Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Peyxam 20 - Kurmanji Încîl


Padîşahiya Hezar Salî

1 Û min milyaketek dît ku ji ezmên dihat xwarê; di destê wî de mifta kortala bêbinî û zincîreke mezin hebû.

2 Wî ejder, marê kevin ê ku Îblîs, yanî Şeytan e, girt û ew hezar salî girêda.

3 Wî ew avêt kortala bêbinî, ser wî girt û mor kir, da ku heta hezar sal temam bibin êdî miletan nexapîne. Piştî vê yekê divê ku ew demeke kurt bê berdan.

4 Min text dîtin û ew li ser wan rûniştin, desthilatî ji wan re hat dayîn, ku ew dîwanê bikin. Îcar min canê wan ên ku ji ber şahidiya Îsa û ji ber peyva Xwedê serê wan hatiye birrîn dîtin. Ew ji cenawir re û ji sûretê wî re neçûne ser çokan û li ser eniya xwe û li ser destê xwe deq nestandine. Ew vejiyan û wan bi Mesîh re hezar salî padîşahî kir.

5 Ew miriyên ku bi şûn de man, heta hezar sal temam bûn venejîn. Vejîna pêşî ev e.

6 Yê ku para wî di vejîna pêşî de heye pîroz e û xwezî bi wî; hukumdariya mirina diduyan li ser wan tune. Lê belê wê bibin kahînên Xwedê û yên Mesîh û wê bi wî re hezar salî padîşahiyê bikin.


Îblîs Tê Dîwankirin

7 Çaxê hezar sal temam bibin, Îblîs wê ji zîndanê bê berdan.

8 Ewê derkeve, da ku wan miletên ku li ser her çar riknên erdê ne – Gog û Magog – bixapîne û ji bo cengê wan li cihekî bicivîne. Hejmara wan wek seylaka ber deryayê ye.

9 Ew derketin ser pehnahiya erdê û hawirdora wargehê pîrozan û bajarê hezkirî girtin. Lê ji ezmên agir hat xwarê û ew xwarin.

10 Îcar ew Îblîsê ku ew ji rê derxistine, hat avêtin nav gola êgir û kewkurtê, cihê ku cenawir û pêxemberê derewîn tê de ne. Bi şev û roj, her û her ezab wê li wan bê kirin.


Dîwana Dawî

11 Hingê min textekî mezin ê spî û yê li ser wî rûniştibû dît. Erd û ezmên ji ber wî bazdan û cihek ji bo wan peyda nebû.

12 Û min yên mirî, yên biçûk û mezin, li ber text sekinî dîtin. Kitêb vebûn û kitêbeke din a ku Kitêba Jiyanê ye vebû. Mirî, li gor kirinên xwe yên ku di kitêban de nivîsî bûn, hatin dîwankirin.

13 Û deryayê ew miriyên ku di wê de bûn dan; mirinê û diyarê miriyan jî ew miriyên ku di wan de bûn, dan. Û her yek li gor kirinên xwe hat dîwankirin.

14 Hingê mirin û diyarê miriyan hatin avêtin nav gola êgir. Ev gola êgir mirina diduyan e.

15 Û navê kê di Kitêba Jiyanê de nivîsî nehatibe dîtin, hat avêtin nav gola êgir.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan