Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -


Nivîsa Rûta Pîrika Dawidê Padîşah 1 - Kurmanji Încîl


Xela û koçkirina Mala Elîmelekê Cihûdayî

1 Di dema dadgeran serwerî dikir de, li welêt xela rabû. Zilamekî ji bajarokê Bêtlehema Cihûdayê, bi jina xwe û du kurên xwe re çû welatê Moavê ku lê bi xerîbî bimîne.

2 Navê wî Elîmelek bû, navê jina wî Naomî bû, navên kurên wî jî Mahlon û Kîlyon bûn. Ew ji Bêtlehema Cihûdayê, ji binemala Efrat bûn û çûbûn ku li welatê Moavê bijîn.

3 Gava mêrê Naomî Elîmelek mir, ew bi herdu kurên xwe re tenê ma.

4 Herdu kur jî bi keçên Moavî re zewicîn. Navê yekê Orpa, navê ya din Rût bû. Piştî ku wan deh salan li wê derê jiyana xwe borandin,

5 Mahlon û Kîlyon mirin. Bi vî awayî Naomî ji mêrê xwe û herdu kurên xwe bû.


Naomî û Rût vedigerin Bêtlehemê

6 Naomî ji welatê Moavê bihîst ku Xudan hatiye alîkariya gelê wê û xwarin daye wan, li ser vê yekê wê û herdu bûkên xwe amade kirin ku bizivirin.

7 Ew bi herdu bûkên xwe re ji wê derê bi rê ketin ku bizivirin welatê Cihûda.

8 Di rê de Naomî ji herdu bûkên xwe re got: “Bizivirin malên dayikên xwe, we çawa ji bo miriyên xwe û ji min re qencî kir, bila Xudan jî wisa qenciyê bi we bike.

9 Xudan ji we herduyan re jî, li mala mêrên we yên nû rihetiyê bide we.” Piştre wê herdu jî ramûsan û ew bi dengekî bilind giriyan.

10 Wan ji Naomiyê re got: “Na, emê bi te re bizivirin ba gelê te.”

11 Lê Naomî got: “Vegerin keçên min, ma hûnê çima bi min re werin? Ma di zikê min de, tu kurên min ê ku wê ji we re bibin mêr hene?

12 Vegerin herin keçên min. Bi qasî ku careke din nezewicim pîr bûme. Ez bêjim hêviya min heye, ez îşev herim mêr û kuran bînim,

13 ma hûn dikarin li benda mezinbûna wan bisekinin? Ma hûn dikarin heta wê demê mêr nekin? Na keçên min, ev tehlbûna min ji ya we bêtir e. Çimkî Xudan felaket bi ser min de anî.”

14 Ew careke din bi dengekî bilind giriyan. Orpayê xesûya xwe ramûsa û xatir jê xwest, lê Rûtê ew hembêz kir û pê re ma.

15 Naomî ji Rûtê re got: “Binêre, jintiya te zivirî gelê xwe û îlahê xwe. Tu jî li pey jintiya xwe here.”

16 Lê Rûtê got: “Zorê li min neke ku ez dev ji te berdim û li pey te neyêm. Çimkî tu herî ku derê, ezê bêm wê derê. Tu li ku derê bimînî, ezê jî li wê derê bimînim. Wê gelê te bibe gelê min, wê Xwedayê te bibe Xwedayê min.

17 Tu li ku derê bimirî, ezê jî li wê derê bimirim û li wê derê bêm veşartin. Ji mirinê pê ve, heke ji ber sedemeke din ji te biqetim, bila Xudan wisa bîne serê min û ya jê xerabtir jî.”

18 Çaxê Naomî dît ku Rûtê biryar daye wê pê re here, êdî wê tiştekî din jê re negot.

19 Herdu jî heta ku bigihîjin Bêtlehemê meşiyan. Hatina wan tevahiya Bêtlehemê rakir ser piyan. Jinan ji hev re got: “Ma Naomî ev e?”

20 Naomî ji wan re got: “Ji min re nebêjin: ‘Naomî,’ ji min re bibêjin: ‘Mara.’ Çimkî Xwedayê Karîndar bi min gelek da kişandin.

21 Ez têr û tije çûm, lê Xudan ez destvala bi şûn de şandim. Madem Xudan tengasî bi min da kişandin û Karîndar xerabî anî serê min, hûn çima ji min re bêjin Naomî?”

22 Naomî bi bûka xwe ya Moavî Rûtê re ji welatê Moavê zivirî. Ew di dema hilanîna ceh de gihîştin Bêtlehemê.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan