Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Peyxam 3 - Kurmanji Încîl


Ji Civîna Bawermendên Sardeysê re

1 «Ji milyaketê civîna bawermendên Sardeysê re binivîse: ‹Yê ku heft ruhên Xwedê û heft stêr pê re ne, van tiştan dibêje: Ez kirinên te dizanim, wek ku tu dijî navekî te heye, lê tu miriyî.

2 Hişyar bibe û tiştên ku bi şûn de mane û li ber mirinê ne, bi hêz bike; çimkî min kirinên te li ber Xwedayê xwe temambûyî nedîtin.

3 Îcar bîne bîra xwe ku te çi standiye û bihîstiye; wan tiştan bigire û tobe bike. Lê eger tu hişyar nebî, ezê wek dizan bêm û tu nizanî ku ezê di kîjan saetê de bavêjim ser te.

4 Lê di Sardeysê de çend kesên te hene ku wan cilên xwe nelewitandine. Ewê bi min re bi cilên spî bigerin, ji ber ku ew hêja ne.

5 Ewê ku bi ser dikeve bi vî awayî wê bi cilên spî bê wergirtin. Û ez navê wî ji Kitêba Jiyanê tu caran xîş nakim, lê ezê navê wî li ber Bavê xwe û li ber milyaketên wî eşkere bikim.

6 Ewê ku guhên wî hene, bila bibihîze ku Ruh ji civînan re çi dibêje.›»


Ji Civîna Bawermendên Filadelfiyayê re

7 «Ji milyaketê civîna bawermendên Filadelfiyayê re binivîse: ‹Yê Pîroz, yê Rastîn, Yê ku mifta Dawid pê re ye, Yê ku vedike û tu kes nikare bigire, Û yê ku digire û tu kes nikare veke, Van tiştan dibêje:

8 Ez bi kirinên te dizanim. Va ye, min deriyekî vekirî daniye ber te ku tu kes nikare bigire. Ez dizanim ku hêza te hindik e û dîsa jî te peyva min girt û te navê min înkar nekir.

9 Va ye, hinek ji kinîşta Îblîs hene. Ew ne Cihû ne, lê bi derew ji xwe re dibêjin Cihû. Ezê wisa bi wan bikim, ku ewê bên û li ber lingên te herin ser çokan û wê bizanin ku ez ji te hez dikim.

10 Madem ku te emrê min ê li ser bîhfrehiyê girt, ez jî, ezê te di saeta ceribandinê de bigirim; ew saet ji bo ceribandina yên ku li ser erdê rûdinin e û ewê bê ser seranserê dinyayê.

11 Ezê zûka bêm, tiştê ku bi te re ye hişk bigire, da ku tu kes taca te nestîne.

12 Ewê ku bi ser dikeve ezê wî di Perestgeha Xwedayê xwe de bikim stûn û ew êdî tu caran dernakeve derve. Ezê navê Xwedayê xwe, navê bajarê Xwedayê xwe, navê Orşelîma nû ya ku ji Xwedayê min, ji ezmên tê xwarê û navê xwe yê nû li ser wî binivîsim.

13 Ewê ku guhên wî hene, bila bibihîze ku Ruh ji civînan re çi dibêje.›»


Ji Civîna Bawermendên Lawdikyayê re

14 «Ji milyaketê civîna bawermendên Lawdikyayê re binivîse: ‹Yê Amîn, şahidê rastîn û dilsoz, serkaniya afirandinên Xwedê, van tiştan dibêje:

15 Ez bi kirinên te dizanim, tu ne sar î û ne jî germ î. Xwezî tu an sar an germ bûyayî.

16 Lê ji ber ku tu ne sar û ne jî germ î, tu sarûgermo yî, ezê te ji devê xwe vereşim.

17 Tu dibêjî: «Ez dewlemend im, ez gelek dewlemend bûme û qet hewcedariya min tune». Lê tu nizanî ku tu reben, jar, belengaz, kor û tazî yî.

18 Şîreta min li te ev e: Zêrê ku bi êgir hatiye safîkirin ji min bikirre, da ku tu dewlemend bibî; cilên spî ji min bikire, da ku tu li xwe bikî û şerma tazîbûna te bê nixumandin. Û dermanê çavan ji min bikire û li çavên xwe bide, da ku tu bibînî.

19 Ez dengê xwe li hemûyên ku ez ji wan hez dikim hildidim û wan edeb dikim. Loma bi xîret be û tobe bike!

20 Va ye, ez li ber derî radiwestim û lê dixim. Eger yek dengê min bibihîze û derî veke, ezê herim ba wî û ez bi wî re û ew bi min re, emê şîvê bixwin.

21 Yê ku bi ser dikeve, ezê heq bidim wî ku bi min re li ser textê min rûne, çawa ku ez bi ser ketim û bi Bavê xwe re li ser textê wî rûniştim.

22 Ewê ku guhên wî hene, bila bibihîze ku Ruh ji civînan re çi dibêje.›»

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan