Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Samûêl I, 27 - Kurmanji Încîl


Dawid di nav Filîstiyan de

1 Dawid ji xwe re got: “Ezê rojekê bi destê Şawûl bêm kuştin. Ji bo min riya baş ew e ku birevim welatê Filîstiyan. Wê gavê wê Şawûl, dev ji min berde û li seranserê welatê Îsraêl li min negere. Bi vî awayî ezê ji destê wî xwe xilas bikim.”

2 Dawid û şeş sed kesên pê re, bûn alîgirê Axîşê kurê Maokê Padîşahê Gatê.

3 Ew tevî malbatên xwe li Gatê li ba Axîş bi cih û war bûn. Her du jinên Dawid li ba wî bûn; Ahînoema Yîzreyêlî û Avîgayila kevnejina Navalê Karmelî.

4 Piştî ku Şawûl bihîst Dawid reviyaye Gatê, dev jê berda.

5 Dawid ji Axîş re got: “Heke ez bi dilê te xweş bim, li bajarên derdorê bila li cihekî biçûk bidin min ku ez li wir bijîm. Çimkî ez xulamê te, ne pêwist e bi te re, li bajarê padîşah bijîm.”

6 Axîş wê rojê bajarê Zîqlagê da wî. Loma heta îro jî Zîqlag digihîje padîşahên Cihûdayê.

7 Dawid li ser axa Filîstiyan salek û çar meh ma.

8 Di vê navberê de Dawid û zilamên xwe êrîş bir ser Geşûriyan, Gîrziyan û Emalêqiyan. Demeke dirêj bû ew li ser axekê dijiyan ku heta Şûrê û welatê Misrê berfireh bû.

9 Gava Dawid êrîşî herêmekê dikir, nedigot jin û mêr, tu kesî sax nedihişt. Pez û dewar, ker û deve, cil û berg talan dikir û ji Axîş re dianî.

10 Dema ku Axîş digot: “We îro êrîş biriye ser ku?” Dawid digot: “Me êrîş bir ser başûrê Cihûdayê, başûrê Yerahmeyêliyan û Qêniyan.”

11 Dawid ji bo ku tu kesî bi xwe re nebe Gatê, ne jin ne jî mêr tu kesî sax nedihişt. Çimkî wî digot: “Bila neçin Gatê û nebêjin: ‘Dawid wiha kir, wisa kir, li dijî me xeber nedin.’” Dawid li ser axa Filîstiyan çiqas ma ev yek berdewam kir.

12 Axîş her diçû bi Dawid ewle dibû û digot: “Dawid xwe li ber çavê gelê xwe Îsraêl reş kir. Loma jî heta hetayê wê bibe xulamê min.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan