Samûêl II, 1 - Kurmanji ÎncîlDawid agahiya mirina Şawûlê Padîşah dibihîze 1 Piştî mirina Şawûl, Dawid li Emalêqiyan xist, bi ser ket û vegeriya Zîqlagê. Du rojan li wir ma. 2 Roja sisêyan, ji artêşgeha Şawûl, zilamek hat ku cilên wî çiriyabûn û xwelî li serê xwe kiribû. Gava nêzîkî Dawid bû, xwe li ber wî avête erdê. 3 Dawid jê pirsî û got: “Tu ji ku têyî?” Zilêm got: “Ez ji artêşgeha gelê Îsraêl reviyam û filitîm.” 4 Dawid got: “Çi bû? Ji min re bêje.” Zilam behsa reva leşkeran û mirina gelekên ji wan kir. Herwiha wî diyar kir ku di nav miriyan de Şawûl û Yonatanê kurê wî jî hene. 5 Dawid ji xort re got: “Tu ji ku dizanî ku Şawûl û kurê wî mirine?” 6 Xort got: “Wisa rast hat, ez jî li Çiyayê Gilboayê bûm. Şawûl xwe bi rima xwe girtibû. Siwarî û erebeyên şer ber pê ve dihatin. 7 Gava Şawûl zivirî û ez dîtim, gazî min kir. Min jî got: ‘Keremke, ez li vir im.’ 8 “Şawûl pirsî: ‘Tu kî yî?’ Min got: ‘Ez ji Emalêqiyan im.’ 9 “Şawûl got: ‘Were vir û min bikuje! Ji ber ku ez dixwazim ji êşên xwe rizgar bibim.’ 10 Rabûm çûm û min ew kuşt. Min dizanibû gava bikeve erdê wê di cih de bimire. Min rahişt taca serê wî, bazbendê milê wî û ew anî vir, ji xweyê xwe re.” 11 Li ser vê yekê Dawid û kesên pê re kincên xwe çirandin. 12 Ji bo Şawûl, kurê wî Yonatan û Mala Îsraêl a gelê Xudan, heta êvarê giriyan, şîna wan kirin û rojî girtin. Çimkî ew hatibûn kuştin. 13 Dawid ji xort pirsî: “Tu ji ku yî?” Zilêm got: “Ez xerîb im, kurê Emalêqiyekî me.” 14 Dawid pirsî: “Ma tu netirsiyayî destê xwe li kifşkiriyê Xudan rakî û wî bikujî?” 15 Wî gazî zilamekî xwe kir û got: “Here wî bikuje.” Zilam jî li yê Emalêqî xist û ew kuşt. 16 Dawid ji Emalêqî re gotibû: “Ji xwîna xwe tu bi xwe berpirsiyar î. Ji ber ku bi gotina ‘Min, kifşkiriyê Xudan kuşt’ te bi devê xwe, şahidî li dijî xwe kir.” Dawid şîna Şawûlê Padîşah û Yonatan dike 17 Dawid bi vê lavijê şîna Şawûl û Yonatanê kurê wî kir. 18 Emir kir ku xelkê Cihûdayê vê lavija bi navê Kevan hîn bibe. Ew di Nivîsa Yaşar de hatiye nivîsandin. 19 “Ya Îsraêl, berziya te li bilindciyên hat kuştin, Mêrxas çawa ketin! 20 Agahiyê negihînin Gatê, Ne jî li kolanên Aşqelonê belav bikin. Herwiha, bila ne keçên Filîstî dilşa bin, Ne jî keçên bêsinetan bicoşin. 21 Ya Çiyayên Gilboayê, Bi ser we de ne xunav, ne jî baran bibare. Zeviyên we yên ku zad didin, bila nebin. Ji ber ku mertalê hêzdaran, Mertalê Şawûl, wê careke din neyê rûnkirin, Li wir li aliyekî hat avêtin! 22 Kevanê Yonatan, ji xwîna yên li erdê dirêjketiyan, Ji bedenên mêrxasan qet nehat kişandin. Şûrê Şawûl qet berhewa nebû. 23 Şawûl û Yonatan şîrîn û beşerxweş bûn, Di jiyan û mirinê de ji hev veneqetiyan. Ji teyran leztir, Ji şêran hêzdartir bûn. 24 Ya keçên gelê Îsraêl, ji bo Şawûl bigirîn! Wî hûn bi cilên sor dixemilandin Û bi kincên ji xemlên zêrîn dineqişandin. 25 Te dît mêrxas di şer de çawa ketin! Yonatan li ser bilindciyên te hat kuştin. 26 Ji bo te xemgîn im, birayê min Yonatan. Tu ji bo min pir hêja bûyî. Hezkirina te ji hezkirina jinê bêtir bû. 27 Mêrxas çawa ketin! Çekên şer qet neman!” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey