Peyxam 4 - Kurmanji ÎncîlTextê li Ezmên 1 Piştî van tiştan min dît ku va ye, li ezmên deriyekî vekirî heye. Ew dengê ku min pêşî bihîstibû û wek dengê boriyê bû, ji min re got: «Hilkişe vir û ezê wan tiştên ku divê ji niha û pê ve çêbin, nîşanî te bidim.» 2 Di cih de Ruh hat ser min, min dît, textek li ezmên hebû û li ser text yek rûniştî bû. 3 Û dîtina yê rûniştî mîna kevirê yêşîm û eqîqê sor yê şewqdar bû. Li hawirdora text keskesoreke mîna zimrûd hebû. 4 Li hawirdora text bîst û çar textên din hebûn û li ser wan textan bîst û çar rihspî rûdiniştin. Li ser serê wan tacên zêrîn hebûn û cilên spî wergirtibûn. 5 Û ji text birûsk, deng û xurexurên ewran derdiketin. Û li ber text heft xetîrên êgir yên pêketî hebûn, ew heft ruhên Xwedê ne. 6 Li ber text tiştek wek deryayeke camîn û mîna belûr hebû. Û li navendê, li hawirdora text, çar afirîdên jîndar hebûn ku ji pêş û ji paş ve bi çavan tije bûn. 7 Afirîdê pêşî mîna şêr bû, yê diduyan mîna conega bû û rûyê afirîdê sisiyan wek rûyê mirovan bû û afirîdê çaran mîna eyloyê firek bû. 8 Û ji çar afirîdan her yek ji wan şeş baskên wî hebûn, hawirdora wî û hundirê wî bi çavan tije bû. Bi şev û bi roj bê rawestin dibêjin: «Pîroz, pîroz, pîroz, Xudan, Xwedayê karîndarê her tiştî, Yê ku Hebû, Yê ku Heye û Yê ku Wê Bê.» 9 Û her cara ku çar afirîdên jîndar rûmet, hurmet û şikiriyê didin yê ku li ser text rûniştiye û her û her dijî, 10 bîst û çar rihspî li ber yê ku li ser text rûniştiye deverû diçin ser çokan, diperizin wî yê ku her û her dijî û tacên xwe datînin ber text û dibêjin: 11 «Ya Xudan, Xwedayê me, Tu hêja yî ku rûmet, hurmet û hêzê bistînî. Çimkî te her tişt afirandin Û bi daxwaza te ew afirîn û hene.» |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey