Samûêl I, 1 - Kurmanji ÎncîlBûyîna Samûêlê Pêxember 1 Li bajarokê Ramatayîmê, li herêma çiyayî ya Efrayîmê, kesekî bi navê Êlqana hebû. Ew ji malbata Sûf, kurê Yerohamê Êlîhûyê Tohûyê kurê Sûfê Efrayîmî bû. 2 Bi navê Hanna û Penînna du jinên Êlqana hebûn. Zarokên Penînnayê hebûn, lê zarokên Hannayê tunebûn. 3 Êlqana her sal ji bajarê xwe derdiket û diçû Şîloyê ku biperize Xudanê Karîndar û qurbanan pêşkêşî wî bike. Hofnî û Pînehas du kurên Elî bûn û li wê derê kahinên Xudan bûn. 4 Gava Êlqana qurban dikir, parek dida jina xwe Penînnayê û kur û keçên wê, 5 lê du par dida Hannayê. Xudan zarok nedida Hannayê. Lê dîsa jî Êlqana jê hez dikir. 6 Ji ber ku zarokên Hannayê çênedibûn, hewiya wê belaya xwe didayê û ew diêşand. 7 Vê yekê bi salan berdewam kir. Hanna her ku diçû Mala Xudan, hewiya wê belaya xwe lê dida. Hanna digiriya û nan nedixwar. 8 Rojekê Êlqana dîsa jê re got: “Hanna tu çima digirî û nan naxwî? Tu çima wisa xemgîn î? Ma ez ji te re ji deh kuran ne çêtir im?” 9 Piştî xwarin û vexwarina li Şîloyê, Hanna rabû. Eliyê kahin, li ser kursiyê li ba kêleka dergehê Perestgeha Xudan rûniştîbû. 10 Hanna bi dilê şewat giriya û lavayî Xudan kir. 11 Wê soz da û got: “Ya Xudanê Karîndar, heke tu bi rastî hay ji şikestina xulama xwe hebî û min bînî bîra xwe, xulama xwe ji bîr nekî û kurekî bidî min, heta sax be ezê wî pêşkêşî riya te bikim. Wê tu caran gûzan bi serê wî nekeve.” 12 Gava Hannayê lavayên xwe li ber Xudan dikirin, Elî bala xwe dida lêvên wê. 13 Hannayê di dilê xwe de lava dikir, tenê lêvên wê dilebitîn, dengê wê nedihat bihîstin. Ji ber vê yekê Elî guman kir ku Hanna serxweş e. 14 Lewre jî got: “Ma tê heta kengê serxweşiya xwe bidomînî? Êdî dev ji şerabê berde!” 15 Hannayê bersiv da û got: “Ax ezxulam, ne wisa ye! Ez jineke dilşewat im. Min ne şerab vexwar, ne jî meyeke din. Bes ez dilê xwe li ber Xudan vedikim. 16 Hesab neke ku xulama te jineke xerab e. Ez pir bi xem û keder im. Berdewamiya lavayên min ji ber vê ne.” 17 Elî lê vegerand û got: “Nexwe bi xêr û silamet here. Bila Xwedayê Îsraêl daxwaza te pêk bîne.” 18 Hannayê got: “Hêvîdar im dilê te ji min xweş be.” Paşê rabû nan xwar û beşera wê jî xweş bû. 19 Serê sibê ew zû rabûn, perizîn Xudan. Paşê jî zivirîn mala xwe ya li Ramayê. Êlqana çû ba jina xwe Hannayê û Xudan Hanna anî bîra xwe. 20 Hanna bi zaro ma û kurek anî. Wê got: “Min ew ji Xudan xwestiye” û navê wî kir Samûêl. Spartina Samûêlê Pêxember ji Eliyê Kahin re 21 Êlqana bi maliyên xwe re çû Şîloyê ku soza xwe pêk bîne û qurbana salane pêşkêşî Xudan bike. 22 Lê Hanna neçû. Ji mêrê xwe re got: “Gava zarok ji şîr hat vekirin, ezê wî bibim ku xizmeta Xudan bike û wê her li wir be.” 23 Êlqana li ser vê yekê wiha got: “Çawa dixwazî wisa bike. Heta zarok ji şîr hat vekirin, li vir bimîne. Bila Xudan soza xwe pêk bîne.” Îcar heta ku kurê Hannayê ji şîr vebû, li malê ma û wê şîr dayê. 24 Piştî ku ew ji şîr hat vekirin, tevî wî Hannayê conegayekî sê salî, efayek arvan û meşkek şerab bi xwe re birin Mala Xudan a li Şîloyê. Kurik jî hê biçûk bû. 25 Piştî ku conega hat serjê kirin, kurik anîn ba Elî. 26 Hannayê got: “Ezxulam bi serê te, ez ew jin im ku min li ba te lavayî Xudan kiribû. 27 Min ji bo vî kurikî lava kiribû û Xudan ew da min. 28 Ez jî niha wî didim Xudan. Heta hebe, wê yê Xudan be.” Paşê ew li wir perizîn Xudan. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey