Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Peyxam 15 - Kurmanji Încîl


Heft Milyaket û Heft Bela

1 Hingê min li ezmên nîşaneke din a mezin û ecêb dît: Heft milyaket ku heft belayên dawîn bi wan re bûn. Çimkî xezeba Xwedê bi wan temam dibe.

2 Min dît ku tiştekî wek deryayeke camîn a bi êgir tevlihev hebû û min dît yên ku li hember cenawir û sûretê wî û hejmara navê wî bi ser ketibûn, li ser deryaya camîn radiwestan. Çengên ku Xwedê dane wan di destên wan de bûn

3 û strana xulamê Xwedê Mûsa û strana Berx distrandin û digotin: «Ya Xudan, Xwedayê karîndarê her tiştî, Karên te mezin û ecêb in; Ya Padîşahê miletan, Riyên te rast û dadperwer in.

4 Ya Xudan, kî natirse Û rûmetê nade navê te? Çimkî bi tenê tu pîroz î, Hemû milet wê bên Û li ber te herin ser çokan, Çimkî karên te yên dadperwer eşkere bûn.»

5 Piştî van tiştan min dît ku li ezmên Perestgeh, yanî Konê Şahidiyê vebû.

6 Heft milyaketên ku heft bela bi wan re bûn ji Perestgehê derketin. Wan kitanê paqij yê ku dibiriqî li xwe kiribûn û kemberên zêr li singên xwe pêçabûn.

7 Yekî ji çar afirîdên jîndar heft piyanên zêrîn yên ku bi xezeba wî Xwedayê ku her û her dijî tije bûn, dan heft milyaketan.

8 Û Perestgeh bi dûmana rûmet û hêza Xwedê tije bû û heta ku heft belayên heft milyaketan temam bûn, tu kesî nikaribû bikeve Perestgehê.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan