Samûêl I, 2 - Kurmanji ÎncîlDuaya Hannaya diya Samûêlê Pêxember 1 Hannayê wiha dua kir: “Dilê min, bi Xudan şa dibe, Yê ku hêza min zêde dike Xudan e, Li dijî dijminên xwe, bi te dipesinim, Bi rizgariya te dilşa dibim. 2 Di pîroziyê de yekî mîna Xudan tuneye, Ya Xudan, yê wekî te tuneye, Zinarekî wekî Xwedayê me tuneye. 3 Êdî gotinên mezin nekin, Bila ji devê we gotinên qure dernekevin, Ji ber ku Xudan ew Xwedê ye ku her tiştî dizane. Ew e yê ku kirinan dipîve. 4 Tîr û kevanên mêrxasan têne şikandin, Lê bêtaqet bi qewetê têne şidandin. 5 Têr bi şîva şevê dikevin, Lê birçî têr dibin, Jina kordunde, heft zarokan tîne, Lê diya gelek zarokan diçilmise. 6 Xudan hem dikuje hem radike, Dibe diyarê miriyan û tîne. 7 Ew hem belengaz dike, hem jî dewlemend, Hinekan dadixe, hinekan radike. 8 Ew belengazan ji toza erdê radike, Hejaran ji sergoyan derdixe Ku bi mîran re rûnin Û textê rûmetê bibe mîrasa wan. Bingeha dinyayê ya Xudan e, Wî dinya li ser vê daniye. 9 Xudan gavên dilsozên xwe diparêze, Lê xerab di tariyê de tune dibin, Mirov tenê bi hêza xwe bi ser nakeve. 10 Kesên li dijî Xudan wê perçe perçe bibin, Xudan ji ezmanan li ser wan dike gurmîn. Wê binê dinyayê jî bibe ber dîwanê, Yê ku padîşahê xwe hêzdar dike, Hêza kesê xwe yê kifşkirî zêde dike Xudan e.” 11 Êlqana paşê çû mala xwe ya li Ramayê. Lê kurik di bin çavdêriya Eliyê kahin de, xizmet ji Xudan re dikir. Xerabiyên kurên Eliyê Kahin 12 Kurên Elî gelek xerab bûn, wan Xudan nas nedikir. 13 Guh nedidan rêznameya kahinan a li ser xelkê. Dema kesek goştê qurbanê dikeland, xizmetkarê kahin, di destan de bi sêgoyeke mezin dihat. 14 Sêgoyê dixist nava qaqib, beroş, dîz û quşxaneyan. Her tiştê ku bi sêgoyê dihat derxistin, ji bo kahin dihat veqetandin. Ji tevahiya Îsraêliyên ku dihatin Şîloyê re bi vî awayî tevdigeriyan. 15 Herwiha beriya şewitandina bez, xizmetkarê kahin ji pêşkêşkarê qurbanê re digot: “Ji bo kahin goştê sorkirinê bide. Kahin ji te goştê kelandî nastîne, ew tenê goştê xav distîne.” 16 Lê gava pêşkêşkarê qurbanê bigota: “Pêşî divê bez bê şewitandin, paşê çiqas goşt dixwazî hilde” wê xizmetkar bigota: “Na, tê vêga bidî, yan na ezê bi zorê hildim.” 17 Gunehê xortan di çavê Xudan de gelek mezin bû. Çimkî wan pêşkêşiyên Xudan kêm dîtin. 18 Wan rojan Samûêlê biçûk xizmeta Xudan dikir û kirasê kahintiyê yê kitan lê bû. 19 Diya wî her sal jê re xiftanokek çêdikir. Gava ew ji bo pêşkêşkirina qurbana salane diçûn Şîloyê, lê dikir. 20 Elî, Êlqana û jina wî pîroz dikirin, ji bo wan dua dikir û digot: “Bila Xudan ji dêla vî zarokê ku ji bo wî hatiye pêşkêşkirin, ji vê jina te zarokên din bide te.” Paşê ew vedigeriyan mala xwe. 21 Xudan bi Hannayê re qencî kir û Hanna bi zaro ma. Sê kur û du keçên din anîn. Samûêlê biçûk di bin xizmeta Xudan de mezin bû. 22 Elî êdî gelek kal bûbû. Wî bihîstibû ku zarokên wî xerabî li Îsraêliyan kiribûn û bi jinên xizmetkar re razabûn ku li ber deriyê Konê Hevdîtinê bûn. 23 Ji wan re got: “Ev çi kirêtî ne ku hûn dikin? Her kes behsa xerabiyên we dike. 24 Ev çi ye lawo! Wisa nabe, tiştên hûn di nav gelê Xudan de dikin ez dibihîzim. Ev yek qet ne baş e. 25 Heke mirovek li dijî mirovekî din gunehekî bike, Xwedê dibe navbeynkarê wan. Lê heke mirov li dijî Xudan guneh bike, wê kî wî biparêze?” Lê wan guh nedida dengê bavê xwe. Loma jî Xudan biryar dabû ku wan bikuje. 26 Samûêlê biçûk her ku diçû mezin dibû û li Xudan û li mirovan xweş dihat. Pêxemberiya li ser malbata Eliyê Kahin 27 Wî çaxî zilamê Xwedê hat ba Elî û jê re wiha got: “Xudan wiha dibêje: ‘Gava mala bavkalê te li Misrê, ji Mala Firewn re koletiyê dikir, bi awayekî eşkere min xwe nîşanî wan neda? 28 Ji nava tevahiya eşîrên Îsraêl, min bavkalê te ji xwe re kahin hilbijart ku li ser gorîgeha min qurbanan pêşkêş bike, bixûr pêxe û bi êfodê daxwaza min hîn bibe. Bi ser de jî hemû pêşkêşiyên şewitandinê ên Îsraêliyan anîn, min wan da mala bavkalê te. 29 Madem wisa ye, çima hûn goşt û nanên ku min ji bo Mala xwe emir kirine kêm dibînin? Tu ji bo çi ji min bêtir rûmetê didin zarokên xwe? Ji bo çi hûn parên herî baş ê gelê min Îsraêl, ji xwe re hildidin û xwe pê qelew dikin?’ 30 “Loma gotina Xwedayê Îsraêl Xudan ev e: ‘Bi rastî jî min gotibû ku mala te û mala bav û kalên te heta hetayê wê bi min re bimeşin.’ Lê niha gotina Xudan ev e: ‘Bila ev ji min dûr be! Kesê ku min rûmetdar bike, ezê jî rûmetdar bikim. Lê kesê ku min nehesibîne, wê biçûk bê xistin. 31 Va ye rojên ku ezê hêza te û hêza mala bavê te bişikênim nêzîk dibin. Di mala te de tu kes pîr nebe. 32 Gava ez gelê Îsraêl derxim firehiyê, tê li mala min de tengezar bibî. Wê êdî di mala te de tu kes pîr nebe. 33 Ezê ji gorîgeha xwe tevahiya ziriyeta te tune bikim, bi tenê ezê kesekî biparêzim. Çavên wî ji giriyanê wê kor bibin, wê dilê wî bişewite. Lê kesên ji nifşê wî ne, wê hemû bi şûran bên kuştin. 34 Bûyera ku bê serê herdu kurên te Hofnî û Pînehas, wê ji bo te jî bibe nîşanek. Wê herdu jî di heman rojê de bimirin. 35 Ezê kahinekî wisa ewle ji xwe re hilbijêrim ku daxwaz û xwestekên dilê min pêk bîne. Ezê mala wî re berdewam bikim, ewê jî, ji kifşkiriyê min re, herdem xizmetê bike. 36 Hemû kesên ji malbata te sax mane, wê ji bo qetek zîv û pariyek nan werin û bejna xwe li ber wî bitewînin. Wê lava bikin û bêjin: Ji kerema xwe ji dêla ziktêrkirinê karekî kahintiyê bispêrin min!’” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey