Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Peyxam 6 - Kurmanji Încîl


Şeş Morên Pêşî Tên Vekirin

1 Hingê min dît ku Berx yek ji heft moran vekir û min bihîst ku yek ji çar afirîdên jîndar, bi dengekî wek xurexura ewran got: «Were!»

2 Û min dît, va ye, hespekî boz xuya bû û di destê siwarê wî de kevanek hebû. Tacek ji wî re hat dayîn û ew bi serketin derket, da ku bi ser keve.

3 Gava ku Berx mora diduyan vekir, min bihîst ku afirîdê jîndar yê diduyan got: «Were!»

4 Hingê hespekî din ê sor derket û ji siwarê wî re destûr hat dayîn, ku aştiyê ji dinyayê rake û mirovan bi hevdû bide şerjêkirin. Û şûrekî mezin ji wî re hat dayîn.

5 Gava ku Berx mora sisiyan vekir, min bihîst ku afirîdê jîndar yê sisiyan got: «Were!» Û min dît, va ye, hespekî reş û di destê siwarê wî de şihînek heye.

6 Hingê min di navenda çar afirîdên jîndar de dengek bihîst, wek ku digot: «Çapikek tenê genim bi zîvekî û sê çapik tenê ceh bi zîvekî. Lê ziyanê nede dohnê zeytê û şerabê.»

7 Gava ku Berx mora çaran vekir, min dengê afirîdê jîndar yê çaran bihîst ku digot: «Were!»

8 Hingê min dît, va ye, hespekî kimêt ku navê siwarê wî Mirin bû. Diyarê miriyan li pey wî dihat. Li ser çaryeka dinyayê desthilatî ji wî re hat dayîn, da ku bi şûr, bi xelayê, bi mirinê û bi heywanên dehbe yên dinyayê wan bikuje.

9 Gava ku Berx mora pêncan vekir, min di bin gorîgehê de canê wan mirovan dît, yên ku di ber peyva Xwedê û di ber şahidiya ku kirine de, hatibûn kuştin.

10 Wan bi dengekî bilind gazî kir û gotin: «Ey Xudanê hukumdar! Tu pîroz û rastîn î. Ma heta kengê tu dîwanê nakî û tu heyfa xwîna me ji wan ên ku li dinyayê rûdinin nastînî?»

11 Hingê ji her yekî ji wan re xiftanê spî hat dayîn û ji wan re hat gotin ku demeke kurt rihet bimînin, heta ku hejmara xizmet-hevalên wan û birayên wan ên ku wê wek wan bên kuştin, temam bibe.

12 Gava ku Berx mora şeşan vekir, min dît ku erdhejîneke mezin çêbû. Roj wek xirariyê ji mû, reş bû û tevahiya heyvê bû wek xwînê.

13 Stêrên ezmên ketin ser erdê, wek ku dara hêjîrê ji ber bayekî mezin bihejike, hêjîrên xwe yên bihûrî biweşîne.

14 Û ezman wek pêçekekê li hev hat pêçan û hemû çiya û girav ji cihên xwe hatin rakirin.

15 Hingê padîşahên dinyayê, mezinên wê, serekleşkerên wê, dewlemendên wê û hêzdarên wê û hemû mirovên xulam û azad xwe di şkeft û latên çiyan de veşartin.

16 Wan ji çiyan û latan re digot: «Bi ser me de bikevin û me ji ber rûyê yê ku li ser text rûniştiye û ji ber xezeba Berx veşêrin.

17 Çimkî roja mezin a xezeba wan hat û kî dikare li ber bisekine?»

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan