Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Samûêl I, 9 - Kurmanji Încîl


Diyarkirina Şawûlê Padîşah

1 Mirovek ji eşîra Binyamîn hebû. Navê wî Qîş bû. Ew kurê Afiyahê Bexoratê Serorê Aviyêl bû. Mirovekî mêrxas û hêja bû.

2 Kurekî wî yê ciwan hebû û navê wî Şawûl bû. Di nav gelê Îsraêl de jê lihevhatîtir kesek tunebû. Bejna wî seriyek ji bejna her kesî bilindtir bû.

3 Rojekê kerên Qîşê bavê Şawûl winda bûn. Qîş ji kurê xwe Şawûl re got: “Xizmetkarekî bi xwe re bibe û here li keran bigere.”

4 Şawûl çû herêma çiyayî ya Efrayîmê, li Şalîşayê geriya. Lê ker nedîtin. Bi hev re derbasî herêma Şaelîmê bûn. Ker li wir jî tunebûn. Li herêma Binyamînê jî ker nedîtin.

5 Gava gihîştin herêma Sûfê, Şawûl ji xizmetkarê xwe re got: “Were em vegerin! Bavê min wê dev keran berde û wê mitala me bike.”

6 Xizmetkar got: “Va ye li vî bajarî zilamekî Xwedê heye. Ew mirovekî bi nav û deng e û her tiştê ku dibêje yek bi yek dertê. Were em herin ba wî. Belkî ew riya ku emê herinê, nîşanî me bide.”

7 Şawûl got: “Va emê herin, lê emê çi jê re bibêjin? Nanek jî di tûrikê me de nemaye. Diyariyeke ku emê bidin zilamê Xwedê jî bi me re tuneye. Ma çiyê me maye?”

8 Xizmetkar ji Şawûl re got: “Va ye li ba min çariyek şekel zîv heye. Ezê bidim zilamê Xwedê. Wê rê bide ber me.”

9 –Berê li welatê Îsraêl kesê ku çû ji Xwedê şîretê bixwaze, digot: “Werin, em herin ba zanyar.” Çimkî ji pêxemberên îro re, wî çaxî digotin: “Zanyar.”–

10 Şawûl ji xizmetkarê xwe re got: “Rast dibêjî, were em herin.” Bi vî awayî ew çûn bajarê zilamê Xwedê.

11 Gava ew hevrazê bajêr dibûn, rastî keçikan hatin ku ji bo avê diçûn bîrê. Ji wan pirsîn: “Gelo zanyar li bajêr e?”

12 Keçikan got: “Erê li wir e, bilezînin. Ew îro hatiye bajêr. Wê îro gel li bilindciyan qurban pêşkêş bike.

13 Çawa hûn bikevine bajêr, beriya ew hilkişe bilindciyê, hûnê wî bibînin. Heta ew neyê û qurbanê pîroz neke, gel dest bi xwarinê nake. Kesên gazîkirî piştî hatina wî nan dixwin. Niha herin, hûnê wî bibînin.”

14 Ew ketine nav bajêr. Bi ketina bajêr re, Samûêl li wan peyda bû ku hevrazê bilindciyê dibû.

15 Çend roj beriya hatina Şawûl, Xudan ji Samûêl re wiha gotibû:

16 “Sibê van çaxan, ezê yekî ji herêma Binyamînê bişînim ba te. Tê wî wekî serwerê gelê min Îsraêl bi rûnkirinê kifş bikî. Wê ew gelê min ji destê Filîstiyan rizgar bike. Min rewşa gelê xwe dît, çimkî hewar û zarîna wan gihîşte min.”

17 Gava Samûêl Şawûl dît Xudan jê re got: “Va ye ew mirovê ku min ji te re behsa wî kiribû. Evê serweriya gelê min bike.”

18 Samûêl li ber dergehê bajêr sekinîbû. Şawûl hat ba wî û got: “Ji kerema xwe ji min re bêje, mala zanyar li ku ye?”

19 Samûêl got: “Zanyar ez im. Bide pêşiya min û hevrazê cihê perizînê bibe. Îro hûnê bi min re xwarinê bixwin. Serê sibê ezê hemû tiştên di hişê te de bibêjim û te bişînim.

20 Mitala kerên xwe nekin ku ev sê roj in winda ne. Ew hatine dîtin. Ma hêviya gelê Îsraêl ji bo kê ye? Ma ne ji bo te û malbata bavê te ye?”

21 Şawûl wiha got: “Ma ez ne ji eşîra Binyamîn im ezbenî ku eşîra herî biçûk a gelê Îsraêl e? Malbata min jî, malbata herî biçûk a tevahiya malbatên Binyamîn e. Çima van tiştan ji min re dibêjî?”

22 Samûêl, Şawûl û xizmetkarê wî bir odeya xwarinê. Di nava mêvanan de li serê dîwanê da rûniştin. Ew li dora sî kesî bûn.

23 Piştre ji aşpêj re got: “Para ku min dabû te bîne vir ku min gotibû hilde.”

24 Aşpêj hêta goşt anî, danî ber Samûêl û got: “Keremke para ku ji bo te hatiye veqetandin bixwe! Çimkî min ev ji bo roja diyarkirî hildabû ku tu bi mêvanan re bixwî.” Wê rojê Şawûl bi Samûêl re xwarin xwar.

25 Piştî ku ji cihê perizînê hatin bajêr, Samûêl li ser banê mala xwe bi Şawûl re axivî.

26 Ber destê sibê rabûn. Samûêl, ji ser bên gazî Şawûl kir û got: “Rabe ezê te bişînim.” Şawûl bi Samûêl re derket derve.

27 Gava nêzîkî sînorê bajêr bûn, Samûêl ji Şawûl re got: “Ji xizmetkar re bêje, bila li pêşiya me bimeşe.” Gava xizmetkar derbasî pêşî bû, Samûêl ji Şawûl re got: “Tu bisekine. Ezê gotina Xwedê ji te re bêjim.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan