Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Samûêl I, 4 - Kurmanji Încîl

1 Gotinên Samûêl li tevahiya gelê Îsraêl belav bû. Gelê Îsraêl rabû çû ku şerê Filîstiyan bikin. Wan li bajarê Even-Êzerê artêşgeh danî. Filîstiyan jî artêşgeha xwe li bajarê Afêqê danî.


Sindoqa Peymana tê bidestxistin

2 Filîstî li dijî gelê Îsraêl ketin kozik û çeperan. Şer li her derê belav bû. Filîstiyan zora Îsraêliyan bir. Li qada şer nêzîkî çar hezar Îsraêlî hatin kuştin.

3 Gava leşker vegeriyan artêşgehê, rîspiyên gelê Îsraêl got: “Ji bo çi îro Xudan kir ku Filîstî zora me Îsraêliyan bibin? Werin em Sindoqa Peymana Xudan ji Şîloyê bînin vir. Heke ew li nav me be, wê Xudan me ji destê dijminên me rizgar bike.”

4 Gel mirov şandin Şîloyê. Sindoqa Peymana Xudanê Karîndar ku di nav xerûban de textê xwe danîbû, anîn wir. Herdu kurên Elî, Hofnî û Pînehas jî li ba Sindoqa Peymana Xwedê bûn.

5 Gava Sindoqa Peymana Xudan gihîşt nava artêşgehê, tevahiya gelê Îsraêl bi dengekî wisa bilind qîriyan ku erd û ezman lerizî.

6 Gava qîrîna wan bihîst, Filîstiyan got: “Wateya qîrîna bi dengê bilind a Îbraniyan li artêşgehê çi ye?” Gava hîn bûn Sindoqa Xudan aniye artêşgehê,

7 Filîstiyan bi tirs got: “Îlah hatine artêşgehê. Wey li me! Berê tiştekî wisa qet nebûbû.

8 Wey li me! Wê kî me ji destê van îlahên xurt rizgar bike? Îlahên ku Misrî li beriyê bi her belayê ceza kirin, ev îlah in.

9 Bi hêz bin Filîstîno, mêrxas bin! An na, Îbraniyan çawa serî li ber we tewand, hûnê jî wisa serî li ber wan bitewînin. Ji ber vê yekê bi mêrxasî şer bikin!”

10 Bi vî awayî Filîstiyan şer kir û zora gelê Îsraêl bir. Gel reviya konên xwe. Têkçûn wisa dijwar bû ku sî hezar leşkerên Îsraêliyan mirin.

11 Sindoqa Xwedê ket destê Filîstiyan û herdu kurên Elî, Hofnî û Pînehas mirin.


Mirina Eliyê Kahin

12 Kesekî ji eşîra Binyamînê ji qada şer reviya û hema wê rojê gihîşte Şîloyê. Wî kincên xwe çirandibûn û xwelî li serê xwe kiribû.

13 Zilam dema gihîşt Şîloyê, Eliyê ku ji bo Sindoqa Xwedê dilê wî dilerizî, li kêleka rê li ser kursiyekî rûniştî, bi fikar sekinîbû. Gava zilêm ket nav bajêr û her tişt got, tevahiya kesên bajêr qîriyan.

14 Dema Elî ev qîrîn bihîst, got: “Ev çi qîrîn e?” Zilam bi lez çû ba Elî ku jê re bêje.

15 Wê gavê Elî nod û heşt salî bû. Çavên wî qels bûbûn, baş nedidît.

16 Zilam ji Elî re got: “Ez ji qada şer têm, îro ji şer reviyam.” Elî pirsî “Çi qewimî lawo?”

17 Zilêm got: “Îsraêlî ji ber Filîstiyan reviyan. Leşker bi giranî şikestin. Herdu kurên te, Hofnî û Pînehas mirin. Sindoqa Xwedê jî hat bidestxistin.”

18 Gava zilêm behsa Sindoqa Xwedê kir, Elî ji ser kursiyê xwe yê li ber dergehê bajêr bi paşkî ket. Ji ber ku kal û giran bû, stûyê wî şikest û mir. Wî çil salan li welatê Îsraêl serwerî kiribû.

19 Bûka Elî, jina Pînehas, giran bû û li ber zarokanînê bû. Gava bihîst Sindoqa Xwedê hatiye desteserkirin û xezûr û mêrê wê mirine, êşa wê zêde bû, li erdê çok danî û zaro anî.

20 Gava li ber mirinê bû, jinên ku alîkariya wê dikirin, got: “Netirse, kurek ji te re bû” lê wê guh neda, bersiv jî neda.

21 Wê got: “Rûmet ji welatê Îsraêl rabû” û navê Îxavod li zarokê xwe danî. Sindoqa Xwedê hatibû desteserkirin, xezûr û mêrê wê jî miribûn.

22 Wê got: “Rûmet ji welatê Îsraêl rabû. Çimkî Sindoqa Xwedê hat desteserkirin.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan