Padîşah I, 9 - Kurmanji ÎncîlXwedê careke din li Silêmanê Padîşah xuya dibe ( Dîrok II, 7:11-22 ) 1 Piştî ku Silêman Mala Xudan, qesir û hemû tiştên ku dixwest çêke qedandin, 2 çawa ku li Gîvonê lê xuya bû, Xudan dîsa li Silêman xuya bû. 3 Xudan jê re got: “Min dua û lavakirina te bihîst ku te li ber min kir. Min ev Mala ku te ji bo navê min heta hetayê tê de bimîne ava kiriye, pîroz kir. Çav û dilê min wê herdem li wir bin. 4 Heke tu jî wekî Dawidê bavê xwe bi min re bimeşî, bi dilê pak û dirustiyê her tiştê ku min li te emir kiriye bikî, qanûn û rêbazên min pêk bînî, 5 wê gavê ezê textê padîşahiya te heta hetayê li ser gelê Îsraêl xurt bikim û çawa ku min ji Dawidê bavê te re got: ‘Ji ziriyeta te, wê tu caran kesekî li ser textê gelê Îsraêl kêm nebe.’ 6 “Lê heke hûn an zarokên we ji min bizivirin, emir û qanûnên ku min dan ber we pêk neyînin, herin xulamiya îlahan bikin û li ber wan deverû biçin erdê, 7 wê gavê ezê gelê Îsraêl ji welêt bavêjim ku min daye wan. Herwiha ezê vê Mala ku min ji bo navê xwe pîroz kiriye, ji hizûra xwe bavêjim. Wê gelê Îsraêl di nav tevahiya gelan de bibe mijar û meseloka tinazkirinê. 8 Ev Mala ku niha ewqas berz e, lê wê hemû kesên ku di ber re derbas dibin, şaş û metel bimînin, bifîkînin û bêjin: ‘Xudan çima ev xerabî anî serê vî welatî û vê Malê?’ 9 Paşê wê wiha bêjin: ‘Çimkî wan dev ji Xwedayê xwe Xudan berda ku bav û kalên wan ji welatê Misrê deranîn. Wan xwe bi îlahan ve girê da û xulamiya wan kir. Ew li ber wan deverû çûn erdê. Ji ber vê yekê Xudan, tevahiya van xerabiyan anî ser wan.’” Kirinên din ên Silêmanê Padîşah ( Dîrok II, 8:1-18 ) 10 Piştî ku Silêman herdu malan; Mala Xudan û qesra padîşah, di bîst salan de ava kirin, 11 Silêmanê Padîşah li herêma Celîleyê bîst bajar dan Hîramê Padîşahê Sûrê. Çimkî Hîram li gorî hemû daxwazên Silêman dara sedrê û dara çamê û zêr peyda kiribû. 12 Lê gava Hîram ji Sûrê derket ku bajarên Silêman danê bibîne, ew lê xweş nehatin. 13 Hîram got: “Bira! Ev çi bajar in ku te dane min?” Heta îro ji wê derê re, herêma Kavûl tê gotin. 14 Hîram ji padîşah re sed û bîst telant zêr şandibû. 15 Sedema ku Silêmanê Padîşah suxrevan berhev dikirin ew bû ku Mala Xudan, qesra xwe, Mîllo, dîwarê Orşelîmê, Hasorê, Megîddoyê û Gezerê ava bikin. 16 Padîşahê Misrê Firewn çûbû Gezer bi dest xistibû û ew şewitandibû. Kenaniyên li bajêr rûdiniştin kuştibû û wekî diyariya dawetê dabû keça xwe ya jina Silêman. 17 Silêman Gezer û Bêthorona Jêrîn, 18 Baalat û Tamara li beriyê, 19 hemû bajarên xwe yên embarî, bajarên xwe yên ji bo erebe û hespên xwe û çawa dixwest Orşelîm, Lubnan û bajarên din ava bike, ew der jî ava kirin. Herwiha wî tevahiya welatê di bin destê xwe de ava kir. 20 Hemû bermayiyên Amorî, Hîtîtî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsiyên ku ne ji gelê Îsraêl ne, 21 kesên ziriyeta wan ku gelê Îsraêl nikaribû bi tevahî ji holê rakin û li welêt diman, Silêman kirin xulamên suxrevan û ew kes heta îro jî wisa ne. 22 Silêman ji gelê Îsraêl kesek nekir kole. Lê ew şervan, siwar, xizmetkar, fermandar, serleşker û serekên siwaran bûn. 23 Ev kes li ser karên Silêman bûn. Pênc sed û pêncî peywirdar hebûn ku çavdêriya karkeran dikir. 24 Lê keça Firewn ji Bajarê Dawid hat qesra ku Silêman ji bo wê ava kiribû. Piştre Silêman Mîllo ava kir. 25 Silêman li ser gorîgeha ku ji bo Xudan çêkiribû salê sê caran qurbanên aştiyê û şewitandinê pêşkêş dikirin. Herwiha li ser gorîgeha li ber Xudan bixûr jî dişewitand. Bi vî awayî wî Mal qedand. 26 Silêmanê Padîşah li Esyon-Geverê gemî çêkirin ku li ba Eylata li keviya Derya Sor û li welatê Edomê bû. 27 Hîram gemî û deryavanên xwe yên ku vê deryayê dizanin, bi xulamên Silêman re şandin. 28 Ew çûn Ofîrê. Ji wir çar sed û bîst telant zêr standin û ji Silêmanê Padîşah re anîn. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey