Samûêl I, 15 - Kurmanji ÎncîlPadîşahiya Şawûl tê redkirin 1 Samûêl ji Şawûl re got: “Xudan ez şandim ku te li ser gelê xwe Îsraêl bi rûnkirinê kifş bikim. Niha guh bide gotinên Xudan. 2 Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Li bîra min e Emalêq çi anî serê gelê Îsraêl. Gava ew ji Misrê derketin, di rê de li dijî wan rabûn. 3 Rabe here li Emalêq bixe û her tiştê wan bi tevahî tune bike. Li ber wan nekeve. Ji mêr, jin û zarokan bigire heta zarokên berşîr, ga, pez, deve heta bi kerên wan hemûyan bikuje.’” 4 Şawûl gazî li gel kir û li Telayîmê tevdîra şer kir. Du sed hezar leşkerên peya û ji Cihûdayê jî deh hezar kes bûn. 5 Şawûl hat bajarê Emalêqiyan û li gelî kemîn danî. 6 Şawûl ji Qêniyan re got: “Herin veqetin, ji nav Emalêqiyan derkevin ku ez bi wan re we jî helak nekim. Çimkî dema ew ji Misrê derketin we dilovanî bi hemû Îsraêliyan re kir.” Qênî jî, ji nav Emalêqiyan veqetiyan. 7 Şawûl ji Hawîlayê heta bigihîje Şûra li pêş Misrê li Emalêqiyan xist. 8 Wî tevahiya gel da ber şûran. Lê belê Padîşahê Emalêqiyan Agag dil girt. 9 Şawûl û leşkerên wî, tevî Agag, tevahiya pez-dewarên qelew û dermalekirî, hemû tiştên baş parastin. Wan nexwest bi tevahî tune bikin. Bi tenê tiştên qels û bêqîmet tune kirin. 10 Gotina Xudan ji Samûêl re hat û got: 11 “Ez poşman bûm ku min Şawûl kir padîşah. Çimkî êdî ji pey min vegeriya û gotinên min bi cih neanî.” Hêrsa Samûêl rabû û tevahiya şevê hewar û gaziyê xwe bir Xudan. 12 Samûêl serê sibê zû rabû ku pêşwaziya Şawûl bike, lê ji Samûêl re hat gotin: “Şawûl hat Karmelê, ji bo xwe peykerekê çêkir û berjêrî Gîlgalê bû.” 13 Gava Samûêl hat, Şawûl jê re got: “Tu ji aliyê Xudan ve pîroz bî. Min gotina Xudan pêk anî.” 14 Samûêl bi hêrs got: “Lê ev kale-kala pêz û qore-qora dewêr çi ye?” 15 Şawûl got: “Gel ew ji Emalêqiyan standin ku ji Xwedayê te Xudan re bikin qurban. Wan dil neda pez û dewarên herî baş bikujin. Lê me yên mayîn bi temamî kuştin.” 16 Samûêl ji Şawûl re got: “Hiş be! Ezê niha tiştên ku Xudan îşev ji min re got, ji te re bêjim.” Wî jî got: “Keremke.” 17 Samûêl got: “Tevî ku te xwe biçûk jî didît, ma tu nebûyî serekê eşîrên Îsraêl? Xudan tu kirî padîşahê gelê Îsraêl. 18 Xudan tu şandî û got: Here û Emalêqiyên sûcdar bi tevahî tune bike û kit ji wan nehêle. 19 Çima te guhdariya dengê Xudan nekir, te çavê xwe berda malê talên û te xerabî di çavê Xudan de kir?” 20 Şawûl ji Samûêl re got: “Lê min guhdariya dengê Xudan kir! Min da ser riya wî! Min Agagê Padîşahê Emalêqî anî û kit ji Emalêqiyan nehişt. 21 Gel pez û dewarê herî baş ji talên, ji Xwedayê te Xudan re anîn ku li Gîlgalê bikin qurban.” 22 Lê Samûêl got: “Ma Xudan ji guhdariya dengê xwe zêdetir, ji pêşkêşî û qurbanên şewitandinê hez dike? Guhdarîkirin ji qurbanan û îtaetkirin ji bezê beranan çêtir e. 23 Çimkî serhildêrî wek gunehê falbaziyê û serhişkî jî wekî pûtperestî xerab e. Te gotina Xudan red kir. Wî jî tu ji padîşahiyê red kirî.” 24 Şawûl ji Samûêl re got: “Min guneh kir, çimkî min dev ji ferman Xudan û ji gotinên te berda, ez ji gel tirsiyam û min bi ya wan kir. 25 Niha lava dikim, gunehê min bibexişîne û bi min re were ku biperizim Xudan.” 26 Samûêl ji Şawûl re got: “Ez bi te re nayêm. Çimkî te gotina Xudan red kirin. Xudan ji bo ku tu li ser gelê Îsraêl nebî padîşah, tu jî red kirî.” 27 Dema Samûêl zivirî ku here, Şawûl bi dawa xiftanê wî girt û ew qetiya. 28 Samûêl jê re got: “Xudan jî îro padîşahî ji te qetand û da cîranekî ji te çêtir. 29 Xwedayê Îsraêl herheyî ye. Ew hîle nake û poşman nabe. Çimkî ew ne mirov e ku poşman bibe.” 30 Şawûl ji Samûêl re got: “Min guneh kir. Lê ez lava dikim, li pêş rîspiyan gelê min Îsraêl, min birûmet bike û bi min re vegere ku ez biperizim Xwedayê te Xudan.” 31 Samûêl rabû da pey Şawûl. Şawûl li wir perizî Xudan. 32 Samûêl got: “Agagê Padîşahê Emalêqiyan bînin vê derê.” Agag bi kêfxweşî hat û got: “Şikir, ez ji mirinê jî filitîm!” 33 Lê Samûêl got: “Çawa ku şûrê te dayikan bêzarok hiştibe, wê dayika te jî li nav jinan bêzarok bimîne.” Samûêl li Gîlgalê li ber Xudan, Agag perçe kir. 34 Samûêl çû Ramayê û Şawûl çû mala xwe ya li Gîvayê. 35 Samûêl heta roja mirina xwe jî Şawûl nedît. Lê ew herdem li ber Şawûl diket. Xudan poşman bûbû ku Şawûl kiribû padîşahê gelê Îsraêl. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey