Padîşah II, 4 - Kurmanji ÎncîlÊlîşayê Pêxember alîkariya jinebiyekê dike 1 Jina yekî ji koma pêxemberan, ji Êlîşa lava kir û got: “Xulamê te, mêrê min mir. Tu dizanî ku ew xulamê te ji Xudan ditirsiya. Kesê ku em deyndarê wî ne, hat ku herdu kurên min wek kole ji xwe re hilde û bibe.” 2 Êlîşa jê re got: “Ez ji bo te çi bikim? Ka ji min re bêje; li mala te çi heye?” Jinikê got: “Li mala vê xulama te, ji qafikek zeytê pêve tiştek tuneye.” 3 Êlîşa got: “Here ji tevahiya cîranên xwe, te çiqas dît, firaxên vala bîne, lê bila ne kêm bin ha! 4 Tê bikevî hundir, tê li ser xwe û li ser kurên xwe derî bigirî. Tê rûn birijînî nav firaxan, firaxê ku tije bû tê deynî aliyekî.” 5 Jinikê ji ba wî çû. Derî li ser xwe û li ser kurên xwe girt û jê rê firax anîn û wê jî ew dadigirtin. 6 Gava firax tije dikirin, ji kurê xwe re got: “Here ji min re firaxan.” Kurê wê got: “Êdî firax neman.” Êdî rûn narije. 7 Jinik hat, ji Êlîşayê zilamê Xwedê re hal û mesele got. Êlîşa lê vegerand: “Here, zeytê bifiroşe, deynê xwe bide, bi pereyê mayî tu û kurên xwe bijîn.” Êlîşayê Pêxember û jina Şûnêmî ya dewlemend 8 Rojekê Êlîşa diçû Şûnêmê. Li wê derê jineke dewlemend hebû. Jinikê zorê lê kir ku ew xwarinê bixwe. Her dema ku ew diçû Şûnêmê, ji bo xwarinê bixwe riya xwe pêdixist. 9 Jinikê ji mêrê xwe re got: “Min fêm kir ku ev zilamê her car riya xwe bi me dixe, zilamê Xwedê yê pîroz e. 10 De rabe em ji bo wî, li ser bên odeyeke biçûk çêkin û em jê re nivîn û sifre, kursî û çire deynin. Her cara ew hat mala me, bila li wir bimîne.” 11 Rojekê hat wir, çû odeya jor û raza. 12 Ji xulamê xwe Gêhazî re got: “Gazî jinika Şûnêmî bike.” Gêhazî gazî wê kir û jinik li ber sekinî. 13 Êlîşa ji xulamê xwe re got: “Niha ji jinikê re bêje: ‘Me gelekî zehmetî da te, tiştekî em ji bo te bikin heye gelo? Ji bo te bi padîşah an bi fermandarê artêşê re bipeyivim an na?’” Jinikê got: “Ez di nav gelê xwe de me.” 14 Êlîşa got: “Nexwe em dikarin ji bo wê çi bikin?” Gêhazî got: “Ya rastî kurê wê tuneye, mêrê wê jî kal e.” 15 Êlîşa got: “Gazî jinikê bike.” Gêhazî gazî wê kir, jinik hat û li devê derî sekinî. 16 Êlîşa got: “Saleke din vî çaxî, wê li ber singê te, kurekî te hebe.” Jinikê got: “Nexêr ezbenî! Tu zilamê Xwedê yî, xulama xwe nexapîne!” 17 Jinik bi zaro ma, çawa ku Êlîşa jê re gotibû, piştî salekê, di wî çaxî de kurek anî. 18 Kurik mezin bû, rojekê çû ba bavê xwe ku li ba paleyan bû. 19 Ji bavê xwe re got: “Ax serê min, serê min diêşe!” Bavê wî ji xulam re got: “Wî bibe ba diya wî.” 20 Xulam ew bir ba diya wî, kurik li ser çoka diya xwe ma û danê nîvro mir. 21 Diya wî çû banî, ew li ser nivînên Zilamê Xwedê dirêj kir, derî lê girt û derkete derve. 22 Gazî mêrê xwe kir û got: “Lava dikim, xulamekî tevî kerekê bişîne ba min. Ezê herim ba zilamê Xwedê û yekser vegerim.” 23 Mêrê wê got: “Tu çima îro diçî ba wî? Ne Heyva Nû ye, ne jî Roja Septê ye.” Jinikê got: “Xeman nexwe, xêr e.” 24 Kera xwe kurtan kir û ji xulamê xwe re got: “De bajo û bimeşe. Heta ez ji te re nebêjim, nesekine.” 25 Çû Çiyayê Karmelê, ba zilamê Xwedê. Gava zilamê Xwedê ji dûr ve jinikê dît, ji xulamê xwe Gêhazî re got: “Wa ye jinika Şûnêmî tê. 26 Niha bibeze here pêşiya wê û jê re bêje: ‘Tu çawa yî, baş î? Mêrê te baş e? Kurê te baş e?’” Jinikê got: “Baş e.” 27 Jinik, li çiyê hat ba zilamê Xwedê û xwe avêt piyên wî. Gêhazî ji bo ku wê dehf bide, nêzîk bû. Lê zilamê Xwedê got: “Bihêle, çimkî kezeba wê dişewite. Xudan ev ji min veşart û ji min re negot.” 28 Jinikê got: “Ma min ji xweyê xwe kur xwest? Nexêr! Ma min negot: ‘Min nexapîne?’” 29 Êlîşa ji Gêhazî re got: “Pişta xwe girê bide, gopalê min hilde û here. Di rê de bi kesî re nepeyive, silavê nede kesî û nestîne. Gopalê min bide ser rûyê kurik.” 30 Diya kurik got: “Bi navê Xudanê Jîndar û ji bo xatirê canê te, ez te bernadim.” Paşê Êlîşa rabû da pey Gêhazî. 31 Gêhazî dabû pêşiya wan, gopal danîbû ser rûyê kurik lê ne deng hebû û ne jî bersiv. Ew vegeriya çû pêşiya wî û jê re got: “Kurik hişyar nebû.” 32 Êlîşa ket hundir û dît ku kurik miriye û li ser nivînên wî hatiye dirêjkirin. 33 Ket hundir, derî li ser xwe girt. Ji Xudan re dua kir. 34 Xwe li ser kurikê li ser nivînan nixumand, devê xwe danî ser devê wî û çavên xwe danîn ser çavên wî, destên xwe danîn ser destên wî. Bi vî awayî bedena zarok germ bû. 35 Êlîşa vegeriya. Di odeyê de, virde wêde çû û hat, xwe dîsa li ser zarok nixumand. Kurik heft caran bênijî û çavên xwe vekirin. 36 Êlîşa gazî Gêhazî kir û jê re got: “Gazî jina Şûnêmî bike.” Gêhazî gazî wê kir. Jinik hat ba wî. Êlîşa got: “Kurê xwe bibe!” 37 Jinik hat xwe avêt ber lingên Êlîşa, deverû çû erdê. Paşê kurê xwe hilda û çû. Du kerametên din 38 Êlîşa dîsa hat Gîlgalê. Li welêt xela hebû. Koma pêxemberan li ber wî rûniştibûn. Ji xulamê xwe re got: “Sîtileke mezin deyne ser êgir û ji koma pêxemberan re şorbe çêke.” 39 Yek ji wan ji bo ku giya berhev bike, çû derve. Wî giyayekî bejî dît, jê dawekê kundirê bejî berhev kir û ew anî, hûr kir nava sîtila şorbê. Kesek nizanibû ew çi ye. 40 Ji bo ku bixwin, ew vala kir. Lê gava wan ji şorbê xwar, wan kir qareqar û gotin: “Di sîtilê de mirin heye, zilamê Xwedê!” Wan nikaribû jê bixwin. 41 Êlîşa got: “Naxwe arvan bînin.” Wî ew avêt nava sîtilê û got: “Niha ji civatê re dagire bila bixwin.” Di sîtilê de tiştekî ku zirarê bide nema. 42 Ji Baal-Şalîşayê zilamek hat. Di tûrikê wî de, ji bo zilamê Xwedê bîst nanên ceh ku ji berê pêşî yê wê salê bûn û firîkên teze yên genim anî. Êlîşa got: “Van bide gel ku bixwin.” 43 Xulamê wî got: “Ev çi ye ku ez deynim ber sed zilamî?” Êlîşa got: “Bide gel bila bixwe, çimkî Xudan wiha dibêje: ‘Wê bixwin û wê ji ber wan jî bimîne!’” 44 Wî danî ber wan û xwarin. Li gorî gotina Xudan, ji ber wan jî ma. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey