Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Peyxam 19 - Kurmanji Încîl


Şabûna li Ezmên

1 Piştî van tiştan, min li ezmên dengekî bilind bihîst, wek dengê elaleteke mezin bû û digot: «Helêlûya! Xilasî, rûmet û hêz, yên Xwedayê me ne!

2 Çimkî dîwankirina wî rast û dadperwer e. Wî dîwana fahîşeya mezin kir, Ya ku rûyê erdê bi fuhûşiya xwe xera kiriye Û wî heyfa xwîna pîrozên xwe jê stand.»

3 Û cara diduyan gotin: «Helêlûya! Dûmana bajêr her û her bilind dibe.»

4 Bîst û çar rihspî û çar afirîdên jîndar deverû çûn ser çokan û perizîn Xwedayê ku li ser text rûniştiye û gotin: «Amîn, Helêlûya.»

5 Hingê dengek ji text hat û got: «Ey hemû xulamên wî yên ku ji wî ditirsin, Biçûk û mezin pesnê Xwedayê me bidin.»

6 Piştre min dengek wek dengê elaleteke mezin, dengê gelek avê û dengê xurexura ewrên hêzdar bihîst ku digot: «Helêlûya! Çimkî Xudan Xwedayê me, Karîndarê her tiştî, hukumdariyê dike.

7 Em şa û dilgeş bibin Û em rûmetê bidin wî. Çimkî daweta Berx hat Û bûka ku ji bo wî ye, xwe amade kir.

8 Û jê re hat dayîn, ku ew Kitanê hêja yê ku dibiriqe û paqij e, wergire.» Mana kitanê hêja, kirinên pîrozan ên dadperwer in.

9 Hingê milyaket ji min re got: «Binivîse: ‹Xwezî bi wan ên ku ji bo ziyafeta daweta Berx hatine vexwendin!›» Û ji min re got: «Evên ha peyvên Xwedê yên rast in.»

10 Û ez li ber lingên wî deverû çûm ser çokan, ku ez biperizim wî. Lê wî ji min re got: «Nebe ku tu vê yekê bikî! Ez xizmet-hevalê te û xizmet-hevalê birayên te me, yên ku şahidiya Îsa bi wan re ye. Biperize Xwedê, çimkî şahidiya Îsa ruhê pêxemberîtiyê ye.»


Mesîh Cenawir û Ordiyên Wî Bindest Dike

11 Hingê min ezman vebûyî dît. Va ye, hespekî boz. Ji siwarê wî re Yê Dilsoz û Rast tê gotin; ew di şer û dîwankirinê de dadperwer e.

12 Çavên wî wek pêta êgir in û li ser serê wî gelek tac hene. Navekî wî yê nivîsî heye ku ji wî pê ve tu kes nizane.

13 Û cilek li xwe kiriye ku li xwînê hatiye xistin û navê wî ‹Peyva Xwedê› ye.

14 Ordiyên li ezmên ên ku bi kitanê hêja yê spî û paqij hatibûn wergirtin, li ser hespên boz li pey wî dihatin.

15 Şûrekî tûj ji devê wî derdikeve, da ku li miletan bixe û ew bi xwe wê bi gopalê hesin serweriyê li wan bike. Ew bi xwe wê mahsera şeraba xezeba Xwedayê karîndarê her tiştî ya dijwar biguvêşe.

16 Li ser cilê wî û li ser kemaxa wî navekî nivîsî heye: PADÎŞAHÊ PADÎŞAHAN Û XUDANÊ XUDANAN.

17 Û min milyaketek dît ku li ser rojê disekinî û bi dengekî bilind gazî kir û ji hemû teyrên ku di nava ezmên de difirîn re got: «Werin ziyafeta Xwedê ya mezin, li cihekî bicivin,

18 da ku hûn goştê padîşahan, goştê serdaran, goştê mêrxasan, goştê hespan û siwarên wan, goştê hemû azad û xulaman, biçûk û mezinan bixwin.»

19 Hingê min cenawir û padîşahên dinyayê û ordiyên wan li cihekî civiyayî dîtin, da ku cengê bi siwarê hêsp û bi ordiya wî re bikin.

20 Û cenawir û pêxemberê derewîn bi wî re, bi hêsîrtî hatin girtin. Pêxemberê derewîn ew bû ku li ber cenawir nîşanên mezin dikirin û bi wan nîşanan ew ên ku deqa cenawir distandin û ji sûretê wî re diçûn ser çokan, dixapandin. Ev herduyên ha sax hatin avêtin nav gola êgir a ku bi kewkurtê dişewite.

21 Yên bi şûn de mayî, bi wî şûrê ku ji devê siwarê hêsp derdiket, hatin kuştin û hemû teyran ji goştê wan têr xwar.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan