ba Dawid, hemû gotinên Yoav ji Dawid re gotin:

23 “Ew zilam ji me xurtir derketin. Ji bajêr derketin li çolê li dijî me şer kirin. Lê me ew, ber bi dergehê bajêr ve ajotin.

24 Li ser vê yekê tîravêjan ji ser bircan tîr barandin. Ji zilamên padîşah hinek mirin, xulamê te Ûriyayê Hîtîtî jî mir.”

25 Dawid ji qasid re got: “Ji Yoav re bêje: ‘Bila ev bûyer te xemgîn neke! Ne diyar e ku wê di şer de kî bimire. Êrîşeke dijwar bibin ser bajêr û hilweşînin!’ Bi van gotinan wêrekiya wî zêde bike.”

26 Jina Ûriya, gava bi mirina mêrê xwe hesiya, şîna wî kir.

27 Gava wextê şînê derbas bû, Dawid qasid şand pey wê û ew anî qesra xwe. Ew bû jina wî û kurek jê re anî. Lê ev tiştê Dawid kir bi Xudan xweş nehat.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan