Samûêl I, 22 - Kurmanji Încîl1 Dawid ji Gatê derket, reviya çû Şikefta Edûllamê. Birayê wî û kesên din ên ji malbata wî ku ev yek bihîstin, çûn ba wî. 2 Her kesekî di tengasiyê de, deyndar û nexweş li dora Dawid kom bû. Dawid ji nêzîkî çar sed kesî re rêbertî kir. 3 Dawid ji wir çû bajarê Mîspeya li Moavê. Ji Padîşahê Moavê daxwazeke wiha kir: “Heta kifş bibe ku wê Xwedê çi bi min bike, bila diya min û bavê min, werin li ba we bimînin, hûnê destûrê bidin?” 4 Bi vî awayî Dawid, diya xwe û bavê xwe danî ba Padîşahê Moavê. Heta ku Dawid di sitargehê de ma, ew jî li ba Padîşahê Moavê man. 5 Lê Gadê Pêxember ji Dawid re got: “Di sitargehê de nemîne, here welatê Cihûda!” Li ser vê yekê Dawid ji wir rabû û çû Daristana Heretê. Şawûlê Padîşah kahinên bajarê Novê dikuje 6 Di vê navberê de, Şawûl hîn bû ku Dawid û yên li ba wî ne, li ku dimînin. Şawûl di destê wî de rima wî, li Gîvayê, li ser girekî di bin dargezekê de rûdinişt. Leşkerên wî jî li dora wî rûdiniştin. 7 Şawûl ji wan re wiha got: “Ya mirovên Binyamînî, niha guhdar bin! Ma wê kurê Yêşa rez û zeviyan bide her yekî ji we? Wê her yekî ji we bike sersed û serhezar?” 8 We hemûyan li dijî min fenek ava kir. Ji ber ku dema kurê min, bi kurê Yêşa re peyman çêkir, kesekî ku agahî bide min tunebû. Di nav we de, tenê kesekî ku dilê wî bi min bişewite derneket. Wek ku îro jî wisa ye, ji bo ku kemîn ji min re çêke, kurê min xulamê min Dawid sor kiriye, tu kesê ku vê yekê ji min re bêje nebû. 9 Li ser vê yekê, Doêgê Edomî ku li ba leşkerên Şawûl disekinî got: “Min dît ku kurê Yêşa Dawid hat bajarê Novê, ba kurê Ahîtûv, Ahîmelekê Kahin. 10 Ahîmelek ji bo Dawid bi Xudan şêwirî. Hem ji bo wî xwarin peyda kir, hem jî şûrê Golyatê Filîstî da wî.” 11 Şawûlê Padîşah şand pey Ahîmelekê Kahinê kurê Ahîtûv û kahinên malbata bavê wî ku li bajarê Novê ne. Hemû hatin ba padîşah. 12 Şawûl ji Ahîmelek re bi hêrs got: “Kurê Ahîtûv, guhê xwe veke!” Ahîmelek got: “Kerem bike ezbenî.” 13 Şawûl got: “Ji bo çi te û kurê Yêşa fen li min kir? Te nan û şûr da wî, ji bo wî tu bi Xwedê re şêwirî! Wî jî li dijî min serî hilda û çawa ku îro kir, li dijî min kemîn danî.” 14 Ahîmelek wiha got: “Di nava tevahiya peywirdarên te de, kesekî bi qasî Dawid girêdayî te heye? Dawid zavayê te û fermandarê te yê parêzvanan e. Ew di mala te de kesekî rêzdar e. 15 Ma îro ye ku ji bo Dawid ji Xwedê lavayan dikim? Nexêr! Bila padîşah min xulamê xwe û malbata bavê min sûcdar nebîne. Ji ber ku xulamê te li ser vê yekê tu tiştî nizane.” 16 Lê Şawûl got: “Ya Ahîmelek, tu jî tevahiya malbata te jî hûnê esse bimirin.” 17 Piştre ji leşkerê nobedar ê li ba xwe sekiniye re got: “Herin û kahinên Xudan ên ku piştgiriya Dawid dikin bikujin. Çimkî wan dizanibû ku Dawid reviyaye, lê wan agahî nedane min.” Lê peywirdarên padîşah nexwestin dest bilind bikin û kahinên Xudan bikujin. 18 Li ser vê yekê padîşah, emir da Doêg û got: “Tu here kahinan bikuje.” Doêgê Edomî jî çû kahin kuştin. Wê rojê Doêg, heştê û pênc kesên ku kirasê kahintiyê yê kitan li wan bûn kuştin. 19 Doêg Nova bajarê kahinan da ber şûran. Wî jin û mêr, zarok û berşîr, ker, pez û dewar kuştin. 20 Tenê yek ji kurên Ahîmelekê Kahinê kurê Ahîtûv yê bi navê Aviyatar, filitî, ew jî reviya çû ba Dawid. 21 Aviyatar, kuştina kahinên Xudan ji hêla Şawûl ve ji Dawid re got. 22 Dawid ji Aviyatar re got: “Min wê roja ku Doêgê Edomî ku li vir bû, fêm kiribû, wê her tiştî ji Şawûl re bêje. Ez bûm sedema kuştina bavê te û tevahiya kesên malbata te. 23 Li ba min bimîne û netirse! Kesê li pey kuştina te dixwaze min jî bikuje. Li ba min tê di ewlehiyê de bî.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey