Padîşah II, 2 - Kurmanji ÎncîlÊlyasê Pêxember ber bi ezmanan ve tê hildan 1 Beriya ku Xudan Êlyas bi bagerê re derxista ezmanan, Êlyas û Êlîşa ji Gîlgalê bi rê ketibûn. 2 Êlyas ji Êlîşa re got: “Hêvî dikim li vir bimîne. Çimkî Xudan min dişîne Bêt-Êlê.” Lê Êlîşa got: “Bi navê Xudanê Jîndar û ji bo xatirê canê te, ez te bernadim.” Bi vî awayî çûn Bêt-Êlê. 3 Koma pêxemberên li Bêt-Êlê çûn ba Êlîşa û jê re gotin: “Tu dizanî wê îro Xudan, xweyê te ji ser te hilde?” Êlîşa got: “Erê dizanim, hiş bin!” 4 Êlyas jê re got: “Ya Êlîşa, li vir bimîne; çimkî Xudan ez şandim Erîhayê.” Wî got: “Bi navê Xudanê Jîndar û ji bo xatirê canê te, ez te bernadim.” Bi vî awayî hatin Erîhayê. 5 Koma pêxemberên li Erîhayê nêzîkî Êlîşa bûn û jê re gotin: “Tu dizanî wê îro Xudan xweyê te ji ser te hilde?” Wî got: “Erê dizanim, hiş bin.” 6 Paşê Êlyas jê re got: “Tu li vir bimîne. Xudan ez şandim ber Çemê Şerîayê.” Lê Êlîşa got: “Bi navê Xudanê Jîndar û ji bo xatirê canê te, ez te bernadim.” Bi vî awayî herduyan riya xwe domandin. 7 Ji koma pêxemberan pêncî kes çûn û ji dûr ve li pêşberî van sekinîn. Herdu pêxember jî li ber Çemê Şerîayê sekinîn. 8 Êlyas rahişt ebayê xwe, li hev pêça û li avê xist. Av bi wî alî û vî alî ve bû du şeq. Paşê herdu, di erdê ziwa re derbas bûn. 9 Gava ew derbas bûn Êlyas ji Êlîşa re got: “Beriya ku ez ji ba te bêm hildan, ez ji bo te çi bikim, bêje?” Êlîşa got: “Ez lava dikim bila ji ruhê te du par ên min bin.” 10 Êlyas got: “Te tiştekî zehmet xwest; heke dema ez ji ba te bêm hildan, tu min bibînî tê bistînî, yan na tê nestînî.” 11 Gava ew dimeşiyan û dipeyivîn, erebeyeke ji êgir û hespên agirîn xuya bûn û herduyan ji hev veqetandin. Êlyas bi bagerê re derket ezmanan. 12 Êlîşa ev dît û qîriya: “Bavo, wey bavo, erebeyên Îsraêlê û siwarên wê!” Êdî wî ew nedît. Bi cilûbergê xwe girt, ew ji hev veçirand û kire du perçe. 13 Ebayê ku ji ser Êlyas ketibû, rakir. Vegeriya û li kêleka Çemê Şerîayê sekinî. 14 Ebayê ku ji ser Êlyas ketibû, hilda li avê xist û got: “Xudan Xwedayê Êlyas li ku ye?” Gava wî jî li avê xist, av bi wî alî û vî alî ve bû du şeq û Êlîşa derbas bû. 15 Koma pêxemberên li Erîhayê, ew ji dûr ve dîtin û gotin: “Ruhê Êlyas xwe li ser Êlîşa danî!” Ew hatin ba wî û li pêş wî deverû çûn erdê. 16 Wan jê re got: “Va ye, li ba van xulamên te, pêncî zilamên jêhatî hene. Em lava dikin, bihêle bila herin û li xweyê te bigerin. Dibe ku Ruhê Xudan ew rakiriye û avêtiye ser çiyayekî yan newalekê.” Êlîşa got: “Neşînin.” 17 Wan ewqasî zorê lê kir ku wî şerm kir û li ber xwe neda. Got: “Bişînin.” Wan pêncî zilam şandin û sê rojan lê geriyan, lê nedîtin. 18 Ew vegeriyan Erîhayê ba wî. Çimkî li wir dima. Wî ji wan re got: “Ma min ji we re negot: ‘Neçin’?” Êlîşayê Pêxember avê pak dike 19 Zilamên bajêr ji Êlîşa re got: “Em lava dikin, cihê vî bajarî, çawa ku xweyê me dibîne baş e. Lê ava wê ne baş e, axa wê jî bêber e.” 20 Êlîşa got: “Ji min re taseke nû bînin, bila tê de xwê hebe.” Wan jê re anîn. 21 Çû ber kaniya avê, xwê avêtê û got: “Xudan wiha dibêje: ‘Min av paqij kir. Êdî tu caran wê mirin û bêberî jê çênebe.’” 22 Li gorî peyva ku Êlîşa got, av heta îro jî paqij e. Xort henekên xwe bi Êlîşayê Pêxember dikin 23 Êlîşa hevrazê Bêt-Êlê bû. Gava ew bi rê ket, xortên ji bajêr rabûn henekên xwe pê kirin û jê re gotin: “Biqeşite keçel; biqeşite keçel!” 24 Êlîşa li paş xwe zivirî, wî ew dîtin û bi navê Xudan nifir li wan kir. Li ser vê yekê du hirçên mê ji daristanê derketin û ji wan çil û du kes dirandin. 25 Êlîşa ji wir çû Çiyayê Karmelê, paşê vegeriya Sameryayê. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey