Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Padîşah II, 1 - Kurmanji Încîl


Xwedê Ahazyayê Padîşahê Îsraêla Bakur ceza dike

1 Piştî mirina Ahav, Moav li dijî Îsraêlê serî rakir.

2 Ahazyayê Padîşahê Îsraêlê, li Sameryayê li odeya jorîn a qesra xwe, ji şibakeya bi çarçoveyên çaxkirî ket û birîndar bû. Wî qasid şandin û ji wan re got: “Herin ji Baal-Zevûvê îlahê Eqronê bipirsin, gelo ezê ji vê birînê baş bibim an na?”

3 Milyaketê Xudan ji Êlyasê Tîşbeyî re got: “Rabe, here pêşwaziya şandiyên Padîşahê Sameryayê bike û ji wan re bêje: ‘Ma li Îsraêlê Xwedê tuneye ku hûn ji Baal-Zevûvê îlahê Eqronê dipirsin?

4 Ji ber vê yekê Xudan wiha dibêje: Tê ji wê nivîna li ser î, ranebî û esse bimirî.’” Êlyas rabû çû.

5 Qasid vegeriyan ba padîşah û wî ji wan re got: “Hûn çima vegeriyan?”

6 Wan got: “Zilamek hat pêşwaziya me û ji me re got: ‘Herin ba padîşahê ku hûn şandin û jê re bêjin: Xudan wiha dibêje: Ma li Îsraêlê Xwedê tuneye ku te qasid şandin Baal-Zevûvê îlahê Eqronê û jê dipirsî? Loma tê ji wê nivîna li ser î, ranebî û esse bimirî.’”

7 Padîşah got: “Ew zilamê ku hat pêşwaziya we û ji we re wiha got, zilamekî çawa bû?”

8 Wan got: “Xiftanekî bipirç lê bû û piştênkeke çermîn li navtengê girêdayî bû.” Wî got: “Ew Êlyasê Tîşbeyî ye.”

9 Pêncî zilamên xwe û fermandarê wan şandin ba wî. Fermandar çû ba Êlyasê li serê girekî rûniştibû. Fermandar jê re got: “Ya zilamê Xwedê, padîşah dibêje: ‘Bila were xwarê!’”

10 Êlyas li fermandar vegerand û got: “Heke ez zilamê Xwedê me, bila agir ji ezmanan bibare, te û pêncî zilamên te bişewitîne û tune bike.” Ji ezmanan agir bariya, wî û her pêncî zilamên wî daqurtandin û tune kirin.

11 Padîşah careke din pêncî zilamên din û fermandarê wan şandin. Fermandar ji Êlyas re got: “Ya zilamê Xwedê, padîşah wiha dibêje: ‘Bila zû were xwarê!’”

12 Êlyas bersiv da û ji wan re got: “Heke ez zilamê Xwedê me, bila agir ji ezmanan bibare, te û pêncî zilamên te daqurtîne û tune bike.” Ji ezmanan agirê Xudan bariya, wî û her pêncî zilamên wî daqurtandin û tune kirin.

13 Cara sisêyan pêncî zilamên xwe û fermandarê wan şand. Fermandarê sisêyan a her pênciyan hat li ber Êlyas çok da û jê lava kir û got: “Ya zilamê Xwedê, lava dikim, bila heyfa te li min û li van pêncî xulamên te bê.

14 Rast e, berê agir ji ezmanan bariya û herdu fermandarê pênciyan û mirovên wan daqurtand. Lê niha bila heyfa te bi min were.”

15 Milyaketê Xudan ji Êlyas re got: “Pê re berjêr be, jê netirse.” Êlyas rabû pê re çû ba padîşah.

16 Wî jê re got: “Xudan wiha dibêje: ‘Ma li Îsraêlê Xwedê tuneye ku te qasid şandin ba Baal-Zevûvê îlahê Eqronê û jê bipirsin? Loma tê ji wê nivîna li ser î, ranebî û esse bimirî.’”

17 Li gorî gotina Xudan a ku Êlyas got, padîşah mir. Yoramê birayê Ahazya li cihê wî bû padîşah, çimkî kurê wî tunebû. Ev yek di du saliya padîşahiya Yehoramê kurê Yehoşafatê Padîşahê Cihûdayê de pêk hat.

18 Qewimînên din ên padîşahiya Ahazya ku wî kirin, di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Îsraêlê de hatin nivîsandin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan