Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Samûêl I, 31 - Kurmanji Încîl


Mirina Şawûlê Padîşah û kurên wî
( Dîrok I, 10:1-12 )

1 Filîstî bi gelê Îsraêl re ketin şer. Ew ji ber Filîstiyan reviyan. Gelek kuştî li Çiyayê Gilboayê ketin.

2 Filîstî ketin pey Şawûl û kurên wî. Wan Yonatan, Avînadav û Malkî-Şûayê kurên Şawûl kuştin.

3 Şer bi Şawûl re giran bû. Ew ji aliyê tîravêjên Filîstî ve hat birîndarkirin. Birîna wî xedar bû.

4 Şawûl ji çekdarê xwe re got: “Şûrê xwe bikişîne û li min bixe. Yan na, wê ev bêsinet bên, li min bixin û tinazên xwe bi min bikin.” Lê çekdarê wî gelek tirsiya û nexwest vê yekê bike. Li ser vê yekê Şawûl rabû şûrê xwe kişand û xwe avêt ser şûr.

5 Gava çekdar dît Şawûl miriye, wî jî xwe avêt ser şûrê wî û pê re mir.

6 Hema wê rojê Şawûl, sê kurên wî, çekdarê wî û tevahiya zilamên wî bi hev re mirin.

7 Gava gelê Îsraêl ê ku li aliyê din ê deştê û aliyê din ê Çemê Şerîayê dît ku artêşa gelê Îsraêl reviyaye û Şawûl û kurên wî jî mirine, wan jî bajarên xwe berdan û reviyan. Filîstî hatin û li wan bajaran bicih bûn.

8 Roja din Filîstî vegeriyan ku kuştiyan bişelînin. Wan cendekê Şawûl û her sê kurên wî jî li Çiyayê Gilboayê dîtin.

9 Wan serê Şawûl jêkir û çekên wî şelandin. Piştre wan qasid şandin seranserê welatê xwe ku vê xebera baş li malikên pûtên xwe û di nav gel de belav kirin.

10 Çekên Şawûl xistin perestgeha Eştoretê û cendekê wî li ser sûra Bêtşeanê mîx kir.

11 Lê gava şêniyên Yavêş-Gîladê bihîst ku Filîstiyan ev tişt aniye serê Şawûl,

12 hemû mêrxas rabûn û bi şev çûn Bêtşeanê. Wan cendekên Şawûl û kurên wî ji sûrê daxistin, birin Yavêşê û li wir şewitandin.

13 Piştre hestiyên wan hildan û di bin dargezeka li Yavêşê de veşartin. Heft rojan rojî girtin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan