Samûêl I, 23 - Kurmanji ÎncîlDawid bajarê Qeîlayê rizgar dike 1 Ji Dawid re xeber şand û got: “Filîstiyan êrîşî bajarê Qeîlayê kirine û tevahiya bênderên wan talan dikin.” 2 Dawid bi Xudan şêwirî û got: “Ez herim êrîşî van Filîstiyan bikim?” Xudan bersiv da û got: “Here êrîşî Filîstiyan bike û bajarê Qeîlayê rizgar bike.” 3 Lê zilamên wî ji Dawid re got: “Binêre, gava em li vir, li Cihûdayê ne, em ditirsin. Gava em herin Qeîlayê, li dijî artêşa Filîstiyan şer bikin, emê bêtir bitirsin.” 4 Li ser vê yekê Dawid careke din bi Xudan şêwirî. Xudan jê re careke din got: “Rabe, here Qeîlayê! Çimkî ezê Filîstiyan bi destê xwe radestî te bikim.” 5 Bi vî awayî Dawid û zilamên li ber destê wî, çûn Qeîlayê, li dijî Filîstiyan şer kirin. Dawid heywanên wan bi dest xistin. Filîstiyan bi awayekî giran têk bir û şêniyên Qeîlayê rizgar kirin. 6 Dema Aviyatarê kurê Ahîmelek reviya û çû Qeîlayê ba Dawid, êfodê jî bi xwe re biribû. Dawid dîsa ji ber Şawûlê Padîşah direve 7 Gava Şawûl bihîst ku Dawid çûye bajarê Qeîlayê, wî got: “Xwedê Dawid da destê min. Dawid ket bajarekî bi dergeh û zirze û bi vî awayî xwe hepis kir.” 8 Şawûl gaziya şer li tevahiya gel kir ku ber bi Qeîlayê ve bimeşin û Dawid û zilamên wî dorpêç bikin. 9 Gava Dawid fêm kir Şawûl li dijî wî fen çêkiriye, wî ji Aviyatarê Kahin re got: “Êfodê bîne.” 10 Piştre got: “Ya Xwedayê Îsraêl Xudan! Xulamê te bihîstiye ku Şawûl dixwaze were Qeîlayê û ji rûyê min qira bajêr bîne. 11 Gelo wê gelê Qeîlayê min bide dest? Çawa ku xulamê te bihîstiye wê Şawûl were? Ya Xwedayê Îsraêl Xudan, ez lava dikim ji xulamê xwe re bêje!” Xudan bersiv da û got: “Wê Şawûl were.” 12 Dawid ji Xudan pirsî: “Gelo wê gelê Qeîlayê min bide destê Şawûl?” Xudan got: “Wê bide!” 13 Li ser vê yekê Dawid û bi qasî şeş sed kesên li ba wî, ji Qeîlayê derketin û herkes bi aliyekî ve çû. Şawûl gava bihîst ku Dawid ji Qeîlayê reviyaye, neçû wir. 14 Dawid li sitargehan ma ku li herêma çiyayî ya Beriya Zîfê. Şawûl her roj lê digeriya, lê Xwedê Dawid nedida destê wî. 15 Dawid gava li Beriya Zîfê, li Horeşê bû, bihîst ku Şawûl daye pey kuştina wî. 16 Di vê navberê de Yonatanê kurê Şawûl rabû çû Horeşê ba Dawid û bi navê Xwedê hêz da wî. 17 Got: “Netirse! Bavê min Şawûl wê dest nede te. Tê bibî Padîşahê gelê Îsraêl, ezê jî bibim alîkarê te. Bavê min Şawûl jî vê yekê dizane.” 18 Her duyan jî, li ber Xudan peymana xwe nû kirin. Piştre Yonatan vegeriya mala xwe, lê Dawid li Horeşê ma. 19 Zîfî çûn Gîvayê ba Şawûl. Wan got: “Dawid di nav me de ye. Ew li başûrê Yeşîmonê, di sitargehên Horeşê ku li ser girê Haxîlayê ye xwe vedişêre. 20 Ya padîşah, tu kengê dixwazî were! Bihêle em Dawid bidin destê te.” 21 Şawûl got: “Xudan bila we pîroz bike! Hûn li ber min ketin. 22 Herin li pey bigerin ka Dawid xwe li ku vedişêre. Li ku dimîne, kî wî dibîne, baş hîn bibin. Çimkî ji bo wî dibêjin pir fêlbaz e. 23 Li ku xwe vedişêre hîn bibin û ji min re bibêjin. Wê gavê ezê jî bi we re bêm. Heke Dawid li wir be, di nav tevahiya binemalên Cihûdayê de ezê lê bigerim û wî bibînim.” 24 Bi vî awayî Zîfî rabûn û beriya Şawûl, çûn Zîfê. Wê gavê Dawid û zilamên wî li Beriya Maonê ango Yeşîmonê ku diket Başûrê Eravayê. 25 Dawid ku bihîst Şawûl û zilamên wî hatine lê digerin, dakete jêr û xwe di zinarê li Beriya Maonê de parast. Dema ku Şawûl ev bihîst, li pey Dawid çû Beriya Maonê. 26 Şawûl li vî aliyê gelî, Dawid û zilamên wî jî li aliyê din ê gelî ber bi hev ve dimeşiyan. Dawid hewl dida ku bireve û xwe ji Şawûl û zilamên wî rizgar bike. Leşkerên Şawûl ji bo Dawid û zilamên wî bigirin nêzîk bûn. 27 Qasid hat û ji Şawûl re got: “Zû were! Filîstî êrîşî welêt dikin.” 28 Li ser vê yekê Şawûl dev ji Dawid berda. Rabû çû ku li dijî Filîstiyan şer bike. Loma ji wê derê re Sela-Hammahleqot hat gotin. 29 Dawid ji wir derket, xwe li sitargehên herêma Eyn-Gediyê veşart. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey