Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -


Nivîsa Rûta Pîrika Dawidê Padîşah 3 - Kurmanji Încîl


Rût û Bowaz

1 Naomiya Xesûya Rûtê jê re got: “Keça min, ma ji bo qenciya te, ez ji bo te li mêrekî negerim ku maleke te ya starê jî hebe?

2 Ma niha ev Bowazê ku tu bi keçikên wî yên xizmetkar re dimînî ne merivê me ye? Binêre, îşev Bowaz li ser bênderê ceh didêrîne.

3 Tu serê xwe bişo, bêhnên xweş li xwe bike, xwe bixemilîne û here ser bênderê. Lê heta ew xwarin û vexwarina xwe neqedîne, tu xwe nîşanî wî nede.

4 Wextê xewê, cihê razana wî hîn bibe, piştre here lihêfa ji ser lingên wî rake û li wê derê razê. Tiştê ku divê tu bikî, wê ji te re bêje.”

5 Rûtê jê re got: “Her tiştê ku tu dibêjî ezê bikim.”

6 Ew çû ser bênderê û her tiştê ku xesûya wê jê re gotiye kir.

7 Piştî ku Bowaz xwar û vexwar kêfa wî hat cih û çû li kêleka lodê raza. Rûtê jî bi dizî hat, lihêfê ji ser lingên wî rakir û raza.

8 Nîvê şevê Bowaz jinişkave hişyar bû û zivirî, dît ku va ye jinek li ber lingên wî razayî ye.

9 Wî jê re got: “Tu kî yî?” Wê got: “Ez Rût im, xulama te. Bi min re bizewice, wezîfeya xweyîtiyê li min bike. Çimkî tu ji malê yî.”

10 Bowaz got: “Keça min, Xudan te pîroz bike. Ev qenciya te ya niha, ji ya berê jî mezintir e. Çimkî çi belengaz, çi dewlemend tu li pey xortan neketî.

11 Niha keça min, tu netirse, her ya ku tu dixwazî ezê bikim. Hemû kesê li vî bajarî dizane ku tu jineke hêja yî.

12 Rast e, ez xweyiyekî we yê nêzîk im. Lê merivekî hê ji min nêzîktir heye.

13 Tu îşev li vir bimîne. Heke sibê ew, wezîfeya xwe ya xweyîtiyê bi te re bike, baş e. Bila bike. Lê heke ew nexwaze wezîfeya xwe ya xweyîtiyê bi te re bike ez bi navê Xudanê Jîndar sond dixwim ku ezê wezîfeya xwe ya xweyîtiyê bikim. Tu heta serê sibê razê.”

14 Rût heta serê sibê li ber lingên wî raza. Beriya ku dinya ronahî bibe û mirov hev bifesilînin, ew rabû. Çimkî Bowaz got: “Divê kes nizanibe ku jinek hatiye ser bênderê”

15 û ji Rûtê re got: “Wê şala ser pişta xwe derîne û veke.” Çaxê Rûtê şala xwe vekir, wî şeş elbik ceh berda şala wê û li pişta wê kir. Rût zivirî bajêr.

16 Gava Rût bi şûn ve zivirî, xesûya wê jê re got: “Çawa çêbû keça min?” Rûtê her tiştê ku Bowaz ji bo wê kiribû behs kir

17 û got: “Wî ev şeş elbik ceh da min û ji min re got: ‘Destvala neçe ba xesûya xwe.’”

18 Naomî got: “Keça min, heta ku tu hîn bûyî ka ev kar çawa çêdibe, sebir bike. Çimkî Bowaz, îro heta vî karî neqedîne nasekine.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan