Peyxam 5 - Kurmanji ÎncîlKitêba Morkirî û Berx 1 Hingê min di destê rastê yê wî yê ku li ser text rûdinişt de nivîsara lihevpêçayî dît. Ew ji herdu aliyan ve hatibû nivîsîn û bi heft moran hatibû morkirin. 2 Û min milyaketekî hêzdar dît ku bi dengekî bilind digot: «Kî hêja ye ku kitêbê veke û morên wê rake?» 3 Lê ne li ezmên, ne li ser erdê û ne jî di bin erdê de tu kesî nikaribû kitêb vekira û lê binêriya. 4 Ez gelek digiriyam, çimkî kesek hêjayî peyda nebû ku kitêbê veke û lê binêre. 5 Hingê yekî ji rihspiyan ji min re got: «Negirî! Va ye, Şêrê ku ji eşîra Cihûda ye, Rayê Dawid bi ser ket, ku kitêbê û heft morên wê veke.» 6 Hingê li ber text û di navenda çar afirîdên jîndar û rihspiyan de min Berxek dît, wek ku şerjêkirî be. Heft strûhên wî û heft çavên wî hebûn. Evên ha heft ruhên Xwedê ne yên ku li seranserê dinyayê hatine şandin. 7 Ew hat û kitêb ji destê rastê yê wî yê ku li ser text rûdinişt stand. 8 Çaxê wî ew stand, çar afirîdên jîndar û bîst û çar rihspî li ber Berx deverû çûn ser çokan. Di destê her yekî ji wan de çeng û piyanên zêrîn ên tije bixûr hebûn. Bixûr duayên mirovên pîroz in. 9 Û lavijeke nû distrandin û digotin: «Tu hêja yî ku kitêbê bistînî Û morên wê vekî. Çimkî tu hatî şerjêkirin Û te bi xwîna xwe ji her bavikî, ji her zimanî, Ji her gel û ji her miletî mirov ji Xwedê re kirrîn; 10 Û te ew ji Xwedayê me re kirin padîşahî û kahîn Û ewê li ser dinyayê padîşahiyê bikin.» 11 Hingê min nêrî, li hawirdora text û afirîdên jîndar û rihspiyan, min dengê gelek milyaketan bihîst û hejmara wan bi hezaran hezar û bi deh hezaran deh hezar bû. 12 Bi dengekî bilind digotin: «Berxê şerjêkirî hêja ye ku hêz, Dewlemendî, şehrezayî, karîn, hurmet, Rûmet û pesin bistîne.» 13 Hingê min bihîst ku her afirînên li ezmên, li ser erdê, di bin erdê de û di deryayê de û hemû tiştên di wan de, digotin: «Bila her û her pesin, hurmet, rûmet û qudret Ji yê ku li ser text rûniştiye re û ji Berx re be!» 14 Û çar afirîdên jîndar digotin: «Amîn» û rihspî deverû çûn ser çokan û perizîn. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey