Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Peyxam 11 - Kurmanji Încîl


Du Şahid

1 Qamîşekî mîna şivdar ji min re hat dayîn û hat gotin: «Rabe, Perestgeha Xwedê, Gorîgehê û yên ku tê de diperizin bipîve.

2 Lê hewşa Perestgehê ya derve bihêle û wê nepîve; çimkî ew ji miletan re hat dayîn. Ewê Bajarê Pîroz çil û du mehan di bin lingan de biperçiqînin.

3 Û ezê desthilatiyê bidim du şahidên xwe û ewê xirarî li xwe kirî hezar û du sed û şêst rojan pêxemberîtiyê bikin.»

4 Ev in ew herdu darên zeytûnan û herdu şamdankên ku li ber Xudanê dinyayê disekinin.

5 Eger mirovek bixwaze ziyanê bide wan, ji devê wan agir derdikeve û dijminên wan dixwe û helak dike. Û eger mirovek bixwaze ziyanê bide wan, divê ew bi xwe bi vî awayî bê kuştin.

6 Desthilatiya wan heye, ku di rojên pêxemberîtiya xwe de ezmên bigirin, da ku baran nebare. Û desthilatiya wan li ser avê heye, ku wê bikin xwîn û kengê bixwazin, dikarin her belayê bi ser rûyê erdê de bînin.

7 Çaxê şahidiya xwe bînin serî, ew cenawirê ku ji kortala bêbinî derdikeve wê bi wan re şer bike, li hember wan bi ser keve û wan bikuje.

8 Cesedê wan wê li ser meydana wî bajarê mezin bimîne, ku bi mana ruhanî jê re Sodom û Misir tê gotin. Xudanê wan bi xwe jî li wê derê hat xaçkirin.

9 Ji her gel, her bavik, her ziman û her miletan mirov wê sê roj û nîvan li cesedê wan binêrin û ew destûrê nadin, ku cesedê wan bixin gorê.

10 Yên ku li ser rûyê erdê rûdinin wê li ser wan şa bibin û wê gelek dilgeş bibin û ewê diyariyan ji hev re bişînin. Çimkî van herdu pêxemberan ezab didan wan ên ku li ser rûyê erdê rûdiniştin.

11 Û piştî sê roj û nîvan ji Xwedê ruhê jiyanê ket hundirê wan û ew rabûn ser lingên xwe. Îcar tirseke mezin ket ser wan ên ku ew dîtin.

12 Hingê wan dengekî mezin ji ezmên bihîst ku ji wan re digot: «Werin jorê.» Û li ber çavên dijminên xwe ew di ewr de hilkişiyan ezmên.

13 Di wê saetê de erdhejîneke mezin çêbû, dehyeka bajêr hilweşiya û di erdhejînê de heft hezar mirov mirin. Yên bi şûn de man, tirsiyan û rûmet dan Xwedayê ezmên.

14 Waweylêya diduyan derbas bû; va ye, waweylêya sisiyan zûka tê.


Boriya Heftan: Perizîna li Ezmên

15 Milyaketê heftan li boriyê xist û li ezmên dengên mezin çêbûn ku digotin: «Padîşahiya dinyayê bû ya Xudanê me û ya Mesîhê wî. Ewê her û her padîşahiyê bike».

16 Û bîst û çar rihspiyên li ber Xwedê yên ku li ser textên xwe rûdiniştin, xwe deverû avêtin erdê, perizîn Xwedê û gotin:

17 «Ya Xudan, Xwedayê karîndarê her tiştî, Yê ku Hebû û Yê ku Heye, Em ji te re şikir dikin; Çimkî te hêza xwe ya mezin stand Û te dest bi hukumdariya xwe kir.

18 Milet hêrs bûn, lê xezeba te hat; Wext hat, ku dîwana miriyan bê kirin. Wextê dayîna xelata xulamên te yên pêxember Û yên pîroz, biçûk û mezin, yên ku ji te ditirsin hat. Û wextê xerakirina yên ku dinyayê xera dikin hat.»

19 Hingê Perestgeha Xwedê ya ku li ezmên bû vebû û di Perestgeha wî de Sindoqa Peymana wî xuya bû. Birûskan lê da, deng û xurexura ewran hat bihîstin, erdhejînek û teyrokeke şedîd çêbû.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan