Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -


Nivîsa Rûta Pîrika Dawidê Padîşah 2 - Kurmanji Încîl


Rasthatina Rût û Bowaz

1 Bi navê Bowaz merivekî Naomî hebû. Ew ji binemala mêrê wê Elîmelek bû. Bowaz zilamekî navdar û dewlemend bû.

2 Rojekê Rûta Moavî ji Naomiyê re got: “Destûr bide min ez herim zeviyê, li pey zilamekî xêrxwaz efareya simbilan bikim.” Naomî jê re got: “Here keça min.”

3 Îcar Rût çû, li pey paleyan simbil efare kirin. Ew bi rasthatinî çûbû zeviya Bowazê ku ji binemala Elîmelek bû.

4 Wê gavê Bowaz ji Bêtlehemê hat û ji paleyan re got: “Xudan bi we re be.” Wan jî got: “Xudan te pîroz bike.”

5 Piştre Bowaz ji xulamê xwe yê ku li ser serê paleyan disekinî re got: “Ev jina ciwan kî ye?”

6 Xulamê li ser serê paleyan got: “Ev ew jinika ciwan a Moavî ye. Ew ji welatê Moavê bi Naomî re hatibû.”

7 Wê ji min re got: “Ji kerema xwe destûr bide min ku ez efareya simbilan bikim, yên ku ji ber qevdên wan mane bicivînim.” Ji serê sibê heta niha ew xebitî, wê gelek kêm li bin holikê bêhna xwe veda.

8 Bowaz ji Rûtê re got: “Guh bide keça min! Ji bo civandina simbilan neçe zeviyeke din, ji vir neqete û li vir li ba keçikên me yên xizmetkar bimîne.

9 Bila çavê te, li ser zeviyê be ku pale didirûn. Bide pey wan. Min emir da xulamên xwe ku kes têkilî te nebe. Tu kengê tî bûyî, here ji ceran ava bîrê vexwe.”

10 Rûtê xwe xwar kir, deverû çû erdê û jê re got: “Tevî ku ez xerîb im, gelo çima te ez nêzîkî xwe dîtim û qenciyê bi min kir?”

11 Bowaz lê vegerand û got: “Her tiştê ku te piştî mirina mêrê xwe ji bo xesûya xwe kiriye, ji min re hat gotin. Te dev ji diya xwe, bavê xwe û welatê ku tu lê hatî dinyayê berda û hatî nav gelekî ku te ji berê ve pê nizanibû.

12 Xudan qenciya te bîne pêşiya te. Bila Xwedayê Îsraêl Xudan ku tu hatî xwe bispêrî binçengên wî, bi comerdî te xelat bike.”

13 Rûtê got: “Te qencî bi min kir, ezbenî. Tevî ku ez ne xizmetkareka te me jî, te bi gotinên xwe yên xweş ez teselî kirim.”

14 Çaxê xwarinê, Bowaz ji Rûtê re got: “Were vir, nan hilde, pariyê xwe di nav sihikê re bike û bixwe.” Rût li ba paleyan rûnişt. Bowaz firîkên qelandî dayê, wê têr xwar û hinek jî hilanî.

15 Gava Rût ji bo efarekirina simbilan rabû, Bowaz li xulamên xwe emir kir û got: “Bila ji nav qevdan ji xwe re efare bike, jê re nebin asteng.

16 Heta ji bo wê, hin simbilan ji qevdan biqetînin û deynin erdê ku efare bike. Wê qet neşikênin.”

17 Bi vî awayî Rûtê heta êvarê li nav zeviyê simbil efare kirin. Wê simbilên ku efare kirin kuta û bi qasî efayekê cehê wê çêbû.

18 Wê cehê xwe da pişta xwe û hat bajêr. Xesûya wê, cehê ku efare kiriye dît. Rûtê, ji xwarina ku ji ber wê maye da xesûya xwe.

19 Xesûya wê jê re got: “Te îro li ku derê efareya simbilan kir, tu li ku derê xebitî yî? Ew zilamî ku ev qencî bi te kiriye pîroz be!” Rûtê behsa zilamê ku li zeviya wî xebitiye kir û got: “Navê zilamê ku ez îro li zeviya wî xebitîm Bowaz e.”

20 Naomî ji bûka xwe re got: “Xudan wî zilamî pîroz bike ku qencî û dilsoziyê ji saxan û miriyan texsîr nake.” Piştre Naomî got: “Ew zilam merivê me ye, yek ji wan e ku li gorî Şerîetê divê xweyîtiyê li me bike.”

21 Rûta Moavî wiha got: “Bi ser de ji min re got: ‘Heta ku zilamên min hemû karê dirûnê biqedînin tu bi wan re bimîne.’”

22 Naomî ji bûka xwe Rûtê re got: “Keça min, çêtir e ku tu bi keçikên wî yên xizmetkar re herî. Heke na, li derên din dikarin te aciz bikin.”

23 Rût heta dawiya dirûna ceh û genim, ji bo berhevkirina simbilan ji keçikên xizmetkar ên Bowaz veneqetiya û li ba xesûya xwe ma.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan