Nivîsa Rûta Pîrika Dawidê Padîşah 4 - Kurmanji ÎncîlBowazê bavkalê Dawidê Padîşah bi Rûtê re dizewice 1 Bowaz çûbû û li ber dergehê bajêr rûniştibû. Gava ew merivê nêzîktir ê ku Bowaz behsa wî kiribû, di wê derê re derbas dibû, bangî wî kir û got: “Keremke were rûne.” Zilam jî hat û rûnişt. 2 Piştre Bowaz ji rîspiyên bajêr deh kes civandin û ji wan re got: “Hûn jî keremkin werin.” Ew jî rûniştin. 3 Bowaz ji xwediyê nêzîktir re got: “Naomiya ku ji welatê Moavê ziviriye, zeviya merivê me Elîmelek difiroşe. 4 Ez jî li pêş yên ku li vir rûniştine û rîspiyên gelê me ne, ji bo ku tu vê zeviyê bikirî meselê ji te re dibêjim. Heke tu dixwazî wezîfeya xweyîtiya xwe bikî, bike. Heke naxwazî, ji min re bêje ku ez bizanim. Çimkî ev wezîfe pêşî dikeve ser te, piştî te jî ser min.” Zilêm got: “Ezê wezîfeya xweyîtiya xwe ya nêzîktir bikim.” 5 Bowaz got: “Lê belê gava tu zeviyê ji destê Naomî bikirî, ji bo ku navê yê mirî li ser mîras bimîne, divê tu jina wî ya Moavî, Rûtê jî, ji xwe re bînî.” 6 Xwediyê nêzîktir got: “Heke wisa be, ez nikarim wezîfeya xwe ya xweyîtiyê bikim. Ez bikim, mîrasa min bi xwe dikeve talûkê. Tu bi xwe mafê xweyîtiya min bistîne, çimkî ez nikarim bikim.” 7 Berê li welatê Îsraêl, ji bo bicihanîna wezîfeya xweyîtiyê û firotina milk adet ev bû: Ji bo erêkirina kar, yekî çaroxa xwe derdixist û dida yê din û bi vî awayî kar bi şahidî diqediya. 8 Loma zilamê ku xwediyê nêzîktir bû got: “Tu bi xwe bikire” û çaroxa xwe derxist û da Bowaz. 9 Bowaz ji yên rîspî û hemû kesî re got: “Hûn îro şahid in ku min her tiştê Elîmelek, her tiştê Kîlyon û Mahlon ji destê Naomî kirî. 10 Ez jina Mahlon a jinebî, Rûta Moavî ji xwe re tînim ku navê Mahlonê mirî bi mîrasa wî re bajo, li nav birayan û bajarokê wî bimîne. Hûn îro ji vê re bûn şahid.” 11 Hemû xelkê li ber dergehê bajêr û rîspiyan got: “Erê, em şahid in. Xudan wê jina ku tê mala te, bike wekî Rahêl û Lêaya ku Mala Îsraêl ava kirin. Tu li nav binemala Efrat dewlemend bî û li Bêtlehemê navdar bî. 12 Bila mala te, bi zarokên ku Xudan ji vê jinê bide te, wekî Mala Peres be ku Tamarê ji Cihûda re anî.” Ziriyeta Dawidê Padîşah ( Dîrok I, 2:10-12 ; Metta 1:3-6 ; Lûqa 3:31-33 ) 13 Bowaz Rût ji xwe re anî û çû ba wê. Bi kerema Xudan ew bi zaro ma û wê kurek anî. 14 Paşê jinan ji Naomî re got: “Xudan pîroz be, wî îro te bêxweyî nehişt. Bila navê lawik li welatê Îsraêl bê naskirin. 15 Wê jiyana te nû bike û di pîrîtiya te de, te xweyî bike. Çimkî bûka te ya ku ji heft kuran çêtir e û ji te hez dike, ew anî dinyayê.” 16 Naomî kurik hilda û kir hembêza xwe û jê re pîriktî kir. 17 Jinikên cîran got: “Ji Naomî re kurek çêbû” û wan nav lê danî. Wan navê Ovêd li lawik kirin. Ovêd bavê Yêşa, Yêşa jî bavê Dawid e. 18 Qeyda ziriyeta Peres wiha ye: Peres bavê Hesron e, 19 Hesron bavê Ram e, Ram bavê Emmînadav e, 20 Emmînadav bavê Nahşon e, Nahşon bavê Salmon e, 21 Salmon bavê Bowaz e, Bowaz bavê Ovêd e, 22 Ovêd bavê Yêşa ye, Yêşa jî bavê Dawid e. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey