Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Romayî 10 - Kurmanji Încîl

1 Birano, daxwaza dilê min û lavakirina min a ji Xwedê ji bo xilasiya Îsraêliyan e.

2 Ez ji bo wan şahidiyê dikim ku xîreta wan ji bo Xwedê heye, lê belê xîreta wan ne bi zanîn e.

3 Çimkî wan rastdariya ku ji Xwedê tê, fêm nekir û xebitîn ku ya xwe bi xwe ava bikin û serî li ber rastdariya Xwedê danenîn.

4 Çimkî Mesîh dawiya Şerîetê ye, da ku ji bo her kesê ku bawer bike rastdarî hebe.


Xilasî ji bo Her Kesî

5 Mûsa li ser rastdariya ku ji Şerîetê tê weha dinivîse: «Mirovê ku van tiştan bike, wê bi wan bijî.»

6 Lê rastdariya ku ji baweriyê ye weha dibêje: «Di dilê xwe de nebêje: Kî wê hilkişe ezmên?» – yanî, ji bo ku Mesîh bîne xwarê –

7 an jî: «Kî wê dakeve diyarê miriyan?» – ji bo ku Mesîh ji nav miriyan derîne. –

8 Lê belê çi dibêje? Dibêje: «Peyv» – yanî peyva baweriyê ya ku em didin bihîstin – «nêzîkî te ye, li ser zimanê te û di dilê te de ye».

9 Eger tu bi devê xwe eşkere bikî ku Îsa Xudan e û di dilê xwe de bawer bikî ku Xwedê ew ji nav miriyan rakiriye, tê xilas bibî.

10 Çimkî ji bo rastdariyê bi dil tê bawerkirin û ji bo xilasbûnê jî bi dev tê eşkerekirin.

11 Nivîsara Pîroz dibêje: «Her kesê ku baweriyê bi wî bîne, nayê şermkirin.»

12 Di navbera Cihû û miletên din de cihêtî tune; eynî Xudan Xudanê hemûyan e û ji hemûyên ku gazî wî dikin re merd e.

13 Çimkî: «Her kî ku gazî navê Xudan bike, wê xilas bibe.»

14 Lê ewê çawa gazî wî yê ku bawerî pê neanîne bikin? Û ewê çawa baweriyê bi wî yê ku li ser nebihîstine bînin? Îcar bêyî ku yek bide bihîstin, ewê çawa bibihîzin?

15 Û eger ew neyên şandin, ewê çawa Mizgîniyê bidin? Wek ku hatiye nivîsîn: «Lingên wan ên ku Mizgîniya xêrê tînin çi spehî ne.»

16 Lê belê hemûyan li gor Mizgîniyê nekir. Çimkî Îşaya dibêje: «Ya Xudan, kê bi xebera ku me da, bawer kir?»

17 Îcar bawerî ji bihîstinê tê û tiştê bihîstî ji peyva Mesîh e.

18 Lê belê ez dibêjim: Ma wan nebihîst? Belê, bêguman bihîstin; çimkî: «Dengê wan gihîşt tevahiya erdê û peyvên wan gihîştine kujên dinyayê.»

19 Dîsa ez dibêjim: Ma Îsraêl ev fêm nekir? Pêşî Mûsa dibêje: «Ezê we, bi wan ên ku ne milet in bînim xîretê Û bi miletekî fêmkor hêrsa we rakim.»

20 Îşaya bê tirs weha dibêje: «Ez ji aliyê wan ên ku li min nedigeriyan ve hatim dîtin, Ez li yên ku li min nedipirsîn xuya bûm.»

21 Lê li ser Îsraêl weha dibêje: «Tevahiya rojê min destên xwe dirêjî miletekî rikdar û neguhdar kir.»

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan