Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Peyxam 7 - Kurmanji Încîl


Ji Kurên Îsraêl 144 Hezar Mirov Tên Morkirin

1 Piştî vê yekê min çar milyaket dîtin ku li ser çar kujên erdê disekinîn û bayên çar kujên erdê digirtin, da ku ba li erdê, li deryayê û li tu daran nexe.

2 Min milyaketekî din jî dît ku ji Rojhilatê derdiket û mora Xwedayê jîndar pê re bû. Bi dengekî bilind gazî wan çar milyaketan kir, yên ku desthilatî ji wan re hatibû dayîn, ku zirarê bidin erd û deryayê; wî ji wan re got:

3 «Heta ku em morê li ser eniya xulamên Xwedayê xwe nexin, ziyanê nedin erdê, deryayê û daran.»

4 Hingê min hejmara yên ku hatibûn morkirin bihîst: Ji hemû eşîrên kurên Îsraêl sed û çil û çar hezar hatibûn morkirin.

5 Ji Eşîra Cihûda diwanzdeh hezar hatibûn morkirin. Ji Eşîra Rûbên diwanzdeh hezar, Ji Eşîra Gad diwanzdeh hezar,

6 Ji Eşîra Aşêr diwanzdeh hezar, Ji Eşîra Neftelî diwanzdeh hezar, Ji Eşîra Minaşe diwanzdeh hezar,

7 Ji Eşîra Şimûn diwanzdeh hezar, Ji Eşîra Lêwî diwanzdeh hezar, Ji Eşîra Îsexar diwanzdeh hezar,

8 Ji Eşîra Zebûlon diwanzdeh hezar, Ji Eşîra Ûsiv diwanzdeh hezar, Ji Eşîra Binyamîn diwanzdeh hezar hatibûn morkirin.


Elaleta ji Hemû Miletan

9 Piştî vê yekê min dît ku va ye, elaleteke mezin ya ku ji her miletî, ji her bavikî, ji her gelî û ji her zimanî ku tu kesî nedikarî bihejmarta; xiftanên spî li xwe kiribûn û guliyên xurmeyan di destên wan de bûn û li ber text û li ber Berx radiwestan.

10 Wan bi dengekî bilind gazî dikir û digotin: «Xilasî babetê Xwedayê me ye yê ku Li ser text rûniştiye û babetê Berx e.»

11 Hemû milyaket li hawirdora text û rihspiyan û afirîdên jîndar disekinîn. Û li ber text xwe deverû davêtin erdê, diperizîn Xwedê û digotin:

12 «Amîn. Pesin, rûmet, şehrezayî, Şikir, hurmet, hêz û karîn Bila her û her ji Xwedayê me re be. Amîn.»

13 Yek ji rihspiyan peyivî û ji min re got: «Evên ku bi xiftanên spî hatine wergirtin kî ne û ji ku derê hatine?»

14 Min ji wî re got: «Ezbenî, tu dizanî.» Hingê wî ji min re got: «Evên ha ew in ku ji wê tengahiya mezin hatine, xiftanên xwe şuştine û bi xwîna Berx spî kirine.

15 Ji bo vê yekê li ber textê Xwedê ne Û di Perestgeha wî de şev û roj diperizin wî. Yê ku li ser text rûniştiye, wê konê xwe li ser wan vegire.

16 Êdî ew birçî nabin û êdî tî nabin Û ne tav û ne jî germî li wan dixe.

17 Çimkî ew Berxê ku di navenda text de ye Wê şivantiyê li wan bike Û wê wan bibe ser kaniyên ava jiyanê. Xwedê wê hemû hêstiran ji çavên wan paqij bike.»

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan