Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Samûêl I, 12 - Kurmanji Încîl


Gotara Samûêlê Pêxember

1 Ji vir pê ve, Samûêl ji gelê Îsraêl re wiha got: “Min guh da hemû tiştên ku we ji min re gotiye: Min padîşahek ji we re tayîn kir.

2 Niha padîşahekî we ku rêberî ji we re bike heye. Lê ez pîr bûme, porê min spî bûye. Kurên min jî bi we re ne. Ji ciwaniya xwe heta îro min ji we re rêberî kir.

3 Va ye ez li ba we me. Min ga û kerê kî jê standiye? Min kî ji we xapandiye? Gelo min zordarî li we kiriye? Heta niha min ji kî bertîl standiye û xwe kor kiriye? Li ber Xudan û li ber yê ku wî kifş kiriyê şahidî ji min re bikin ku ez jî li we vegerînim.”

4 Gel wiha got: “Te em nexapandine û te zordarî jî li me nekiriye. Te ji tu kesî tiştekî jî nestandiye.”

5 Samûêl ji wan re got: “Xudan û kifşkiriyê wî îro şahidê we ne ku li ser min we tu leke nedît.” Wan got: “Erê, ew şahid in.”

6 Samûêl axaftina xwe berdewam û got: “Yê ku Mûsa û Harûn peywirdar kiriye, yê ku bav û kalên we ji welatê Misrê deranîne Xudan e.

7 Werin ezê niha dîwana we li ber Xudan bikim. Ezê yek bi yek û bi delîl behsa rizgarkirina we û bav û kalên we bikim.

8 “Piştî ku Aqûb çû Misrê, bavkalên we, hewara xwe gihandin Xudan. Wî jî Mûsa û Harûn şand. Wan bav û kalên we ji Misrê deranîn û li vir bicih kirin.

9 Lê wan Xwedayê xwe Xudan ji bîr kir. Ji ber vê yekê Xudan, ew dan destê Sîserayê fermandarê artêşa Hasorê, Filîstiyan û Padîşahê Moavê. Wan jî li dijî bav û kalên we şer kir.

10 Wan ji Xudan re kir hewar û got: ‘Me guneh kir, me dev ji Xudan berda û me ji pûtên Baal û Eştoretê re xulamî kir. Lê niha me ji destê dijminên me rizgar bike, emê xulamiyê ji te re bikin.’

11 Xudan Yerûbbaal, Bedan, Yîftah şandin, min jî Samûêl şand. Ji bo ku hûn di nav ewlehiyê de bijîn, we ji destê dijminê we xilas kir.

12 “Lê gava we dît, Padîşahê Emmoniyan, Nahaş bi ser we de tê, we ji min re got: ‘Na, tenê bila padîşah rêberiya me bike.’ Lê Xwedayê we Xudan jixwe padîşahê we bû.

13 Va ye ew padîşahê ku we hilbijart, padîşahê ku we xwestibû! Xudan ew li ser we kir padîşah.

14 Heke hûn ji Xudan bitirsin, jê re xulamiyê bikin, guh bidin dengê wî, li dijî emrê wî dernekevin. Hem hûn, hem jî padîşahê ku bibe serwerê we, wê li pey Xwedayê xwe Xudan here. Evê ji bo we baş be.

15 Lê heke hûn guhdariya dengê Xudan nekin û li dijî fermana devê wî derkevin, wê gavê wê destê Xudan li dijî we û padîşahê we be.

16 “Niha rabin û dêhna xwe bidine vî tiştê mezin ku wê Xudan li ber çavê we bike.

17 Ma îro ne dema dirûna genim e? Ezê niha gazî Xudan bikim ku gurîniya ezmên û baranê bişîne. Bi vî awayî bi xwestina padîşahekî, hûnê fêm bikin ku di çavê Xudan de we xerabiyeke çiqas mezin kiriye.”

18 Samûêl gazî Xudan kir û Xudan wê rojê gurmînî da ezmanan û baran şand. Temamiya gel ji Xudan û Samûêl gelekî tirsiya.

19 Paşê gel ji Samûêl re got: “Ji bo xulamên xwe gazî Xwedayê xwe Xudan bike ku em nemirin. Çimkî me li ser hemû xerabiyên xwe, bi xwestina padîşahekî gunehekî din jî lê zêde kir.”

20 Samûêl ji gel re got: “Netirsin, rast e we ev hemû xerabî kir. Lê dîsa jî dev ji riya Xudan bernedin. Bi hemû dilê xwe xulamiyê ji Xudan re bikin.

21 Nedin pey pûtên bêkêr ku nikarin tu kesî rizgar bikin. Ew pûç û vala ne.

22 Wê Xudan, ji bo xatirê navê xwe yê mezin, dev ji gelê xwe bernede. Çimkî Xudan kêfxweş e ku we wek gelê xwe hilbijart.

23 Herçî ez im, bila terikandina duakirina ji Xudan re li min heram be! Ezê bi tenê riya baş û rast nîşanî we bidim.

24 Tenê ji Xudan bitirsin, bi hemû dilê xwe xulamiyê ji Xudan re bikin. Wî ji bo we çi karên mezin kirine, carekê lê bifikirin.

25 Lê heke hûn dîsa xerabiyan bikin, hem hûnê tune bibin, hem jî padîşahê we.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan