Samûêl I, 10 - Kurmanji Încîl1 Samûêl qafikê rûn hilda û bi serê Şawûl ve rijand, ew ramûsa û got: “Xudan te ji gelê xwe re wekî serwer kifş kir. 2 Piştî ku îro tu ji ba min herî, li ser sînorê Binyamînê, li kêleka gora Rahêla li Selsahê, tê rastî du mirovan werî. Wê ji te re bibêjin: ‘Kerên ku tu lê digeriyayî hatin dîtin. Bavê te mitala keran nake, lê ew mitala we dike û dibêje: Ka kurê min li ku ye?’ 3 Ji wir tê pêşde herî û darmaziya li Tavorê bibînî. Tê li wir rastî sê kesan werî ku hevrazê Bêt-Êlê dibin ji bo ku herin hizûra Xwedê. Di destê yekî de sê karik, di destê yê din de sê nan û di destê yê sisêyan de jî sê meşk şerab hene. 4 Wê silavê li te bikin û du nan bidin te. Tê jî qebûl bikî. 5 Piştre tê herî Gîvat-Êlohîmê ku cihê artêşgeha Filîstiyan li wir e. Gava tu ketî bajêr, tê rastî komekî pêxemberan werî. Li pêşiya wan hinek kes hene ku pêxemberiyê dikin û li def û tembûrê, li bilûr û li çengê dixin û ji cihê perizînê têne xwarê. 6 Wê Ruhê Xudan bi hêzeke mezin were ser te. Tê jî bi wan re pêxemberiyê bikî û tê bêyî guhertin. 7 Kengê ev nîşan li te xuya bûn, çi lazim be bike. Çimkî Xwedê bi te re ye. 8 Niha beriya min here Gîlgalê. Ji bo serjêkirina qurbanên aştiyê û şewitandinê ezê jî bêm ba te. Lê tê heft rojan li benda min bisekinî. Kengê ez hatim ba te, çi lazim be ezê ji te re bibêjim.” 9 Gava Şawûl pişta xwe da Samûêl û çû, Xwedê dilekî nû da wî. Wê rojê hemû nîşan pêk hatin. 10 Gava gihîşt Gîvayê, komeke pêxemberan pêşwaziya Şawûl kir. Ruhê Xwedê bi hêzeke mezin hat ser wî û wî bi wan re pêxemberî kir. 11 Gava kesên ew nas dikirin dît ku ew jî bi pêxemberan re pêxemberiyê dike, ji hev pirsîn: “Çi bi kurê Qîş hatiye? Ma Şawûl jî bû pêxember?” 12 Kesên li wir gotin: “Lê bavê wan kî ne?” Va ye, meseloka “Ma Şawûl jî bû pêxember?” ji vir tê. 13 Piştî ku Şawûl pêxemberî kir, hevrazê cihê perizînê bû. 14 Apê wî, ji Şawûl û xizmetkarê wî pirsî: “Hûn li ku man?” Şawûl bersiv da û got: “Em li keran digeriyan, lê piştî ku me ew nedîtin, em çûn ba Samûêl.” 15 Apê wî got: “De ka bêje, Samûêl ji te re çi got.” 16 Şawûl ji apê xwe re got: “Wî got ku kerên me hatine dîtin.” Lê Şawûl gotinên Samûêl ên li ser padîşahiyê ji apê xwe re negotin. 17 Samûêl gelê Îsraêl li Mîspayê li hizûra Xudan civand 18 û got: “Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Min gelê Îsraêl ji Misrê deranî. Min hûn ji destê Misriyan û hemû padîşahiyên zordar rizgar kirin.’ 19 Lê we pişta xwe daye wî Xwedayê xwe ku hûn ji hemû zilm û zoriyan rizgar kirine. Lê we got: ‘Na! Ji me re padîşahekî kifş bike.’ Niha li ber Xudan, eşîr bi eşîr û binemal bi binemal bisekinin.” 20 Samûêl hemû eşîrên Îsraêl, yek bi yek derxist pêş. Ji wan eşîra Binyamîn, bi pişkê hat hilbijartin. 21 Piştre binemal binemal, eşîra Binyamîn gazî pêşiyê kir. Binemala Matrî hat hilbijartin. Herî dawî jî, ji binemala Matrî, Şawûlê kurê Qîş hat hilbijartin. Li wî geriyan, lê ew nedîtin. 22 Wan careke din ji Xudan pirsîn: “Ew hê jî nehatiye vir?” Xudan got: “Ew li vir e, lê di nav hûr-mûran de xwe veşartiye.” 23 Li ser vê yekê çûn Şawûl ji wir anîn. Şawûl hat nava gel. Bejna wî seriyek ji hemûyan bilindtir bû. 24 Samûêl ji gel re got: “Hûn dibînin Xudan kî hilbijart? Di tevahiya gel de kesekî wekî wî tuneye.” Li ser vê yekê gel bi dengekî bilind got: “Her bijî padîşah!” 25 Samûêl rê û rêbazên padîşahiyê ji gel re got. Wî wekî tomarê nivîsî û danî ber Xudan. Paşê her kesî şand malê. 26 Şawûl jî çû mala xwe ya li Gîvayê. Mêrxasên ku Xwedê xistibû dilê wan jê re hevaltî kirin. 27 Lê hinek kesên xerab gotin: “Ew çawa dikare me rizgar bike?” Wan Şawûl kêm dît û diyarî nedane wî. Lê Şawûl guh neda vê yekê. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey