Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Padîşah II, 3 - Kurmanji Încîl


Serhildana Moaviyan

1 Di hijdehsaliya padîşahiya Yehoşafatê Padîşahê Cihûdayê de Yoramê kurê Ahav li Sameryayê li ser gelê Îsraêl bû padîşah. Wî duwanzdeh salan padîşahî kir.

2 Wî tiştên di çavê Xudan de xerab in kirin. Lê dîsa jî wekî dê û bavê xwe ne xerab bû. Çimkî kevirbelê Baal ya ku bavê wî daçikandibû, wî ji holê rakiribû û avêtibû.

3 Lê ew bi gunehê Yarovamê kurê Nevat ku wî bi gelê Îsraêl dabû kirin ve girêdayî ma û xwe jê neda alî.

4 Mêşayê Padîşahê Moavê, xweyê keriyên pêz bû. Neçar bû ku her sal sed hezar berx û hiriya sed hezar beranan bida Padîşahê Îsraêlê.

5 Piştî ku Ahav mir, Moav li ber Padîşahê Îsraêlê serî hilda.

6 Wê gavê Yoramê Padîşah, ji Sameryayê derket û tevahiya Îsraêlê da hev û tevdîra xwe kir.

7 Wî ev peyam ji Yehoşafatê Padîşahê Cihûdayê re şand: “Padîşahê Moavê li dijî min serî hilda. Ma tê li dijî Moav bi min re neyî şer?” Yehoşafat got: “Ezê bêm. Min wekî xwe, gelê min wekî gelê xwe, hespên min wekî hespên xwe bihesibîne.”

8 Paşê got: “Em di kîjan riyê re herin?” Yoram got: “Di riya deştên Edomê re.”

9 Padîşahê Îsraêlê, bi Padîşahên Cihûda û Edomê çûn. Di riya fetlonek de heft rojan meşiyan. Piştî heft rojan ava wan qediya. Leşker û heywan bêav man.

10 Padîşahê Îsraêlê got: “Hey wax!” Çimkî Xudan van her sê padîşahan, ji bo bixe destê Padîşahê Moavê, gazî wan kiriye.

11 Yehoşafat got: “Li vir pêxemberekî Xudan tuneye ku em ji wî şîreta Xudan bixwazin?” Xulamekî Padîşahê Îsraêlê bersiv da û got: “Êlîşayê kurê Şafat li vir e, wî av li destê Êlyas dikir.”

12 Yehoşafat got: “Gotina Xudan pê re ye.” Bi vî awayî Yehoşafat, Padîşahê Îsraêlê û Padîşahê Edomê çûne ba wî.

13 Êlîşa ji Padîşahê Îsraêlê re got: “Tu çima hatî ba min? Here ba pêxemberên dê û bavê xwe.” Padîşahê Îsraêlê jê re got: “Nexêr! Wisa xuya ye, Xudan gazî me kiriye ku me her sê padîşahan jî bixe destê Moav.”

14 Êlîşa got: “Bi navê Xudanê Jîndar ê Karîndar ku li ber sekinî me, ne ji bo xatirê Yehoşafatê Padîşahê Cihûdayê bûya, minê li te mêze nekira û te nedîta.

15 Niha zilamekî ku li tembûrê dixe ji min re bînin.” Gava zilam li tembûrê dixist, destê Xudan hat ser wî.

16 Êlîşa got: “Xudan wiha dibêje: ‘Ji serî heta binê gelî çalan bikolin.’

17 Çimkî Xudan wiha dibêje: ‘Hûnê bayê nebînin, hûnê baranê nebînin. Lê wê ev gelî bi avê bê dagirtin û hûn û keriyên we, heywanên we, wê ji vê avê vexwin.’

18 Ev ji bo Xudan tiştekî hêsan e. Wê Moav jî bide destên we.

19 Hûnê li her bajarê bisûr û bijare bixin, hûnê her dara baş bibirin û hemû kaniyên avê bixitimînin. Her erdên baş jî hûnê bi keviran bêkêr bikin.”

20 Serê sibê, dema pêşkêşkirina qurbana şewitandî, va ye ji riya Edomê ve av herikîn û erd jî bi avê tije bûn.

21 Tevahiya Moavê bihîst ku padîşah ji bo li dijî wan şer bikin hatine. Gazî tevahiya zilamên bi kêrî çekan tên û navsereyan kirin. Hemû hatin û li ber sînor sekinîn.

22 Serê sibê zû rabûn, roj li ser avê dibiriqî. Moaviyan ji wî alî ve, av wekî xwînê sor dîtin.

23 Wan got: “Ev xwîn e! Padîşahan şerê hev kirine û hev kuştine. Ya Moav, niha herin talên!”

24 Ew hatin artêşgeha Îsraêlê. Îsraêlî rabûn li Moaviyan xistin û ew ji ber wan reviyan. Bi lêxistina Moaviyan re, li welêt bi pêşve çûn.

25 Wan bajar hilweşandin. Her erdê baş bi keviran dagirtin, hemû kaniyên avê xitimandin. Hemû darên baş birîn. Tenê kevirên Qîr-Herasetê man. Lê berkanîvanan bajar dorpêç kir û lê xistin.

26 Gava Padîşahê Moavê dît ku şer ji bo wî dijwar e, heft sed şûrkêş anîn ba xwe ku şer biqelişîne û xwe bigihîne Padîşahê Edomê. Lê ew bi ser neketin.

27 Wî kurê xwe yê mezin yê ku piştî wî li ser textê padîşahiyê rûne anî ba xwe û li ser sûrê wekî qurbana şewitandinê, pêşkêş kir. Li ser vê yekê di nav Îsraêlê de hêrseke mezin çêbû. Ji ba wî koç kirin û vegeriyan welatê xwe.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan