Peyxam 18 - Kurmanji ÎncîlHilweşîna Babîlê 1 Piştî van tiştan min milyaketekî din dît ku ji ezmên dihat xwarê. Desthilatiya wî ya mezin hebû û ji rûmeta wî rûyê erdê bû ronahî. 2 Wî bi dengekî xurt gazî kir û got: «Hilweşiya! Babîla mezin hilweşiya! Bû cih û warê cinan Û nivana hemû ruhên nepak, Bû nivana hemû teyr û heywanên nepak û murdar. 3 Çimkî ji şeraba fuhûşiya wê ya har Hemû miletan vexwar Û padîşahên dinyayê bi wê re fuhûşî kirin; Û bazirganên dinyayê ji zêdehiya kêfa wê dewlemend bûn.» 4 Hingê min ji ezmên dengekî din bihîst ku digot: «Ya gelê min, ji wê derkevin, Da ku hûn nebin hevparên gunehên wê Û ji belayên wê Parê nestînin. 5 Çimkî gunehên wê gihîştin heta bi ezmên Û Xwedê neheqiyên wê anîn bîra xwe. 6 Wê bi xwe çawa dabe, hûn jî wisa bidin wê Û li gor kirinên wê du qat bidin wê; Û ew kasa ku wê daye vexwarin, hûn du qat bi wê bidin vexwarin. 7 Çiqas rûmet dabe xwe û kêf û şahî kiribe, Ewqas cefa û xemgîniyê bidin wê. Çimkî di dilê xwe de dibêje: ‹Ez bi şahbanûyî rûdinim, Ez ne jinebî me Û ez tu caran şînê nagirim.› 8 Ji bo vê yekê belayên wê – Mirin, şîn û xela – wê di rojekê de bên Û ewê bi êgir bê şewitandin. Çimkî Xudan Xwedayê ku dîwana wê dike, hêzdar e.» 9 Û padîşahên dinyayê yên ku pê re fuhûşî û kêf kirine, çaxê dûmana şewitandina wê bibînin, wê li ser wê bigirîn û li xwe bidin. 10 Ji tirsa cefayê ku ew dikişîne, wê li dûr bisekinin û bêjin: «Wax, wax, bajarê mezin, Bajarê hêzdar, Babîl! Çimkî dîwanbûna te wisa di saetekê de hat.» 11 Bazirganên dinyayê wê li ser wê bigirîn û şînê bigirin. Çimkî malên wan, 12 zêr û zîv, kevirên hêja, lal û dur, kitanê hêja, qumaşên binefşî, hevrîşim, qumaşên sor, her cûreyê darê bîhnxweş û her tiştên ji diranên fîlan, tiştên ji darê herî hêja, ji tûnc, ji hesin û ji mermer; 13 darçîn, biharat, bixûr, rûnê bîhnxweş, cewîşêrîn, şerab, dohnê zeytê, arê xas, genim, dewar, mî, hesp, erebe, kole û mirovan êdî tu kes nakirre. 14 Ew dibêjin: «Ew fêkiyên ku dilê te diçû wan Ji destê te derketin, Tiştên şewqdar û dilkêş Ji te re neman Û êdî tu kes tu caran wan nabîne.» 15 Bazirganên van tiştan, yên ku ji Babîlê dewlemend bûne, wê ji tirsa cefayê wê li dûr bisekinin û bi şîn û girîn bêjin: 16 «Wax, wax, bajarê mezin! Ku bi kitanê hêja, qumaşê binefşî û sor hatiye pêçan Û bi zêr, kevirê hêja û bi duran hatiye xemilandin! 17 Evqas dewlemendî di saetekê de wêran bû!» Û her qaptanê gemiyê û her rêwiyê ku bi gemiyê diçe cihekî, gemîvan û hemû yên ku bi kar û xebatên deryayê abora xwe dikin, li dûr disekinîn 18 û gava dûmana şewitandina wî didîtin, bi qîrîn digotin: «Ma bajarekî din ê wek vî bajarê mezin heye?» 19 Wan xwelî li serê xwe kir, bi şîn û girîn kirin qîrîn û gotin: «Wax, wax, bajarê mezin! Yên ku di deryayê de gemiyên wan hene Hemû bi malên wî yên hêja dewlemend bûn. Lê wisa di saetekê de bajar wêran bû. 20 Ey ezmanno û hûn pîrozno! Şandîno û pêxemberno! Li ser wî şa bibin! Çimkî Xwedê dîwana wî kir, heqê we ji wî stand.» 21 Hingê milyaketekî hêzdar kevirek wek beraşekî mezin hilda, avêt deryayê û got: «Bajarê mezin Babîl weha bi ketineke mezin wê bê avêtin Û êdî tu caran xuya nabe. 22 Êdî dengê çengvan, muzîkvan, Bilûrvan û borîzanan Tu caran di nav te de nayê bihîstin. Êdî pîşekarên tu pîşeyî Tu caran di nav te de peyda nabin. Û êdî dengê beraşan Tu caran di nav te de nayê bihîstin. 23 Êdî ronahiya qendîlan Tu caran di nav te de ronahî nade Û êdî dengê bûk û zava Tu caran di nav te de nayê bihîstin. Bazirganên te giregirên dinyayê bûn Û hemû milet bi sêrbaziya te ji rê derketin. 24 Xwîna pêxember, pîroz û hemûyên ku Li ser rûyê erdê hatine şerjêkirin ket stûyê wî bajarî.» |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey