Samûêl I, 29 - Kurmanji ÎncîlAxîş Dawid dişîne Zîqlagê 1 Filîstiyan tevahiya artêşên xwe li Afêqê kom kirin. Îsraêliyan jî artêşgehek li keviya kaniya Yîzreyêlê danîbû û li wir diman. 2 Begên Filîstî bi yekîneyên xwe re dimeşiyan ku her yek ji wan ji sed an hezar mirovî pêk dihatin. Dawid û zilamên xwe jî tevî Axîş li pey wan dihatin. 3 Fermandarên Filîstiyan pirs kir û got: “Çi karê van Îbraniyan li vir heye?” Axîş ji wan re got: “Ev Dawid e. Ew xulamê Şawûlê Padîşahê gelê Îsraêl e. Ji salekî zêdetir e ku li ba min dimîne. Ji dema ku hatiye ba min heta îro, min jê tu xerabî nedîtiye.” 4 Lê fermandarên Filîstiyan ji Axîş hêrs bûn û gotin: “Vî zilamî paş ve bişîne, bila here cihê ku te daye wî. Bila bi me re neyê şer. Wê di şer de li dijî me derkeve. Wê bi çi awayî li ber xweyê xwe rûspî be? Wê riyeke baştir hebe ku ew zilamên me bikuje?! 5 Ma ev ne ew Dawid e ku di govendê de li ser wî digot: “‘Şawûl kuşt bi hezaran, Dawid kuşt bi deh hezaran’?” 6 Li ser vê yekê Axîş gazî Dawid kir û got: “Bi navê Xudanê Jîndar tu mirovekî rast î. Min dixwest tu bi min re beşdarî şer bibî. Ji roja ku tu hatî ba min heta niha, min tu tevgereke te ya çewt nedîtiye. Lê begên Filîstiyan ji te hez nekirin. 7 Niha bi xêr û silamet here! Li ber çavê begên Filîstiyan, tiştekî xerab neke.” 8 Dawid pirsî û got: “Lê min çi kir? Ji roja ku ez hatime ba te, te çi xerabiya min dîtiye ku ez bi xweyê xwe padîşah re neyêm şer?” 9 Axîş got: “Ez dizanim tu wekî milyaketekî Xwedê baş î, lê fermandarên Filîstiyan dibêjin: ‘Bila bi me re neyê şer.’ 10 Tevî xulamên xweyê xwe yên ku bi te re hatin, serê sibê zû rabin, herin.” 11 Bi vî awayî Dawid û zilamên xwe, serê sibê rabûn û çûn welatê Filîstiyan. Filîstî jî çûn Yîzreyêlê. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey