Samûêl I, 16 - Kurmanji ÎncîlDawid bi kifşkirinê dibe padîşah 1 Xudan ji Samûêl re got: “Tê heta kengê şîna Şawûl bikî? Min ew ji padîşahiyê avêt. Qiloçê zeytê dagire û here. Ezê te bişînim ba Yêşayê Bêtlehemî. Min ji nav zarokên wî, ji xwe re padîşahek hilbijart.” 2 Samûêl got: “Ezê çawa herim? Şawûl bibihîze wê min bikuje.” Xudan got: “Golikekê bi xwe re bibe û bêje: ‘Ez hatim ku vê ji Xudan re bikim qurban.’ 3 Yêşa jî gazî qurbanê bike. Ezê ji te re bêjim tê çi bikî. Zilamê min behsa wî kir, tê ji min re bi rûnkirinê kifş bikî.” 4 Samûêl bi ya Xudan kir û çû Bêtlehemê. Rîspiyên bajêr bi tirs û xof çûn pêşiya wî û gotin: “Xêr e, tu ji bo aştiyê hatî?” 5 Wî got: “Belê xêr e, ji bo aştiyê hatim. Hatim ku qurbanê pêşkêşî Xudan bikim. Rabin û bi min re werin.” Samûêl, gazî Yêşa û zarokên wî kir ku werin ser qurbanê. 6 Gava ew hatin, Samûêl Êliyav dît û got: “Bi rastî jî kifşkiriyê Xudan li pêşberî wî ye.” 7 Lê Xudan ji Samûêl re got: “Li bejn û bala wî nenêre. Ne ew e! Xudan wekî mirov dibînin nabîne. Mirov li rû dinêre, lê belê Xudan li dil dinêre.” 8 Paşê Yêşa gazî Avînadav kir. Ew di ber Samûêl re derbas kir. Samûêl got: “Xudan ev jî hilnebijart.” 9 Yêşa, Şamma anî ba wî. Samûêl dîsa got: “Xudan ev jî hilnebijart.” 10 Yêşa bi vî awayî heft kurên xwe di ber Samûêl re derbas kirin. Samûêl jê re got: “Xudan yek ji wan jî hilnebijart.” 11 Samûêl ji Yêşa re got: “Kurên te hemû ev in?” Wî got: “Yekî biçûk jî heye, lê ew li ber pêz e.” Samûêl ji Yêşa re got: “De ka yekî bişîne bila bê. Heta ew neyê, em nayên ser sifrê.” 12 Yekî şandin pey û ew anîn. Ew yekî bedew, lihevhatî, çavên wî xweşik û rûsorik bû. Xudan ji Samûêl re got: “Rabe, wî rûn bike! Kesê ku min kifş kirî ev e.” 13 Samûêl qiloçê zeytê hilda, li ber birayên wî ew rûn kir. Ji wê rojê û pê ve, Ruhê Xudan bi hêzeke mezin hat ser Dawid. Samûêl jî çû Ramayê. Dawidê kifşkirî ji Şawûlê Padîşah re li çengê dixe 14 Ruhê Xudan ji Şawûl veqetiya. Ruhekî xerab ji aliyê Xudan ve ew aciz dikir. 15 Xulamên Şawûl jê re got: “Va ye ji aliyê Xwedê ve ruhekî xerab te aciz dike. 16 Bila xweyê me ji xulamên ba xwe re disekinin bêje, bila zilamekî bibînin ku baş li çengê dixe. Gava ew ruhê xerab ku Xwedê şandiye bê ser te, wê lê bixe û tê jî baş bibî.” 17 Şawûl ferman da xulaman: “Ji min re zilamekî bibînin ku baş li çengê bixe.” 18 Xortekî lê vegerand: “Ez kurekî Yêşayê Bêtlehemî nas dikim ku baş li çengê dixe. Bi ser de jî ew mêrxasekî wêrek, biaqil û lihevhatî ye. Xudan jî pê re ye.” 19 Şawûl qasid şandin ba Yêşa û jê re got: “Gazî kurê xwe Dawidê li ber pêz bike bila bê.” 20 Yêşa nan, meşkek şerab û karikekî li kerê bar kir, da destê Dawid û ji Şawûl re şand. 21 Dawid hat ba Şawûl û jê re xizmet kir. Kêfa wî gelekî ji Dawid re hat. Ew bû çekdarê wî. 22 Şawûl ji Yêşa re got: “Hêvî dikim, bila Dawid li ba min de bimîne. Çimkî dilê min pê xweş e.” 23 Gava ruhê xerab ji aliyê Xwedê ve bi ser Şawûl ve dihat, Dawid li çengê dixist. Şawûl bi ser xwe ve dihat, dilê wî geş dibû. Wî çaxî ruhê xerab jê dûr diket. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey