Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Samûêl I, 20 - Kurmanji Încîl


Dostaniya Yonatan û Dawid

1 Dawid ji taxa Nayota Ramayê reviya, hat ba Yonatan û got: “Min çi kiriye? Xerabiya min çi ye? Gunehê min çi ye ku bavê te li pey kuştina min e?”

2 Yonatan got: “Xwedê neke, mirin dûrî te be! Tê nemirî. Biçûk an mezin, bavê min bêyî min tiştekî nake. Çima ji min veşêre? Tiştekî wisa nabe.”

3 Dawid sond xwar û got: “Bavê te dizane tu ji min hez dikî û ew dibêje: ‘Bila Yonatan vê yekê nizanibe, an na wê xemgîn bibe. Lê ez bi serê te û navê Xudan sond bixwim, di navbera min û mirinê de tenê gavek heye.’”

4 Yonatan ji Dawid re got: “Tu çi bixwazî ezê ji bo te bikim.”

5 Dawid lê vegerand û got: “Sibê Cejna Heyva Nû ye. Divê ez bi padîşah re rûnim nan bixwim. Lê bihêle ez heta êvara roja sisêyan xwe li çolê veşêrim.

6 Heke bavê te bi min bihese, jê re bêje: ‘Dawid destûra xwe ji min xwest ku here bajarê xwe Bêtlehemê. Çimkî wê malbata wî qurbana salane bide.’

7 Gava bavê te bêje: ‘De baş e,’ wê gavê ev ji bo xulamê te baş e. Lê ku hêrs bibe, bizanibe ku ew li tiştekî xerab difikire.

8 Herçî tu yî, were qenciyê bi xulamê xwe bike. Çimkî te li ber hizûra Xudan soz û peymana biratiyê da min. Ez neheq bim, tu bixwe min bikuje. Çima tê min bibî ba bavê xwe?”

9 Yonatan got: “Xwedê neke! Gava ez bizanibim bavê min dixwaze xerabiyê li te bike, ma ezê ji te re nebêjim?”

10 Wî ji Yonatan re got: “Heke bavê te bersiveke hişk bide te, wê kî ji min re bêje?”

11 Yonatan jê re got: “Were, em herin çolê.” Herdu çûn derveyî bajêr.

12 Yonatan berdewam kir got: “Xwedayê Îsraêl Xudan şahid e, sibe yan dotira rojê van çaxan, qenc an xerab ezê bi niyeta bavê xwe bihesim ka li ser te çi difikire. Wî çaxî esse ezê ji te re bibêjim?

13 Gava niyeta bavê min kuştina te be, ez ji te re nebêjim û te dernexim ewlehiyê, bila Xudan jê xerabtir bîne serê min. Xudan bi te re be, çawa ku bi bavê min re jî bû.

14 Heta ez sax im kerema Xudan nîşanî min bide ji bo ku bijîm.

15 Xudan tevahiya dijminên Dawid ji ser rûyê erdê rake jî, tu kerema xwe li ser ziriyeta min bihêle.”

16 Paşê Yonatan soz û peyman bi Mala Dawid re girê da û got: “Bila Xudan dijminên Dawid ceza bike.”

17 Yonatan ji ber hezkirina Dawid, careke din ew da sondê. Çimkî bi dil û can, wekî nefsa xwe jê hez dikir.

18 Yonatan jê re got: “Sibê Heyva Nû ye. Ji ber ku wê cihê te vala be, wê pirsa te bikin.

19 Dotira rojê bilezîne here cihê ku te xwe lê veşartibû, li ber Kevirê Ezelê rûne.

20 Ezê jî sê tîran bavêjim wî alî, çawa ku nîşanê digirim.

21 Paşê ezê xulamê xwe bişînim wir û jê re bêjim: ‘Here wan tîran bîne.’ Gava jê re bêjim: ‘Va ne tîr li ba te ne, hilde û were,’ wî çaxî bizanibe ku tu di ewlehiyê de yî. Bi navê Xudanê Jîndar, ev ji bo te qenc e.

22 Lê gava ez ji xort re bêjim: ‘Tîr dûrî te ne,’ tu bireve here. Çimkî Xudan te dişîne.

23 Xudan her û her di navbera min û te de şahidê vê yekê ye.”

24 Dawid li çolê xwe veşart. Heyva Nû hat, padîşah li ser sifrê rûnişt.

25 Padîşah wekî caran, li cihê xwe ya li kêleka dîwêr rûnişt. Yonatan li pêşberê Şawûl, Avnêr jî li kêleka wî rûnişt. Lê cihê Dawid vala ma.

26 Şawûl wê rojê tiştekî negot. Wiha difikirî: “Tiştek hatiye serê Dawid. Ew ne paqij e, esse ew ne paqij e.”

27 Roja din ku dibe roja diduyê serê heyvê, cihê Dawid dîsa vala ma. Şawûl ji Yonatanê kurê xwe re got: “Çima kurê Yêşa duh û îro nehat ser sifrê?”

28 Yonatan got: “Dawid bi israr ji min destûr xwest ku here Bêtlehemê.

29 Wî got: ‘Ji kerema xwe, bihêle ez herim çimkî li bajêr malbata me qurban serjê dike û birayê min xwest ez jî li wir bim. Bi dilê te be, bihêle ez herim wî bibînim.’ Loma ew li ser sifreya padîşah tunebû.”

30 Hêrsa Şawûl li dijî Yonatan rabû. Wî jê re got: “Ya kurê jina serhildêr û jirêderketî! Ma ez nizanim ku tu pişta kurê Yêşa digirî? Ev hem ji bo te, hem ji bo diya te ya ku te aniye dinyayê, şermeke mezin e!

31 Heta kurê Yêşa bijî, ne tê li cihê xwe bimînî, ne jî padîşahiya te! Rabe here wî bîne ba min, ezê wî bikujim.”

32 Yonatan li ser vê gotinê wiha got: “Çima bimire? Wî çi kiriye?”

33 Şawûl rima xwe avêt ku wî bikuje. Yonatan êdî fêm kir ku bavê wî biryara kuştina Dawid daye.

34 Yonatan bi hêrsa dijwar ji ser sifrê rabû. Wî roja diduyê heyvê xwarin nexwar. Çimkî li ber Dawid diket û bavê wî erzê wî şikandibû.

35 Yonatan çawa ji Dawid re gotibû serê sibê çû çolê. Li ba wî xortek hebû.

36 Ji xort re got: “Ezê niha tîran bavêjim, tu here bîne.” Gava xort baz da, Yonatan tîrek avêt pêşiya wî.

37 Gava xort gihîşt cihê tîr, Yonatan gazî kir û got: “Tîr li pêşiya te ye!

38 Here, nesekine, bilezîne!” Xort tîr hilda, anî da Yonatan.

39 Haya xort ji tiştekî tunebû, lê haya Yonatan û Dawid ji hev hebû.

40 Yonatan çekên xwe dan xort û jê re got: “Van bibe bajêr.”

41 Gava xort çû, Dawid ji başûrê kevir rabû ser xwe û sê caran deverû çû erdê. Wan hev ramûsa û li ser hev de giriyan. Lê Dawid zêdetir digiriya.

42 Yonatan ji Dawid re got: “Bi xêr û silamet here. Me bi navê Xudan sond xwaribû ku ew di navbera min û te û ziriyetên me de, heta hetayê şahidê peymana me be.” Paşê Dawid bi rê ket. Yonatan jî vegeriya bajêr.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan