Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Samûêl I, 6 - Kurmanji Încîl


Sindoqa Peymana vedigere gelê Îsraêl

1 Sindoqa Xudan heft mehan li welatê Filîstiyan ma.

2 Filîstiyan gazî kahin û falbazan kir û got: “Em çi ji Sindoqa Xudan bikin? Ka ji me re bêjin, em çawa vegerînin?”

3 Wan got: “Sindoqa Xwedayê Îsraêl vala neşînin. Divê hûn pêşkêşiyeke berdêlê bidin. Wî çaxî hûnê baş bibin û bizanibin Xwedê çima we ceza dike.”

4 Filîstiyan wiha pirsîn: “Em wekî pêşkêşiyeke berdêlê çi jê re bişînin?” Kahin û falbazan got: “Pêşkêşiya we ya berdêlê, li gorî hejmara begên Filîstiyan, bila pênc kunêrên zêrîn û pênc mişkên zêrîn be. Çimkî ev bela li ser we û li ser mîrên we ye.

5 Loma jî çawa ku kunêr û mişkan vî welatî xera dikin, hûn jî wisa bikin. Bi vê yekê, Xwedayê Îsraêl rûmetdar bikin. Dibe ku Xwedayê wan cezayê li ser we, welatê we û îlahên we kêmtir bike.

6 Ev çi dilreqî û serhişkiya we ye ku hûn wekî Misriyan û Firewn dikin? Ma hûn nizanin piştî ku Xwedê gelek bela anîn serê Misriyan ew serbest berdan û kir ku Îsraêlî ji Misrê derkevin?

7 “Niha erebeyeke nû û du heb çêlekên dotinê ku neketine bin nîr hazir bikin. Erebeyê bi çêlekan ve girê bidin. Lê golikên wan ji wan dûr bikin û bibin tewlê.

8 Sindoqa Xudan deynin nav erebeyê û taximên zêrîn ku hûnê jê re bikin pêşkêşiya berdêlê bixin nava qutiyekê û deynin kêleka wê. Paşê bila erebe here.

9 Lê bila çavê we li ser be. Heke ew bi riya Bêtşemeşê re derbasî welatê xwe bibe, naxwe Xwedê ev belaya mezin bi ser me de şandiye. Heke na emê bizanibin ku ev bela ne ji wî ye lê bi xwe çêbûye.”

10 Wan mirovan wisa kirin. Du heb çêlekên dotinê anîn û bi erebeyê ve girê dan. Golikên wan jî xistin tewlê.

11 Qutiya ku di nav de mişkên zêr û kunêrên zêr hene, bi Sindoqa Xudan re xistin erebeyê.

12 Çêlek rasterast di riya Bêtşemeşê re çûn. Bêyî ku bi milê çep û rastê ve averê bibin kirin orînî û çûn. Begên Filîstî heta sînorê Bêtşemeşê li pey wan çûn.

13 Bêtşemeşiyan li deştê genim didirût. Gava serê xwe rakirin, wan sindoq dît û ew pê şa bûn.

14 Erebe li zeviya Yêşûyê Bêtşemeşî, li kêleka kevirekî mezin sekinî. Bêtşemeşî rabûn darên erebeyê şikandin, çêlek jî wekî qurbana şewitandinê pêşkêşî Xudan kirin.

15 Lêwiyiyan Sindoqa Xudan û qutiya li kêleka wê hildan ku tê de taximên zêrîn hebûn. Ew danîn ser wî kevirî. Wê rojê Bêtşemeşiyan ji bo Xudan qurbanên şewitandinê û qurbanên din pêşkêş kirin.

16 Pênc begên Filîstî piştî ew tişt dîtin hema wê rojê vegeriyan Eqronê.

17 Filîstî, ji bo bajarên Aşdod, Xeza, Aşqelon, Gat û Eqronê, ji bo Xudan wekî pêşkêşiyeke berdêlê, kunêrên zêrîn şandin.

18 Tevî gund û derdorê, pênc bajarên bisûr ên pênc begên Filîstiyan hebûn. Hejmara mişkên zêrîn jî ewqas bûn. Ew kevirê li zeviya Yêşûyê Bêtşemeşî ku Sindoqa Xudan wê rojê danîbûn ser, wekî şahid îro jî heye.

19 Ji bo ku li nava Sindoqa Xudan nihêrîbûn, Xudan hin Bêtşemeşiyan ceza kirin û heftê mirovî tune kir. Ji ber cezaya dijwar a Xudan, gel şîn girê da.

20 Bêtşemeşiyan digot: “Kî dikare li ber Xudan bisekine ku Xwedayê Pîroz e? Gelo piştî me dora kê ye?”

21 Paşê ji şêniyên Qîryat-Yearîmê re qasid şandin. Wan got: “Filîstiyan Sindoqa Xudan vegerandin. Werin bibin.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan