Samûêl I, 3 - Kurmanji ÎncîlXwedê gazî Samûêlê Pêxember dike 1 Samûêlê biçûk, di bin rêveberiya Elî de, xizmet ji Xudan re dikir. Di wan rojan de, gotina Xudan kêm dihat. Dîtinî jî kêm bûbûn. 2 Şevekê Elî di nav nivînên xwe de radiza. Bînahiya çavan ewqas kêm bûbû ku bi zorê didît. 3 Qendîla Xwedê hê netefiyabû. Samûêl li Perestgeha Xudan ku Sindoqa Xwedê bû, radiza. 4 Xudan gazî Samûêl kir. Samûêl got: “Keremke.” 5 Paşê çû ba Elî û jê re got: “Te gazî min kir, keremke.” Lê Elî got: “Min gazî te nekir, here razê.” Samûêl jî çû raza. 6 Xudan dîsa got: “Samûêl!” Samûêl rabû, çû ba Elî û jê re got: “Keremke, te gazî min kir.” Elî got: “Min gazî te nekir lawo, here razê.” 7 Samûêl hê jî Xudan nas nedikir. Hê gotina Xudan jê re nehatibû eşkerekirin. 8 Xudan cara sisêyan gazî Samûêl kir. Samûêl rabû û ji Elî re got: “Keremke, te gazî min kir.” Wê gavê Elî fêm kir ku Xudan gazî Samûêlê biçûk kiriye. 9 Li ser vê yekê ji Samûêl re got: “Here razê. Gava careke din gazî li te bike, bêje: ‘Keremke ya Xudan, guhê xulamê te li te ye.’” Samûêl çû li cihê xwe raza. 10 Xudan hat li wir sekinî û her wekî berê got: “Samûêl, Samûêl!” Samûêl got: “Kerem bike, guhê xulamê te li te ye.” 11 Xudan ji Samûêl re wiha got: “Hindik maye ezê tiştekî li welatê Îsraêl bikim ku her kesê bibihîze, wê zendegirtî bimîne. 12 Wê rojê her tiştê ku min derbarê malbata Elî de got, ezê ji serî heta binî pêk bînim. 13 Min ji Elî re got ku ji ber sûcê ku haya wî jê heye, ezê malbata wî heta hetayê bidarizînim. Çimkî zarokên wî li dijî Xwedê bêrûmetî kirin. Elî rê li ber wan negirt. 14 Ji ber vê yekê min sond xwar û got: ‘Wê gunehê Mala Elî bi tu awayî ne bi qurban, ne jî bi pêşkêşiyê were bexişandin.’” 15 Samûêl heta serê sibê raza, paşê wî deriyên Mala Xudan vekirin. Nedixwest ji Elî re bêje ku çi dîtiye. 16 Lê Elî wiha gazî wî kir û got: “Lawo Samûêlo!” Samûêl got: “Keremke!” 17 Elî pirsî û got: “Xudan ji te re çi got? Ji min veneşêre. Heke tu ji tiştên hatine gotin, tiştekî jî, ji min veşêrî, bila Xwedê jê xerabtir bîne serê te!” 18 Samûêl tiştekî jê veneşart û jê re got. Elî jî got: “Ew Xudan e, bila ya xwe bike.” 19 Samûêl mezin dibû û Xudan jî pê re bû. Hemû sozên Xudan pêk hatin. Gotinên wî vala derneketin. 20 Ji Danê heta Beêr-Şevayê, tevahiya gelê Îsraêl fêm kir ku Samûêl wekî pêxemberekî Xudan hatiye şandin. 21 Xudan wan rojan li Şîloyê bi berdewamî xuya dibû. Ew li wir bi peyva xwe li Samûêl xuya dibû. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey