Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Samûêl I, 24 - Kurmanji Încîl


Dawid canê Şawûlê Padîşah dibexişîne

1 Şawûl piştî ku dev ji peyketina Filîstiyan berda, pê hesiya ku Dawid li Beriya Eyn-Gediyê ye.

2 Şawûl ji tevahiya gelê Îsraêl sê hezar leşkerên bijare civandin ku li Bilindciyê Pezkoviyan li Dawid û zilamên wî bigere.

3 Di rê de rastî hevşiyên pêz hat. Li wir şikeftek jî hebû. Şawûl ji bo avrêjê ket şikeftê. Dawid û zilamên wî jî, di binê vê şikeftê de diman.

4 Zilamên Dawid jê re got: “Va ye roja ku Xudan ji te re gotibû, ‘Ji bo daxwazên te, ezê dijminê te bidim destê te.’ Ew roj ev roj e!” Dawid rabû ji dawa Şawûl, perçeyek bi dizî jê kir.

5 Lê paşê ji ber vê kirina xwe li ber xwe ket.

6 Ji zilamên xwe re got: “Xwedê neke ku ez li dijî xweyê xwe, kifşkiriyê Xudan vî tiştî bikim. Ez destê xwe li dijî kifşkiriyê Xudan ranakim.”

7 Dawid bi van peyvan zilamên xwe asteng kir û nehişt ku êrîşî Şawûl bikin. Şawûl ji şikeftê derket û da rê.

8 Dawid jî, ji şikeftê derket. Gazî Şawûl kir û got: “Padîşahê min, ezbenî!” Gava Şawûl li pey xwe zivirî, Dawid xwe tewand, deverû çû erdê û jê re got:

9 “Tu çima guhdariya wan kesan dikî ku dibêjin: ‘Dawid li pey xerabiya te ye?’

10 Va ye tu bi çavên xwe dibînî ku Xudan çawa di şikeftê de te da destê min. Hinekan xwest ku ez te bikujim, lê ez li ber te ketim. Min got: ‘Ez destê xwe li xweyê xwe ranakim, ji ber ku ew kifşkiriyê Xudan bi xwe ye.’

11 Bavo, li vî perçeyî destê min binêre ku ji dawa xiftanê te hatiye jêkirin. Belê lê binêre! Min ji dawa xiftanê te perçeyek qut kir, lê min tu nekuştî. Ji ber vê yekê, baş bizane ku di dilê min de xerabî û fikra serhildanê tuneye. Dîsa jî, tu dixwazî min bikujî.

12 Bila Xudan di navbera min û te de dadger be û heyfa min ji te bistîne. Lê ezê destê xwe li te ranekim.

13 Li gorî meseloka pêşiyan: ‘Ji xeraba xerabî dertê,’ lê ezê destê xwe li te bilind nekim.

14 Gelo Padîşahê gelê Îsraêl li dijî kê rabûye? Tu bera kê didî? Kûçikekî mirî yan kêçekê?

15 Bila Xudan di nav min û te de dadger be û biryarê bide. Bila Xudan li doza min binêre, min biparêze û ji destê te rizgar bike.”

16 Dema ku Dawid gotina xwe qedand, Şawûl jê pirsî: “Dawid kurê min, ev dengê te ye?” Paşê bi dengekî bilind giriya.

17 Jê re got: “Tu zilamekî ji min rastir î. Min xerabî li te kir, lê te bi qencî bersiva min da.

18 Îro te eşkere kir ku te qencî li min kiriye: Xudan ez dam destê te, lê te ez nekuştim.

19 Ma kesek heye ku dijminê xwe bigire û sax bihêle? Bila Xudan jî, ji ber vê qenciya ku te bi min kir, te xelat bike.

20 Êdî ez baş dizanim ku tê padîşah bibî û padîşahiya gelê Îsraêl bi te xurt bibe.

21 Niha bi Xudan sond bixwe ku tê piştî min, ziriyeta min qir nekî û navê min ji nav mala bavê min ranekî.”

22 Dawid çawa ku Şawûl xwest sond xwar. Piştre Şawûl çû mala xwe. Dawid û zilamên wî jî, çûn sitargehê.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan