Samûêl I, 18 - Kurmanji ÎncîlPeymana Yonatan û Dawid 1 Bi gotina Şawûl re, Yonatan bi Dawid ve hat girêdan. Wî bi dil û can, wekî nefsa xwe jê hez kir. 2 Şawûl hema wê rojê ew li ba xwe hişt û neşand malê. 3 Ji ber ku Yonatan bi dil û can, wekî nefsa xwe jê hez dikir, soz û peymana biratiyê dane hev. 4 Yonatan xiftanê xwe ji xwe kir. Wî ew, tevî zirx, şûr, kevan û piştênka xwe da Dawid. 5 Dawid her cihê ku Şawûl jê re got here, diçû û serfiraz dibû. Şawûl ew kir yek ji serleşkerên xwe. Ev bi dilê tevahiya gel û bi dilê leşkerên Şawûl jî bû. Şawûlê Padîşah dexesiya Dawid dike 6 Dema ku Dawid Golyatê Filîstî kuşt, di vegerê de ji hemû bajaran jinên Îsraêlî bi def û tembûrên xwe yên sê têlî, bi kêf û şahî, bi govend û stranan pêşwaziya Şawûlê Padîşah kirin. 7 Diketin govendê û digotin: “Şawûl kuşt bi hezaran, Dawid kuşt bi deh hezaran.” 8 Gava Şawûl bihîst hêrsa wî rabû. Di dilê xwe de got: “Deh hezar dane Dawid, lê hezar dane min. Hew maye ku padîşahiyê bidinê.” 9 Ji wê rojê ve Dawid li ber çavê Şawûl reş bûbû. 10 Dotira rojê Xwedê ruhekî xerab bi hêzeke mezin bi ser Şawûl ve şand. Di malê de bêhemdê xwe dipeyivî. Dawid wekî her car li çengê dixist. Di destê Şawûl de jî rimek hebû. 11 Şawûl jinişkave bi armanca ku Dawid bi dîwêr ve bimîxîne, rima xwe avêtê. Lê Dawid du caran xwe ji ber da alî. 12 Şawûl ji Dawid tirsiya, çimkî Xudan pê re bû lê ji Şawûl dûr ketibû. 13 Şawûl Dawid dûrî xwe xist û ew kir serhezar. Êdî Dawid bûbû pêşengê leşkeran. 14 Dawid di her karî de serfiraz dibû. Çimkî Xudan pê re bû. 15 Şawûl dît ku ew gelek serfiraz e. Loma jî jê bêtir tirsiya. 16 Tevahiya Îsraêl û Cihûdayê ji Dawid hez dikirin. Ji ber ku wî rêberiya wan dikir. 17 Şawûl ji Dawid re got: “Va ye ev keça min a mezin Mêrav e. Ezê wê bidim te û êdî tê bi mêrxasî ji bo Xudan şer bikî.” Çimkî Şawûl difikirî û digot: “Bila kuştina Dawid ne bi destê min, lê bi destê Filîstiyan be.” 18 Dawid got: “Ez kî me? Binemal û malbata bavê min di nava gelê Îsraêl de çi ye ku ez bibim zavayê padîşah?” 19 Wext hat Şawûlê ku divê Mêrava keça xwe bida Dawid, rabû da Edriyêlê Meholayî. 20 Di vê navberê de dilê Mîkala keça biçûk a Şawûl ketibû Dawid. Haya Şawûl ji meselê hebû û ev yek jê re bû fersend. 21 Çimkî Şawûl difikirî û digot: “Ezê Mîkalê bidim wî ku ji bo Dawid bibe dafik û Filîstî jî wî bikujin.” Rabû ji Dawid re got: “Îro ji bo te fersenda diduyan e ku tu bibî zavayê min.” 22 Şawûl ferman da xulamên xwe û got: “Ji Dawid re bi dizî bêjin: ‘Padîşah û hemû xulamên wî ji te hez dikin. Wext hat ku tu bibî zavayê padîşah.’” 23 Gava xulam hatin, wan ev yek ji Dawid re got. Dawid got: “Li gorî we kesekî wekî min feqîr û belengaz dikare wisa bi hêsanî bibe zavayê padîşah?” 24 Xulamên Şawûl vegeriyan û gotinên Dawid ji Şawûl re gotin. 25 Şawûl ji wan re got: “Ji Dawid re wisa bêjin: ‘Padîşah qelen naxwaze. Bi tenê dixwaze heyfa xwe ji dijminên xwe bistîne. Ji bo vê jî çermê sinetkirina sed Filîstiyan dixwaze.’” Şawûl dixwest Dawid bi destê Filîstiyan bide kuştin. 26 Xulaman gotinên Şawûl ji Dawid re gotin. Ev yek li xweşa Dawid hat ku êdî dikare bibe zavayê padîşah. Dawid di demeke kurt de 27 tevî leşkerên xwe çû ji Filîstiyan du sed kes kuştin. Çermê sinetkirina wan anî danî ber padîşah ku bibe zavayê wî. Şawûl rabû Mîkala keça xwe da Dawid. 28 Şawûl dît ku Xudan bi Dawid re ye û keça wî Mîkalê jî jê hez dike. 29 Şawûl piştî vê yekê ji Dawid zêdetir tirsiya. Ji wê rojê pê ve herdem dijminatiya Dawid kir. 30 Her ku fermandarên Filîstiyan êrîş dikirin, Dawid ji xulamên din ên Şawûl serketîtir dibû. Loma jî nav û dengê wî her zêde bû. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey