Samûêl I, 17 - Kurmanji ÎncîlDawid Golyat dikuje 1 Filîstî ji bo şer leşkerên xwe civandin. Li bajarê Soxoya Cihûdayê kom bûn û artêşgeha xwe danîn. Ew li Efes-Dammîmê civiyan ku dikeve navbera Soxo û Ezêqayê. 2 Şawûl û gelê Îsraêl kom civiyan. Wan li Newala Elayê artêşgeh danî û ji bo şerê Filîstiyan tevdîra xwe girê da. 3 Filîstî li aliyekî gir, Îsraêlî jî li aliyê din bûn û di navbera wan de newalek hebû. 4 Ji artêşgeha Filîstiyan pehlewanekî bi navê Golyatê Gatî derket meydanê. Bejna wî şeş gaz û bostek bû. 5 Li serê wî kumzirxekî tûncîn hebû û zirxekî bipolik li xwe kiribû. Giraniya zirx, pênc hezar şekel tûnc bû. 6 Li ser çokên wî zirxên tûncîn, li milê wî jî rimeke tûncîn hebû. 7 Destiyê rima wî, wek darê tevnê bû. Serê rima wî bi qasî şeş sed şekelî hesin bû. Xulamê wî, mertal di destan de, li pêşiya wî dimeşiya. 8 Sekinî û qîr da artêşa Îsraêliyan: “We ji bo çi tevdîra şer kiriye? Va ye ez Filîstî me, hûn jî xulamên Şawûl in. De ka mêrekî xwe derxin pêşberî min. 9 Heke bikare li dijî min şer bike û zora min bibe, emê bibin xulamê we. Lê heke ez zora wî bibim û wî bikujim, hûnê bibin xulamên me û xulamiya me bikin.” 10 Golyatê Filîstî berdewam kir: “Ez îro sondika we dixwim. Mêrekî xwe bişînin ku em şer bikin.” 11 Gava wan ev gotinên Golyatê Filîstî bihîstin, Şawûl û tevahiya gelê Îsraêl gelekî tirsiyan. 12 Dawid ji Bêtlehema Cihûdayê bû. Ew kurê Yêşayê Efratî bû. Heşt kurên wî hebûn û di dema Şawûl de kal bûbû û bi salan ve çûbû. 13 Sê kurên mezin ên Yêşa tevî Şawûl çûbûn şer; kurê mezin Êliyav, kurê diduyan Avînadav û kurê sisêyan Şamma. 14 Dawid biçûkê teva bû. Gava her sê kurên wî yên mezin bi Şawûl re çûbûn şer, 15 Dawid ji bo ku keriyê bavê xwe biçêrîne, diçû Bêtlehemê û vedigeriya ba Şawûl. Ev çûn û hatin her berdewam bû. 16 Golyatê Filîstî çil rojan, serê sibê û êvarê diçû-dihat û sondika wan dixwar. 17 Yêşa ji kurê xwe Dawid re got: “Were vê efaya ji genimê qelandî û van deh nanan hilde û bilezîne bibe artêşgehê bide birayên xwe. 18 Van deh girikên penîr jî bide fermandar. Pirsa birayên xwe bike û nîşaneke xêrê ji min re bîne.” 19 Wan bi Şawûl û hemû zilamên gelê Îsraêl re li Newala Elayê li dijî Filîstiyan şer dikirin. 20 Dawid serê sibê zû rabû û keriyên xwe teslîmî şivan kir û çawa ku Yêşa lê emir kiribû, çû. Gava hat artêşgehê, leşker li meydana şer diqîriyan. 21 Îsraêlî û Filîstî li pêşberî hev bûn û tevdîra şer kiribûn. 22 Dawid tiştên anî, danî ber peywirdar, ber bi artêşa tevdîrgirtî ve beziya û li rewşa birayên xwe pirsî. 23 Gava Dawid bi birayên xwe re diaxivî, şervanê Filîstî Golyatê Gatî ji qada şer, her wekî berê tinazê xwe bi leşkerên gelê Îsraêl dikir û diqîriya. Dawid gotinên wî dibihîstin. 24 Dema ku Îsraêliyan Golyat didît, hemû ji ber wî direviyan û gelekî jê ditirsiyan. 25 Gelê Îsraêl digot: “Hûn vî zilamî dibînin? Ew sondika gelê Îsraêl dixwe. Kesê wî bikuje wê padîşah ji bilî pereyeke mezin, keça xwe jî bidê. Wê jiyana malbatê xweş bike û nehêle ku bacê jî bidin Îsraêlê.” 26 Dawid ji zilamên ba xwe re got: “Kesê vî zilamê Filîstî bikuje û vê şermê ji ser gelê Îsraêl rake wê bi çi bê xelatkirin? Ev Filîstiyê bêsinet kî ye ku gefê li artêşa Xwedayê Jîndar dixwe?” 27 Rabûn yek bi yek behsa xelatên kesê ku Golyat bikuje yek bi yek jê re gotin. 28 Gava birayê wî Êliyav bihîst ku Dawid bi zilaman re dipeyive, ew hêrs bû. Wî got: “Tu li vir çi dikî? Te ew sê-çar pez li çolê teslîmî kê kirin? Ez bi te zanim tu çiqas qure û dilxerab î. Tu hatî ku temaşeyî şer bikî.” 29 Dawid got: “Ma min çi kir? Min tenê pirsek kir?” 30 Dawid rabû pirsa xwe ji yên din kir. Hemûyan bersivên mîna berê dan. 31 Kesên guh li gotinên Dawid bûn, rabûn ji Şawûl re gotin. Şawûl jî gazî wî kir. 32 Dawid ji Şawûl re got: “Bila kesek ji vî Filîstiyî netirse. Ez xulamê te, dixwazim pê re şer bikim.” 33 Şawûl ji Dawid re got: “Tu nikarî şerê wî yê Filîstî bikî. Tu hê ciwan î, lê ew ji ciwaniya xwe ve şerker e.” 34 Dawid ji Şawûl re got: “Ezxulam, kengê min pezê bavê xwe diçêrand, gava şêr an jî hirç dihat û pez ji kerî dibir, 35 li pey diçûm, min lê dixist û berx ji devê wî derdixist. Gava êrîş dikir, min dest davête pirça wî, lê dixist û dikuşt. 36 Xulamê te hem şêr, hem jî hirç kuştiye. Evê Filîstiyê bêsinet jî, wê wekî wan be. Çimkî wî tinazê xwe bi artêşa Xwedayê Jîndar xwariye.” 37 Dawid lê zêde kir: “Xudanê ku ez ji lepên şêr û hirçan rizgar kirime, wê min ji destê vî yê Filîstî jî rizgar bike.” Şawûl ji Dawid re got: “De here, bila Xudan bi te re be.” 38 Paşê Şawûl cilên xwe li Dawid kirin, kumzirxekî tûncîn danî ser serê wî û zirxek lê kir. 39 Dawid şûrê xwe girê da û meşiya. Ew hînî van cil û bergan nebûbû. Ji Şawûl re got: “Ez nikarim bi van bimeşim, çimkî hîn nebûme.” Paşê ew cil ji xwe kirin. 40 Wî rahişt şivdarê xwe û ji newalê pênc kevir hilbijartin. Ew xistin tûrikê xwe. Rahişt berkaniya xwe û ber bi Golyatê Filîstî ve meşiya. 41 Golyat tevî şervanekî ku mertal di destan de bû, ber bi Dawid ve dihat. 42 Ji serî heta binî temaşeyî Dawid kir. Dît ku ew bi tenê ciwanekî bedew, lihevhatî û rûsorik bû, lewma wî ew kêm dît. 43 Filîstî ji Dawid re got: “Ma ez se me ku tu bi şivdarê têyî min?” Bi navê îlahên xwe nifir li Dawid barandin. 44 Filîstî ji Dawid re got: “Ka were ku ez goştê bedena te bidim teyrên ezmanan û heywanên çolê!” 45 Dawid ji Golyat re got: “Tu bi şûr, rim û mertalan bi ser min de têyî. Lê belê ez, bi navê Xudanê Karîndar Xwedayê Artêşa Îsraêliyan ku tu tinazê xwe pê dike, bi ser te de têm. 46 Îro wê Xudan te bide destê min. Ezê te bikujim û serê te ji gewdeyê te veqetînim. Ezê bedena leşkerên Filîstî jî bidim teyrên ezmanan û heywanên çolê! Bi vî awayî wê tevahiya dinya bizanibe ku Xwedê li welatê Îsraêl heye. 47 Hemû civaka li vir wê bizanibe ku Xudan bi şûr û mertalan rizgar nake. Çimkî şer, şerê Xudan e û wê we bide destê me.” 48 Golyat ji bo êrîşî beziya Dawid. Dawid jî, ji bo şerê wî bike ber bi çeperên Filîstiyan ve lezand. 49 Dawid destê xwe dirêjî tûrikê xwe kir, kevirek derxist û bi berkanî avêt. Kevir di eniya Golyat re çû. Ew bi deverû ket erdê. 50 Bi vî awayî Dawid bi kevir û berkaniyê zora Golyatê Filîstî bir û ew tera kir. Di destê Dawid de şûr tunebû. 51 Dawid beziya, li ber serê Golyat sekinî, şûrê wî ji kalên derxist, ew kuşt û serê wî jê kir. Piştî ku Filîstî dîtin mêrxasê wan Golyat mir, reviyan. 52 Leşkerên gelê Îsraêl û Cihûdayî qîrîn, rabûn û heta Gatê û ber dergehên Eqronê li pey Filîstiyan çûn. Birîndarên Filîstiyan heta Gat û Eqronê li ser riya Şaerayîmê ketin. 53 Piştî ku gelê Îsraêl bi têra xwe dan pey wan, vegeriyan û artêşgeha wan talan kirin. 54 Dawid serê Golyatê Filîstî hilda û bir Orşelîmê. Çekên wî li konê xwe hişt. 55 Şawûl dît ku Dawid şerê Golyatê Filîstî dike. Ji Avnêrê fermandarê artêşê pirsî: “Ya Avnêr, ev xort kurê kê ye?” Avnêr got: “Bi serê te nizanim padîşahê min.” 56 Padîşah got: “De ka bipirse ev lawik kurê kê ye.” 57 Piştî ku Dawid Golyat kuşt û vegeriya artêşgehê, Avnêr ew bir ba Şawûl. Serê Golyat di destê Dawid de bû. 58 Şawûl jê re got: “Xorto tu kurê kê yî?” Dawid got: “Ez kurê xulamê te Yêşayê Bêtlehemî me.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey