Peyxam 9 - Kurmanji ÎncîlBoriya Pêncan 1 Milyaketê pêncan li boriyê xist û min stêrek dît ku ji ezmên ketibû ser rûyê erdê. Û mifta deriyê kortala bêbinî ji stêrê re hat dayîn. 2 Gava ku wê deriyê kortala bêbinî vekir, wek dûmana kûrheke mezin dûman ji çalê derket û ji dûmana çalê, roj û hewa bûn tarî. 3 Ji nav dûmanê kulî derketin ser rûyê erdê; wek ku desthilatiya dûpişkên erdê heye, desthilatî ji wan re jî hat dayîn. 4 Û ji wan re hat gotin ku ziyanê nedin giyayê erdê, ne jî tu dar û tu şînayiyê, lê ziyanê bidin wan mirovên ku mora Xwedê li ser eniya wan tune. 5 Destûra kuliyan hat dayîn, ku pênc mehan ezabê bidin wan, lê wan nekujin. Êşa wan wek êşa pêvedana dûpişkan bû. 6 Di wan rojan de mirov wê li mirinê bigerin, lê ew tu caran wê nabînin; ewê bixwazin ku bimirin, lê mirin wê ji wan bireve. 7 Dirûvê kuliyan mîna wan hespan bûn ku ji bo cengê hatine amadekirin. Li ser serê wan tiştek wek tacên zêrîn hebû û rûyê wan wek rûyê mirovan bû. 8 Porê wan wek porê jinan û diranên wan wek diranên şêran bûn. 9 Û wek zirxên hesinî zirxên wan hebûn û dengê baskên wan mîna dengê wan erebeyan bû ku gelek hesp wan dikişînin û dibezin cengê. 10 Mîna dûpişkan dûvikê wan û derziya wan hebû; û desthilatiya wan a ku pênc mehan cefayê bidin mirovan di dûvikê wan de bû. 11 Û milyaketê kortala bêbinî li ser wan padîşah bû, ku navê wî bi Îbranî ‹Abadûn› û bi Yewnanî ‹Apoliyon› e. 12 Waweylêya pêşî derbas bû; va ye, hê du waweylêyên din tên. Boriya Şeşan 13 Û milyaketê şeşan li boriyê xist û min dengek ji çar strûhên Gorîgeha zêrîn ya ku li ber Xwedê bû, bihîst. 14 Deng ji milyaketê şeşan re, yê ku borî di destê wî de bû got: «Wan çar milyaketên ku li ba çemê Firatê yê mezin girêdayî ne, veke.» 15 Û çar milyaketên ku ji bo vê saetê, vê rojê, vê mehê û vê salê hatibûn amadekirin, hatin berdan, da ku sêyeka mirovan bikujin. 16 Hejmara ordiyên siwarên hespan du caran deh hezar car deh hezar bû; min hejmara wan bihîst. 17 Di dîtiniya ku min dît de hesp û siwarên wan bi vî awayî xuya dibûn: Zirxên wan hebûn ku bi rengê êgir, yaqûtê ezmanî û kewkurtê bûn. Serê hespên wan wek serê şêran bû. Ji devê wan agir, dûman û kewkurt derdiket. 18 Sêyeka mirovan bi van her sê belayan, bi êgir, bi dûman û bi kewkurta ku ji devê wan derdiket, hatin kuştin. 19 Çimkî desthilatiya hespan di devê wan û di dûvê wan de ye. Dûvên wan mîna maran in û serê wan heye û bi van ziyanê didin. 20 Û ew mirovên ku bi şûn de mabûn û bi van belayan nehatibûn kuştin, ji wan pûtên ku bi destên xwe çêdikirin, tobe nekirin. Dev ji perizîna cin û wan pûtan bernedan, yên ku zêrîn, zîvîn, tûncîn, kevirîn û darîn in û nabînin, nabihîzin û rêve naçin. 21 Û ji kuştin, sêrbazî, fuhûşî û diziya xwe jî tobe nekirin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey